Dengvedana Çanda Kurdî li Parîsê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 27 Gulan 2024 - 00:51

  • Mihrîcana Çanda Kurd a bi pêşengiya Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) û Komeleya Çand û Hunerê ya Kurdistanê (ACK) li Parîsê tê organîzekirin, dest pê kir. Mihrîcana ku 25'ê Gulanê dest pê kir wê heta 1'ê Hezîranê dewam bike.

Di hefteya çand û hunerî ku wê li Parîs û bajarên herêma Île-de-France bê lidarxistin û gelek mînakên mîrateya dewlemend a Kurdan wê werin nîşandan, çanda Kurdan a di bin gefê de ye wê were nasandin û li dijî asîmîlasyona çandî peyam were dayîn. Di mihrîcanê de bang li civaka Kurd a li Fransayê û bi taybet li Parîsê hate kirin ku çanda xwe nas bikin û gelên din ên li Fransayê ji bo naskirina Kurdan ku yek ji gelên herî kevn ên Mezopotamyayê ye, vexwendin mihrîcanê. Mihrîcan bi hevkariya Weqfa Danielle Mitterrand, Şaredariya Parîsê, Şaredariya Herêma 10'emîn a Parîsê, Şaredariya Mant Le Jolie û Şaredariya Montreûilê tê organîzekirin.

Bi mihrîcana ku ji aliyê CDK-F û ACK'ê ve tê lidarxistin, qada çandî ya civaka Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê derdikeve pêş. Ji bo aramî, geşepêdan û bextewariya gelê Kurd ên li Fransayê ne; ji bo avakirina diyalogeke domdar û avaker di navbera Kurd û gelên li Fransayê de, tê xwestin ku têkilî bê danîn.

Di mihrîcanê de bernameyeke dewlemend û cihêreng wek performansên hunerî, konserên kolanan, dîwana dengbêjiyê, atolyeyên hunera destan, xwarinên Kurd wê bê pêşkêşkirin. Her wiha dê ji bo zarokan atolyeyên lîstikan bên organîzekirin û ji bo fêrbûna ziman, muzîk û govenda Kurdî derfet bê dayîn.

Kurd hêmaneke girîng a Fransayê ne

Beriya meşê Şaredara Herêma 10’emîn a Parîsê Alexandra Cordebard axaftinek kir. Cordebard diyar kir ku gelê Kurd hêmaneke bingehîn a Parîs û Fransayê ye. Alexandra Cordebard diyar kir ku çand û hunera Kurdî yek ji girîngtirîn nirxên pirrengiya çandî ya mirovahiyê ye û got, "Em weke dostên gelê Kurd bi rûmet in ku em li cem vî çand û gelê hêja ne." Di meşa ku cil û bergên Kurdî hatin li xwe kirin û wêneyên rengîn derketin holê, li ber bi def, zurne, erbane û kilaman govend hate gerandin. Di meşa mihrîcanê de ku ji aliyê kesên li Parîsê dijîn ve bi eleqeyek mezin hat temaşekirin, bi broşurên CDK-F'ê yên ku li ser dîrok û çanda gelê Kurd hatibû amadekirin, xebatên girseyî hatin lidarxistin. Meşa mihîrîcanê li ber Carreau du Temple, salona çalakiya çandî ya Şaredariya Herêma 3’yemîn a Parîsê bi dawî bû.

Li derûdora çand û hunerê werin gel hev

Beriya çalakiyê, Hevserokê CDK-F Şahîn Polat axaftinek kir. Polat di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya çalakiyên çandî yên li dijî asîmîlasyona çandî. Şahîn Polat got, “Pênasekirina gel bi ziman û çanda wî tê kirin. Ji bo ciwanên me li dîasporayê winda nebin û têkiliyên Kurdan bi hev re qut nebin, girîng e li derûdora çand, huner û têkoşînê bên gel hev.” Piştî axaftinê belgefilma "Yêk" a bi derhêner û hilberîneriya Rojda Shîkho ya li ser Kurdên ji çar parçeyan neçar man ji Kurdistanê koç bikin li salona Carreau du Temple hat nîşandan.

Heta 1’ê Hezîranê dewam dike

Paşê bi amûrên muzîkê yên derbên cur bi cur performansa wan hate pêşkêşkirin. Piştî şanoyê hunermendên Kurd Helîm Omerî û hunermendên TEV-ÇAND'ê derketin ser dikê. Tîma Govendê ya Rojbîn hunera xwe pêşkêşî beşdaran kir.  Mihrîcana Çanda Kurd a ku bi hevkariya Weqfa Danielle Mitterrand, Şaredariya Parîsê, Şaredariya Herêma 10'emîn a Parîsê, Şaredariya Mant Le Jolie û Şaredariya Montreûilê tê lidarxistin, wê di 1'ê Hezîranê de bi dawî bibe.

Di roja dawî ya mihrîcanê de dê bi beşdariya Koma Amed, Chopy û Deza Amed konser bê lidarxistin.

ANF/PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.