Qatilê wî dewlet e

Pêncşem 16 Kanûn 2021 - 22:09

  • Xwşika Halîl Guneş, Gul Guneş: Têkoşîna wî di ber Kurdistanê de bû. Di ecamê de jî wiha hat qetilkirin. Kekê min şehîdê têkoşîna xwe ye û qatilê wî jî dewlet e.

MIHEME PORGEBOL

Dewleta Tirk li hepsan her mirovan qetil dike. Di nava hefteyeke bihurî de Bangin Muhammed, Garibe Gezer, Abdulrezzak Şuyur û Halîl Guneş di hepsên dewleta Tirk de hatin qetilkirin. Halîl Guneş li Hepsa Ewlekariya Bilind a Hejmar 2 ya Diyarbekir dîl bû û di lîsteya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a girtiyên nexweşiya wan giran de bû. Halîl Guneş pêr sibehê li hucreya yek kesî ya lê dihat girtin, jiyana xwe ji dest da. 

Halîl Guneş sala 1990´î tevlî nav refên têkoşîna şoreşger a Kurdistanê bû û sala 1993´yan dîl hat girtin. Dadgehên Ewlekariya Dewletê (DGM) jî cezayê heta hetayê mana di hepsê de lê birrî. Ev dadgehên di kontrola dadgerê eskerî de sala 2014’an hatin rakirin, lê cezayên wan birrîn, man.

Halîl Guneş bi caran sigûnî gelek hepsên dewleta Tirk hat kirin û herî dawî jî li Hepsa Hejmar 2 ya Diyarbekirê dihat ragirtin. Ew bi nexweşiyên pençeşêra ceger, hestû, Apneya Xewê, KOAH ket û ev nexweşî hemû jî heyatî bûn. Bi dehan belge û raporan jî dewleta Tirk a bi rik razî nekir ku wî berde. Bi ser de jî dermankirina wî jî bi hinceta pandemiyê hat astengkirin û dewleta Tirk bi vî awayî kir ku Halîl Guneş sibeha 15´ê Kanûnê canê xwe ji dest bide.

Kîna dewleta Tirk li dijî wî bi mirina wî re bi dawî nebû. Rapora otopsiya pêşî nedan parêzerên wî û polêsan jî dor li mala malbata wî ya li Edenê girt.

Nehiştin derman bibe

Xwişka Halîl Guneşî, Gul Guneş dibêje qatilê birayê wê dewleta Tirk e: "Sala 1993´yan cezayê muebedê li kekê min birrîn. Ev 29 sal bûn ku di hepsê de bû.

Me dihan car dewlet hişyar kir. Lê tiştek nekirin. Ji bo dermanên wî, min gelek caran miracaetî cihê lazim kir, lê dermanê wî nedanê. Di nexweşiyê de nehat dermankirin. Me miracaetî her derî kir, lê ew derman nekirin. Me bi hezaran arzûhal ji Dadgeha Destûra bingehîn re şandin, qet bersiva me neda. Em bi parlamenteran re peyivîn, wan jî ji bo ku birayê min derman bibe, hewl da. Lê derman nekirin. Hûn dermankirina nexweşekî kanserê asteng bikin, niyeta we ji xwe diyar e."  

Gul Guneş got, ji ber ku rewşa siheta birayê wê xira bûye, wan nekariye hefteya bihurî biçin serdana wî û wiha peyivî: "Wan telefonî me kir û gotin, lazim e em birayê te bi lez bibin nexweşxaneyê. Ji me re gotin, neyên hevdîtinê. Halîl wê 14 rojan di karantînayê de bimîne. Min her roj telefonî hepsê dikir da ku haya min ji hal û wextê birayê min hebe. Ji min re gotin,  ‘Niha di odeya yekkesî de dimîne, em wî nîv saetê carekê kontrol dikin. Mitala nekin, her tişt temam e’. Sibehê jî xebera me pê xistin ku miriye. Teqez, dewletê birayê min qetil kir." 

Dor li xaniyê malbatê girtin

Gul Guneş got, ew ê bela xwe ji vê cinayetê bernedin: "Kekê min di hicreya yekkesî de li ser cihê xwe miriye. Em bi parêzeran re peyivîn. Em ê giliyê hepsê û tevahiya saziyên berpirsiyar bikin". 

Piştre jî polês dor li xaniyê malbatê yê li Edenê girtiye. Gul Guneş dibêje, "Destûrê nadin ku cenaze bê mala malbatê. Hîna cenaze ne li ser rê ye, ji bo çi dor li mala me girtin? Cenaze hîna nû piştî ku parlamenter ketin navberê, ji Amedê şandin ber bi Edenê ve.” 

Ji têkoşîna xwe nehat xwarê

Ji bo kekê xwe Halîl Guneş, Gul Guneş got, Halîl dilsozê tîkoşîna xwe bû: "Malbata me xwe her parçeyek ji vê têkoşînê dît. Kekê min di saxiya xwe de ti carî ji helwêsta xwe û têkoşîna xwe nehat xwarê, tawîz nedan. Sala 1990´î gava zanîngeh dixwend tevlî nav refên têkoşînê bû. Sala 1993’yan êsîr ket. 29 alan di hepsê de bû. 16´ê Kanûnê [doh] wê bihata berdan. Li zindanê jî heta dawiyê li ber xwe da. Heta kêliya xwe ya dawî jî li ber xwe da. Gava nexweşiya wî giran bû jî, hîna hewl dida ji bo hevalên xwe, têkoşîna xwe tiştinan bike.”

Gul Guneş di dawiyê de dibêje, “Têkoşîna wî di ber Kurdistanê de bû. Di encamê de jî wiha hat qetilkirin. Kekê min şehîdê têkoşîna xwe ye û qatilê wî jî dewlet e."

 

Hiqûqzanan daxuyanî da

Piştî şehîdbûna girtiyê nexweş Halîl Guneş, şaxê Komeleya ji bo Azadiyê Hiqûqzan (ÖHD) a Amedê daxuyaniyek da û got, "Ji ber êşkenceyên sîstematîk ên giran ên dema nezaretê de girtiyê nexweş Halîl Guneş bi pençeşêra ceger û hestûyan ketibû. Van 5 rojên dawiyê jî bi tena serê xwe di qawîşa karantînayê de dihat ragirtin. Hevserokê me û endamên şaxa me xwestin di dema otopsiyê de amade bin, lê destûra wan nehat dayîn. Ji bo Halîl Guneş di miracaeta 2014´an a ji bo bipaşvexistina înfazê de rapora ku nikare di hepsê de bimîne, hatibû dayîn. Lê înfaza cezayê wî nehat bipaşvexistin û bangên raya giştî jî bê encam man. Ev pêvajoya bêhiqûq bi tecrîdê dest pê dike û heta bi mirina gumanbar a girtiyan diçe. Girtiyên ku mafê wan ê xwegihandina sihetê tê astengkirin, divê bê şert û merc tavilê bên berdan."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.