Konferansa Ciwanan a Cîhanê destpê kir

Şemî 4 Mijdar 2023 - 00:47

Konferansa Ciwanan a Cîhanê li paytexta Fransa Parîsê destpê kir. Konferans wê sê rojan dewam bike û ji tevahiya cîhanê zêdeyî 60 rêxistinên ciwanan tevlî dibin.

Konferans ji aliyê tevna 'Ronahî' û 'Ciwan dîrokê dinivîsîn' ve tê lidarxistin û xwe dispêre konferansên salên 2015 û 2019'an ên li Amed û Kobanê. Armanca xwe ya niha ew e ku xwe bigihîne hemû ciwanên li cîhanê. Konferans bi dirûşma 'Em ê dîrokê binivîsînin - Têkoşîna azadiyê ya ciwanan nikare bê astengkirin' pêk tê. Bi konferansê tê xwestin ku ciwan tecrûbeyên xwe parve bikin, xwe bikin aktorekî civakî, di siyaseta cîhanê de xwedî gotin û agahî bin, li dora nirxên hevpar pîvanên xwe ava bikin. Di konferansê de mijarên li ser azadî, ekolojî, wekheviya jin û mêr û alternatîfên li hemberî sîstema kapîtalîst derdikevin pêş. Di civînê de wê encamên jiyana lîberal a li ser ciwanan, pênaseya zayendîperest, pirsgirêkên ekolojîk, faşîzm û mîlîtarîzm, perwerde, di Şerê Cîhanê yê 3'yemîn de ciwanên Rojhilata Navîn, pirsgirêkên aboriyê, koç, dîroka ciwanan, enternasyonalîzm, azadî, li nava civakên dagirkirî û gelên penaberbûyî pirgirêkên ciwanan û pirsgirêkên jin ên ciwan wê bêne nirxandin. Li gorî amadekarên konferansê Ronahî - Navenda Têkiliyên bi Gel re ya ji bo Ciwanan û 'Youth Writing History' (Ciwan dîrokê dinivîsînin) rêxistinên ciwanan ên cuda li hemberî kapîtalîzm, zexta ji bo tunekirina xweza û zayendîperestiya civakî li dora lêgerîna li jiyaneke alternatîf li hev kom bûn. Youth Writing History diyar kir ku armanca wan ji vê konferansa li Parîsê ew e ku konferansê di asta navneteweyî de bi pêş ve bibin.

Rêxistinên ku tevlî dibin

Arran (Katalonya) - Poder Popular (Arjantîn) - Ciwanên MSD (Sûriye) - YXK/JXK, Yekîtiya Xwendekarên Kurd - Anakbayan (Fîlîpîn) - Partiya Komunîst a Sûdanê - Retomada Aty Jovem (Gelên Guaranî û Kaiowa; Brezîlya) - Youth For Climate Fransa - Ernai (Welatê Bask) - Trinacria (Sîcîlya) – Middle East Youth Initiative - Lista Demokraticnega Studentstva (Slovenya) - Sosialistisk Ungdom (Norwêc), PEPS, Pour une Ecologie Populaire et Sociale (Fransa), Abahlali baseMjondolo (Efrîqaya Başûr). Her wiha gelek delegasyon li ser medyaya civakî vîdeo parvekirin û ragihandin ku ew ê beşdarî konferansê bibin.

Tora Ciwanên Cîhanê prensîbên ku wê bingeha konferansê pêk bînin wiha rêz kirin:

Xweseriya Ciwanan: Bi armanca xurtkirina însiyatîf û perspektîfa her yekî, konferans wê ji aliyê ciwanan ve ji bo ciwanan bê lidar xistin. Weke ku di dirûşmeya konferansê de û di malpera wê de jî hatiye gotin: “Em nifşê dawî ne, însiyatîfa me wê çarenûsa me diyar bike”.

Azadiya Jinê - Jin, Jiyan, Azadî: Bi armanca têkoşîna li dijî zexta li ser jinê, konferans hewcedarî bi perspektîfeke hevpar a ji bo azadiya jinê dibîne. Armanca me ew e ku em bersivekê ji tundî, îstîsmar û objekirina jinên ciwan re bibînin, girêdanên di navbera jinên ciwan de xurt bikin û derfetê bidin wan ku nasnameya xwe ji nû ve bibînin. Torê vê têkoşînê weke bingeha hemû têkoşînên din dibîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.