Çanda Rojhilat nîqaş kirin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 28 Gulan 2024 - 00:28

Roja duyemîn a Mihrîcana Çanda Kurd ku cara 3’an li paytexta Fransa Parîsê tê lidarxistin, bi taştêya li Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hate dayîn dest pê kir. Piştî taştê li ser pêkhateya civakî-çandî ya kurdên Kirmanşanê panelek hate lidarxistin.

Ji Kurdên Kirmanşanê Dr. Tabîbeh Rezayî wek axaftvan beşdarî panelê bû û der barê çand û rêûresmên Rojhilatê Kurdistanê de pêşkêşiyek kir. Tabîbe Rezayî derbarê mîrateya muzîka Kirmanşanê de agahî da û got: “Radyoya Kirmanşanê ji salên 1960-70’an ve roleke girîng di geşepêdan û gihandina çanda Kurdên li Îranê de lîst.” Tabîbe Rezayî wiha domand: "Em deyndarê hunermendên wekî Hesen Zîrek in ku berhemên girîng bi muzîka Kurdî re anîne û ji aliyê Îraniyan ve gelekî tên naskirin û qedirbilind in. Wan salan li radyoya Kirmanşanê stranên kultura Kurdî dihatin lêdan.”

Her wiha li Navenda Çandê ya Ahmet Kaya li ser mijara Koma Zimanên Hind-Ewropî de zaravayên Kurdî de pêşangehek hat vekirin.

Piştî panelê li Bonne Nouvelle "Atolyeyên Deq û kofî" hatin vekirin. Di atolyeyên ku ji aliyê mêvanên mihrîcanê ve rastî eleqeyeke mezin hat, li ser wate û girîngiya deqên kevn yên girîng ên çanda Kurdî agahî hatin dayîn. Hunermendên TEV-ÇAND'ê derketin ser dikê û berhemên kurdî pêşkêş kirin.

Roja duyemîn a mihrîcanê bi gerandina govendê bi dawî bû.

ANF/PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.