Ji bo Rêber Apo li Parîsê konser

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 17 Cotmeh 2024 - 01:25

Banga beşdarbûna ji bo konsera “Ji Rêber Apo re azadî” ku wê di 19’ê Cotmehê de li paytexta Fransa Parîsê bê lidarxistin, hat kirin.

Bangên ji bo konsera piştgiriyê ya ku di çarçoveya Kampanyaya “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” li Parîsê bê lidarxistin, dewam dikin.

Di daxuyaniya nivîskî ya derbarê konserê de wiha hat gotin:

“Ev konser wê bibe berxwedana kevneşopî ya stranên nûjen û awaz di nav hev de bên hunandin, şiyara azadiyê bibe navneteweyî, deng bibe dirûşm û yekîtî veguhere hevgirtinê. Bi muzîka nûjen a Fransî re Moûss û Hakîmî di rêwîtiya sehrayên Rojhilata Navîn de hevaltiya we bikin. Dengê Rodolphe Burger, Sofiane Saidi, Mehdî Heddab ên xweş, bi sekna biryardarî ya Firmeskê û têkoşîna 50 salan a bi şêwaza muzîka bêhempa Hozan Comerd, Xelîl Xemgîn û Hekîm Sefkan wê kêliyên xweş bidin jiyîn. Roja Şemiyê 19’ê Cotmehê saet 16.00’an de li Montreuil Expo ya Parîsê em ê azadiyê biqîrin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.