Qederê 1000 zarokî hatin kuştin
Çarşem 24 Tebax 2022 - 22:42
- “Di vê pêvajoyê de herî kêm 972 zarok hatine kuştin yan jî birîndar bûne. Yanî rojane zêdetirî 5 zarokan di encama şideta şer de yan têne kuştin yan birîndar dibin.”
Dîrektora Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Catherine Russellê da zanîn ku heta niha li Ukraynayê di şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de 972 zarok hatine kuştin yan jî birîndar bûne.
Catherine Russellê got, di şerê ji 24’ê Sibatê ve 972 zarok hatine kuştin yan jî birîndar bûne: “Di vê pêvajoyê de herî kêm 972 zarok hatine kuştin yan jî birîndar bûne. Yanî rojane zêdetirî 5 zarokan di encama şideta şer de yan têne kuştin yan birîndar dibin.”
NAVENDA NÛÇEYAN