Piştî 9 salan li Parîsê

Yekşem 9 Çile 2022 - 22:15

  • Piştî komkujiya Parîsê bi 9 salan bi hezaran kesî doza edaletê kir. Wan Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anî û ji Fransayê re got, tu bûyerê rohnî nekî, edaletê pêk neyînî tu sûcdar î.

SELMA AKKAYA  / PARİS

Hejmara 9´ê di bîra Kurdan de ji 9´ê Çileyê 2013´an ve bi komkujiyekê re bûye yek. Ew wê rojê îfade dike ku tê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez canê xwe ji dest dane. Piştî wê bi 9 salan... Bi hezaran Kurdistanî û Fransî, partiyên siyasî, rêxistinên femînîst, sendîkayan bi yek dengî xwestin “Erdoganê Qatil bê dadgehkirin” û “Fransa edaletê pêk bîne”!

Hevrêyên Sakîne Cansizêbi rojan beriya çalakiya 8´ê Çile dest bi amadekariyan kiribû ku weke roja “hesabpirsînê” roja 8´ê Çile jî sibehê zû li ser piyan bûn. Pêşî li Meydana Republiquê sehne danîn. Piştre pankart, dovîz, ala û bi hezaran belavok birin meydana ku meş wê jê dest pê bike. 

Efsane

Di salvegera 9´an a qetilkirina wê de hevrêyên wê Tevgera Jinên Kurd li Fransayê û Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) bi disîplîna wê ji bo wezîfeyên xwe amade bûn. Di nava dengê helbesta wê û bi îlhama ji wê helbestê girtî, paşiyên wê, hevrêyên wê xeta wê û efsaneya wê her ji nû ve dinivîsand:

Strana jiyana me vê şîretê li me dike; gava ezman qetiya
wekî şêrekî birîndar vekişiya kuna xwe
gava ku deryayan dilê xwe herikand nav stêrkan
efsane ji nû ve tê nivîsandin.
“Ji qehrê we ve li cihê em lê hatin kuştin em zêde dibin.”

Hevrêyên Rojbînê

Ew tovên ku Fîdan Doganê (Rojbîn) reşandin, weke tevgera femînîst a Fransî, partî û komên Fransî, sendîka tevî pankartên xwe li meydanê ne. Bi hezaran mişextên li xerîbiyê ji bo wê li Gare Du Nordê civiyan. Wan ji bo wê û bi rengê wê mîrata wê û pankarta li ser nivîsandî  “Heta ku edalet di tariyê de be Fransa gunehkar e” û sloganên “jin jiyan azadî” birin meydanê. 

Tevahiya beşên siyaseta Fransayê xewna wê, van gotinan li meydanê îfade dikin: “Bila Abdullah Ocalan û tevahiya girtiyên siyasî bên berdan, PKK ji nava lîsteya  rêxistinên terorîst bê derxistin.”

Ronahî

Leyla Şaylemez (Ronahî) ji 3 jinên şoreşger ên Kurd ên di komkujiyê de hatin şehîdkirin, ya herî ciwan bû. Ji nifşê sêyem ê Kurd ê Ewrûpayê bû.

Bayê welatê wê bang lê dikir, wê hîna nû gav diavêtin nav evîna azadiya welatê xwe, hîna gelek kar li ber hebûn, lê li Parîsê hatibû qetilkirin. Niha piştî bi 9 salan, li kolanên Parîsê bi hezaran jin û mêrên ciwan dibêjin, Sakîne, Rojbîn, Ronahî û dengê xwe wiha bilind dikin: “Em bi rastiyê dizanin, edaletê pêk bînin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.