Qatilê zarokê 7 salî berda

Duşem 6 Îlon 2021 - 23:11

Polîsê ku bi wesayîta zirxî Mîraç Mîroglû yê 7 salî şehîd kiribû, piştî ku îfadeya xwe da, hate berdan. 

Li Taxa Turgut Ozal a navçeya Şirnexê Hezexê, di 3’ê Îlonê de wesayîta zirxî ya polêsên dewleta Tirk a dagirker, pê Mîraç Mîroglû yê 7 salî kiribû. Wî li devê deriyê xwe, li ber mala xwe bisiklêt diajot. Îfadeya polêsê qatil ê ku maşîna zirîpoş diajot, piştî bi rojan hat gitin.

Hate ragihandin ku Dozgeriya Komarê ya Hezexê lêpirsîn bi navê ‘Qezaya trafîkê ya ku tê de mirov mirine’ daye destpêkirin.

Polêsê Tirk piştî 3 rojan ji bo îfadedayînê anîn dadgehê û ev qatilê hanê piştî îfadeyê hate berdan.

Ji bo ku rêjeya qisûrê were diyarkirin, dosya şandin Daîreya Îxtîsasa Trafîkê ya Saziya Tipa Edlî. 

Dozger hîna îfadeya malbata Mîraç Mîroglû piçûk negirtiye. Helwêsta dozgerên dagirkeran ji bo parastina qatilên hêzên dagirker jî xwe bi vê dozê careke din eşkere nîşan da.

ŞIRNEX 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.