Hedan ji me re nîne

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 8 Çile 2024 - 16:22

ARAT ARARAT / PARÎS


Dawiya hefteyê Kurd û dostên xwe ji gelek welatên Ewrûpayê berê xwe dan Parîsê û bi dehhezaran dengê xwe kirin yek û doza edaletê kirin. Ez li nava xelkê geriyam û ez pêşî bi Gulê Ocalan re peyivîm. Wê got, “Esas, ji ber ku Fransa bi xwe sûcdar e, ev 11 sal in komkujiyê ronî nake. Ne tenê Fransa tevahiya welatên Ewrûpayê şirîkê vê sûcî ne. Ji ber ku berjewendiyên wan hene bi Tirkiyeyê re, xwe bêdeng dikin. Heta ku ev komkujî bê ronîkirin divê em jin li ser piyan bin, hedana me nebe.”

 

Ji Fransiyan re behsa komkujiyê dike

Jineke ku ji dêûbavan yek Fransî ye û li Fransayê hatiye dinyayê, Roseline Berowan Kisa, ew hevseroka Komeleya France Kurdistanê ye. Li ser komkujiyê ew dibêje, “ji bo min maneyeke trajîk a Fransayê êdî heye. Li vir beriya bi 11 salan komkujiyek çêbû. Piştê wê bi 10 salan komkujiyeke din. Kurd, jinên Kurd hatin qetilkirin. Ji bo min maneya Parîsê, Kurd û jinên Kurd in.” Roseline, ji Fransiyan re behsa van her du komkujiyan dike, dixwaze ew jî zextê li dewleta xwe bikin da ku komkujî bên ronîkirin, berpirsiyar bên dadgehkirin.

 

Parîs bûye navê komkujiyên li dijî Kurdan

Pirr xelk hatiye û ez bi zor dimeşim di nava xelkê de. Axir komek ciwan ê ku karta min a rojnamevaniyê li ber çavên wan dikeve, min disekinînin. Yek ji wan Serhat Deniz e, ji Erziromê ye. Gava min jê pirsî ka ew çima li Parîsê ye, ew dibêje, ji bo bibîranînê ew hatiye Parîsê û navê Parîsê ji bo wî bûye navê komkujiyên ji bo Kurdan. Ew li ser rola Fransayê dibêje, “Fransa ji bo berjewendiyên xwe dengê xwe nake.”

 

Bi Kurdî dipeyivin

Hejmara ciwanan di çalakiyê de ji caran bêhtir e. Pirraniya wan jî di nava xwe de bi kurdî dipeyivîn. Firat Dêrsim ji Strasbourgê tevlî çalakiyê bûye, ew dibêje, “Welatên ku şirîkê vê komkujiyê ne, nexasim jî Fransa, bi rastiyê dizanin, lê vedişêrin. Ji ber wê dad û edalet pêk nayê. Ji bo misogerkirina edaletê û ji bo ku ev dewlet rastiyê bibêjin, em Kurd lazim e timî berê xwe bidin Parîsê, dengê xwe bilind bikin, çalakiyan bikin û li meydanan bin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.