Zîlan û Sakîne Cansiz hatin bibîranîn

Sêşem 2 Tîrmeh 2024 - 01:25

  • Li Îngîlistanê jin ji bo Festîvala Jinan a 19’an hatin cem hev û gotin,’’Em ê li ser xeta Bêrîtan û Zîlan Rêber Apo azad bikin.’’ Li Nûrnberg û Kîelê ya Elmanya jî hate gotin Zîlan deriyê jiyaneke nû vekiriye. Li Ermenîstanê jî Zîlan di salvgera şehîdbûnê de hate bibîranîn.

Meclîsa Jinan a Jiyan a Îngilistanê îsal li avahiya KCC’ê ya Londonê 19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan lidar xist. Festîval ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Festîval îsal bi dirûşmeya “Em bi Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin” hate lidarxistin. Bi sedan kes beşdarî festîvalê bûn ku endamên Gîk-Der û Yekîtiya Jinên Sosyalîst jî di nav beşdaran de bûn.

Piştî rêzgirtinê Turkan Bûdak li ser navê Meclîsa Jinan a Jiyan axivî û diyar kir ku jinên Kurd bi cesaret û îdeolojiya xwe bersiva pêwîst daye modernîteya kapîtalîst û dagirkerên faşîst.

Em ê li ser xeta Zîlan bin

Bûdak diyar kir ku ew ê bi ruhê Zîlanan têkoşînê geş bikin û got: “Ez di şexsê şehîd Zîlan de hemû şehîdên me bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînim. Em ê li ser xeta Bêrîtan û Zîlanan, Rêber Apo azad bikin.”

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropa jî axaftinek hate kirin; şehîd Zîlan hate bîranîn û banga tevlîbûna pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hate kirin.

Helbest hatin xwendin

Piştî axaftinan helbest hate guhdarkirin û defîle hate lidarxistin. Di festîvalê de bênavber dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Jinan bi cil û bergên xwe yên herêmî reng dan festîvalê.

Di festîvalê de hunermend Zeyno, Jale û Kewê derketin ser dikê. Beşdarên festîvalê demek dirêj, govend gerandin.

Ber bi Şoreşa Jinê ve...

Mîhrîcana Jinan a Sakîne Cansiz ku her sal ji bo bîranîna yek ji damezirînera Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Sara (Sakîne Cansiz) ku 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hat qetilkirin, li Kantona Zurîh a Swîsreyê hat lidarxistin. Mîhrîcan bi beşdariya hemû kantonan bi dirûşmeya “Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin” li qada Kasernenareal a Zurîhê pêk hat.

Qada mîhrîcanê bi wêne û posterên şoreşgerên jin ên di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de şehîd bûne û Rêber Abdullah Ocalan hatin xemilandin û bêyî navber dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

Li derdora pêngavê kom bibin

Jinên beşdarî mîhrîcanê bûn li dora têkoşîna azadiya jinên Kurd bûne yek. Bal kişandin ser girîngiya têkoşîna serhildêr û hevpar a Sakîne Cansiz. Di mîhrîcanê de li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin rawestiyan û bang li her kesî kirin ku li derdora pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” a ku di 10’ê Cotmehê de li seranserê cîhanê hatiye destpêkirin, kom bibin.

Mîhrîcan bi axaftina vekirinê ya endamên Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Selma Surer û Ozen Aytaç dest pê kir û li ser navê rêxistinên jinan jî axaftin hatin kirin.

Têkoşîna jinên Kurd bo cîhanê girîng e

Li ser navê Revolutionarer Aufban Schweizê Martîna axivî û bal kişand ser encamên pergala kapîtalîst a li ser civakan û bi taybetî li ser jinan kiriye. Marîna anî ziman ku êdî jin li her derê têdikoşin. Martîna daxuyand ku têkoşîna azadiyê û têkoşîna hevpar a jinên Kurd ji bo hemû jinên cîhanê gelekî girîng e û wiha got: “Ji Rojava heta Swîsreyê hêza ku em ji dirûşma Jin Jiyan Azadî digirin, têkoşîna xwe didomînin.”

Jin jiyanî azadî rênîşandêr e

Mîhrîcan bi axaftina rêxistinên jinan berdewam kir. Jinan diyar kirin ku têkoşîna Sakîne Cansiz bûye têkoşîna jinên cîhanê û bi bîr xistin ku dirûşm û felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ rê nîşanî tevgerên jinan dide.

Em li dor Rêber Apo kom bibin

Di mîhrîcanê de peyama KJK'ê hat xwendin. KJK'ê di peyama xwe de mîhrîcan û geşbûna têkoşîna jinên cîhanê silav kir û got, ‘’Têkoşîna Zîlan, Sara û Bêrîtanan a ku li çiyayên Kurdistanê dest pê kir, îro li seranserê cîhanê belav bûye û ber bi serkeftinê ve diçe.” KJK'ê da anî ziman ku coşa jinan a li qada mîhrîcanê û têkoşîna wan a li cîhanê derbeke mezin a li dijî sîstemên baviksalarî xistiye. KJK’ê bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin û bang li jinên cîhanê kir ku li dora têkoşîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kom bibin û wiha pê de çû: “Em têkoşîna jinan a ku ji Kurdistanê heta quncika herî dûr a cîhanê dimeşe silav dikin. Serkeftin wê ya jinên berxwedêr be."

Piştî axaftin û peyaman Koroya Zarokan a Bîel, Koma Folklorê ya Swîsreyê û Koma Dansê ya Jinên Katalanê hunerên xwe pêşkêş kirin. Di tevahiya mîhrîcanê de bi yek dengî timî dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" hat berzkirin.

Mîhrîcan bi stranên komên muzîkê, hunermendan û bi gerandina govendê heta saetên dereng berdewam kir.

Li bajarê Nurnber û Kiel ê Elmanyayê, di 28'emîn salvegera şehadeta wê de hat bibîranîn.

Nurnberg 

Li Nurnberg û Kîelê ya Elmanyayê jî bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Nurnberg û Meclîsa Jinê, şehîd Zîlan hat bibîranîn. Li qada bîranînê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîd Zîlan hatin danîn.

Di axaftinan de hate gotin ku şehîd Zîlan bi çalakiya xwe rêya jiyanek nû vvekir û derbeyek li polîtîkayên dijmin ên li ser Kurdan da.

Kîel 

Li Kîelê di bîranînê Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Kielê Rojîn Rojava jî axivî û ev tişt got: “Dewleta Tirk li çar aliyên Kurdistanê bi hovane êrîşî destkeftiyên gelê me dike. Dewleta Tirk bi hevkariya xiyaneta PDK’ê dixwaze dixwaze şer di nava Kurdan de çêke. Li dijî vê divê ewilî jin û hemû gelê me li têkoşîna azadiyê xwedî derkeve û ruhê şehîd Zîlan di hindirê xwe de ava bike.”

Li Fransa Marsîlya, Reıms û Toulousoyê jî Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) di salvegera şehîdbûnê ya 28’an de hate bibîranîn.

Ermenîstan

Yekîtiya Jinên Azad a Elegezê ya Zeyneb Kinacî (Zîlan) bi civînekê bi bîr anî. Li qada civînê wêneyê Rêber Abdullah Ocalan û şehîd Zîlan hatin daliqandin. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Di civîna bîranînê de li ser navê Yekîtiya Jinên Azad Natelan Saboyan, Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan û bavê şehîd Rûkanê Mîlo di bîranînê de axivîn. Di axaftinan de bal kişandin bi ser çalakî û kesayeta şehîd Zîlan û ev tişt hatin gotin: “Di şexsê şehîd Zîlan de em hemû şehîdên meha Hezîranê bi bîr tînin. Şehîd Zîlan ji bo me xeta azadiya jinê û gelê Kurd e.”

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.