Em tecrîdê qebûl nakin

Pêncşem 5 Kanûn 2024 - 02:40

Şêniyên ji Qamişloyê bal kişand ser sîstema qirkirin û îşkenceyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku ew tu carî tecrîdê qebûl nakin. 

Şêniyên ji Qamişloyê der barê pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan de axivîn.

Şerîf Mehmûd ê li taxa Enteriyê dimîne pergala qirkirin û îşkenceyê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de gel hatiye tecrîdkirin.

Şerîf Mehmûd bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn  çareserî pêşkêş kiriye û ev li axaftina xwe zêde kir: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê bi gelên Tirk, Ereb û Farsan sîstema konfederalîzmê formûle kiriye, lewma di Rojhilata Navîn de Kurd mifteya çareseriyê ne.”

Şerîf Mehmûd diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, tê wateya azadiya gel, lewma di oxira azadiyê de gel ji tiştekî texsîr nake û wan heya niha di vê rê yê de 13 hezar şehîd dane.

Sarî Salih a ji heman taxê diyar kir ku lazim e Rêber Abdullah Ocalan demildest werê berdan û got: “Lazim e gel bi kal û ciwanên xwe rabin ser piyan û li pey Rêberê xwe biçin. Heya dilopek xwîn di canê me de hebe, em ê li pey serokê xwe bin.”

Viyan Hisî jî anî ziman ku ew sîstema qirkirin û îşkenceyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan qebûl nakin û diyar kir ku tecrîd li dijî mafên mirovî ye. 

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.