Fermandarê deng da çiya: Şiyar Malatya

Sêşem 21 Cotmeh 2025 - 03:00

  • Şiyar Malatya di jiyana xwe de çek, gotin û tembûr ji hev cuda nedikir. Ji bo wî ev hersê jî amûrên cuda nebûn; hersê amûrên heqîqetekê bûn.

Naskirina wî ne tenê naskirina mirovekî, dostekî, hevalekî û hevrêyekî bû. Naskirina wî şahidiya heqîqeta serdemekê, fêhmkirina sira wateyê bû.

Ji ber ku hevalê Şiyar ti carî yekî ji rêzê nebû. Weke zimanê çiyê bû, dengê gel bû, şênberiya fedaîtiyê bû.

Her gava bi wî re dihate avêtin ne tenê rêwîtiyek bû; hilgirtina barê herî giran ê dîroka Kurdistanê bû, hilgirtina heqîqeta herî pîroz bû.

Hevalê Şiyar fermandarê min ê destpêkê bû. Li nava gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê destpêkê li wî rast hatim. Yê ku bandora yekser li min kir ku beşdarî nava gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bibim, beşdarî nava 'Hêzên Taybet' bibim ew bû. Lê belê ew ne tenê fermandarê min bû, di heman demê de hevrêyê min ê destpêkê, mamosteyê min ê destpêkê bû.

Rûmeteke mezin e ku em bi wî re ne tenê li cihekî, lê li çar aliyên Kurdistanê man. Li Xinêrê li nava tehtên asê em şêvê li gel hev man, li çiyayên asê yên Dersimê li dora heman agirî em germ bûn. Li rêyên zor û zehmet ên Engîzekê, yên Amanosê em bi hev re meşiyan. Li nava bexçeyên zeytûnê yên Efrînê me bi hev re stran got, li Şehbayê jî me heman nan parve kir. Ji Derya Reş heta bi Dersimê, ji Engîzekê heta bi Amanosan li erdnîgariyeke berfireh me hevrêtî li çeperan kir.

Li ku dibe bila bibe kêliya ku em bi hev re bûn kêliyeke ji rêzê nebû; kêliyek bû ku li dîrokê dihate neqişandin.

Dema ku qala hevalê Şiyar bê kirin, eger tenê weke şervanekî yan jî fermandarekî bê pênasekirin ev yek wê bibe kêmasiyeke mezin. Ji ber ku ew di heman demê de derwêşê serdema nûjen bû. Belê, we şaş nebihîst; derwêşek bû...

Derwêşek li çiyê, li olê, li nava şer, di dilê gelê xwe de nefes werdigirt. Dergaha wî çiyayên Kurdistanê yên azad bû. Semaha wî stranên wî yên li nava şer bû; pratîka wî fedakariya j ibo gelê xwe bû.

Di jiyana hevalê Şiyar de çek, gotin û tembûr ji hev ne cuda bûn. Ji bo wî ev hersê jî amûrên cuda nebûn; hersê amûrên heqîqetekê bûn. Çek ji bo parastina rûmeta gel bû; gotin ji bo mezinkirina dilê hevrêyan bû, tembûr jî ji bo derxistina hêviyê ji nava êşê bû. Û wî bi van hersê amûran deng da çiyê. Çiya jî li pêşberî wî semah gerandin.

Di stranên wî de xemgîniyeke şexsî tine bû; îsyaneke kolektîf hebû. Êşa bi sedan salan, kêfxweşiya tinehesibandî û hêviya jibîrkirin lê dihate ferzkirin a gelê Kurd hebû. Dema ku wî distira me ne tenê lê guhdarî dikir, em jinûve bi ser xwe ve dihat. Ji ber ku wî huner ne weke şahiyê didît, lê weke eniyeke berxwedanê didît.

Eger mirov tenê bi fermandariyê, bi hunermendiyê û fedaîtiyê qala hevalê Şiyar bike wê kêm bimîne. Heqîqeta wî herî zêde di hevrêtiyê de veşartî bû. Me li gel wî ne tenê mil bi mil şer kir; me birçîbûna xwe, tîbûna xwe, bêxewbûna xwe, êşa xwe, kêfxweşiya xwe parve kir. Em li dora heman êgirî germ bûn.

Hevalê Şiyar bi tena serê xwe ne şexsek bû. Ew dengê Kurdistanê bû. Ew şênberiya êş, raperîn, hêvî û xeyalên hezar salî yên gelê Kurd bû. Gavên wî ne tenê li rêya çiyayekî bû; li nava kolanên Amedê, li nava kolanên teng ên Qamişloyê, li ser tehtên asî yên Dersimê, li xaka birîndar a Şehbayê, li nava bexçeyên zeytûnan ên Efrînê dihate dîtin.

21'ê Cotmeha 2016... Xaka Şehbayê wê rojê ne tenê bedenek, her wiha sembola serdemekê jî hembêz kir. Em zanin ku hevalê Şiyar nemir. Ji ber ku fedaî namirin. Ew tenê bedena xwe li pey xwe dihêlin; nav, gotin, deng û fedakariya xwe li dilê gelan dineqişînin.

Hevalê Şiyar jî bi wî rengî bû. Wê rojê ya ku kete nava axê tenê bedenek bû; lê belê di hişê gel de, di bayê çiyê de, di dengê stranên me de û di dilê hevrêyên me de Şiyar zêde bûn.

Şiyar Harûn Malatya kî ye?

Mehmet Aslan ku di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de navê wî Şiyar Harûn Malatya bû, 4'ê Çileya 1977'an li Yazihan a Meletiyê ji dayik bû.

Dema ku li Zanîngeha Dîcleyê li Fakulteya Hiqûqê dixwend bi rengekî çalak tevlî siyasetê bû. Di sala 1999'an de di dema komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tevlî nava refên PKK'ê bû. Ji Derya Reş heta bi Dersimê, ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta bi Bakur û Rojavayê Kurdistanê li sê parçeyên Kurdistanê şer kir. Di 21'ê Cotmeha 2016'an de li Kantona Şehba ya Rojavayê Kurdistanê tevlî karwanê şehîdan bû.

ANF/ NAVENDA NÛÇEYAN/ MAHÎR ENGÎZEK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.