PKK nebû niha sîxurtî

Çarşem 18 Gulan 2022 - 21:21

  • Rojnamevana Elman Marlane Forster û rojnamevanê Sloven Matej Kavčič ji bo belgekirina qirkirina Êzîdiyan çûbûn Şengalê.

Rojnamevana Elman Marlane Forster û rojnamevanê Sloven Matej Kavčič ji bo belgekirina qirkirina Êzîdiyan çûbûn Şengalê. Piştî pîrozbahiyên Çarşema Sor hêzên Bexdayê ew girtibûn, û ev bûn 4 hefte ku ew li navenda Îstîxbarata Iraqê li bexdayê girtî ne. Beriya çendekê rojnamevan derketin pêşberî dadgehê. Dayika Marleneyê, Lydia Forster got, keça wê êdî bi “sîxurtiyê” tê gunehbarkirin û got, “Ev îdîayeke bêbingeh e. Keça min rojnamevan e û divê bê berdan.”

Her du rojnamevan jî ji bo lêkolîn û belgekirina fermana li dijî Êzîdiyên Şengalê çûbûn wir. Wan dixwest tişta qewimî û trawmayên encam ragihînin raya giştî ya Elmanyayê. Ew çend mehan ji bo vê li Şengalê bûn. Rojnamevanan 20’ê Nîsanê pîrozbahiyên Çarşema Sor, yanî Çarşema Serê Nîsanê li Şengalê şopand. Piştî pîrozbahiyan, hêzên Iraqê ew rawestandin û kirin nezaretê. Matej Kavčič 15’ê Gulanê parêzerê xwe dît û derkete pêşberî dadger. Marlene Forster jî 16’ê Gulanê parêzerê xwe dît û derket pêşberî dadger.

Dayika Marleneyê, Lydia Forster got, keça wê 11’ê Gulanê telefinî wê kiriye, tenê destûra axaftina bi Ingilîzî hatiye dayîn û wê gotiye, hal û wextê wê baş e. 

Lydia Forster da zanîn ku sefareta Elman sêşema bihurî telefonî wê kiriye û gotiye, duşemê Marlene li Dadgeha Silhê îfade daye. Di dema îfadedayînê de li cemê rayedarekî ji sefareta Elman û parêzerê wê hebûne. Lydia Forster got, “Gava ku wezîfedarê sefaretê behsa piştgiriya ji bo wê ya li Elmanyayê kiriye, moralê wê xweş bûye. Îdîaya 'alîkariya bi rêxistina terorê re' ya li dijî Marleneyê betal bûye. Niha wê bi sîxurtiyê tohmetbar dikin. Wezîfedarê sefaretê dibêje, ti bingehê vê tohmetê nîne.” 

Herçî rojnamevan Matej Kavčič e, yekşemê îfadeya wî li dadgehê hatiye girtin. 

Lydia Forster dibêje, bi xêra piştgiriyê û zexta raya giştî, rojnamevan derketine pêşberî dadger û wê kariye bi keça xwe re bipeyive. Û wê her wiha xwest heta azadbûna her du rojnamevanan, piştgirî dewam bike û bê xurtkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.