Hesabê komkujiyan tê pirsîn
Çarşem 8 Çile 2025 - 03:15
- KCK'ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyek da û got: Têkoşîna me ya li ser xeta şehîdan tê meşandin, wê hesab ji hemû komkujiyan bipirse, jiyaneke azad, wekhev û demokratîk ku armanca şehîdan bû, wê ava bike.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya savegera komkujiya Parîsê daxuyaniyek da û wiha got:"Di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê sê mirovên bijarte yên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi komployeke xayin hatin şehîdxistin. Di demekê de ku Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê di dewrê de bû û di encama vê yekê de jî hêvî zêde bûbûn, hêzên qirker, tarî û bi nêta xerab ji bo karibin zextê li Rêbertî bikin û tevgerê û îradeya gel bişikîne, ev komkujî kirin. Ji xwe di demeke kurt de eşkere bû ku komkujî ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin. Em vê komkujiya ku bi rengekî nemerdane hatiye kirin careke din şermezar dikin, di şexsê hevalên Sara, Rojbîn û Ronahî de şehîdên demokrasî û şoreşê hemûyan bi minet bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Têkoşîna me ku li ser xeta şehîdan tê meşandin, wê teqez hesabê hemû komkujiyan bipirse û ji bo bîranîna şehîdan jiyana azad, demokratîk û wekhev ava bike."
Têkoşîna azadiya jinê têkoşîna Sara ye
Di daxuyaniyê de hate gotin:"Li Parîsê bi zanebûn êrîş li hersê hevrêyan hate kirin. Êrîşa li dijî sê jinên têkoşer û şoreşger bi armanca lawazkirina têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û xeta azadiyê ya jinê bû. Hevrê Sara yek ji kadroyên damezrîner ên PKK'ê bû. Li dijî zilm û êşkenceya dijmin tevlî Berxwedana Zindana Amedê bû ku yek ji berxwedanên herî bi şeref û mezin ê dîrokê bû. Bi sekna xwe ya qewîn tarîtiya li ser gelê Kurdistanê li zindanê qetand û bû ronahî ji gelê me re. Bi têkoşîna xwe ya şoreşgerî ya ji 40 salan û bi keda xwe ya mezin hem di pêşvebirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hem jî di xurtkirina xeta azadiyê ya jinê de tevkariyeke mezin kir, pêşengî jê re kir. Têkoşîna azadiyê ya jinan a Kurdistanê li ser xeta bexwedanê ya hevrê Sara bi pêş ket û gerdûnî bû. Hevrê Sara ne tenê ji bo jinên Kurd her wiha di asta gerdûnî de jî bû sembola azadiyê ya jinan. Rêber Apo ji bo têkoşîna azadiyê ya jinê got, têkoşîna Sara. Hevrê Ronahî û Rojbîn jî xwe bi temamî dan vê dozê, di dilê xwe de azadiya gel û jinên Kurdistanê hilgirtin û ji bo vê têkoşiyan.
Tirkiyê bi tena xwe nekiriye
Gelê Kurdistanê ji bo ronîkirina Komkujiya Parîsê bi salan e bang li dewleta Fransayê û hemû dewletên Ewropayê dike. Weke tevger me jî gelek caran ev bang kir. Eger dewleta Fransayê dixwaze ji binê tewanbariyê derkeve, divê Komkujiya Parîsê ronî bike, ji bo vê gavê biavêje û rastiyan bi raya giştî re parve bike. Lê belê heta niha ji bo ronîkirina komkujiyê gavek nehatiye avêtin. Ev jî dibe sedem ku bi salan e me û gelê me bixe nava fikaran. Bêguman yê ku ev komkujî kir dewleta Tirk e. Gelê me û tevgera me bi vê rastiyê zanin. Lê belê em baş zanin ku dewleta Tirk bi tena serê xwe ev komkujî nekiriye. Bêyî piştgiriya rêxistinên îstîxbaratê û dewletên Ewropayê şebekeya kuştinê MÎT û dewleta Tirk li cihekî weke Parîsê nikare komkujiyeke bi vî rengî bi tena serê xwe bikin. Ji xwe tevî ku di ser re 12 sal derbas bûne hîn jî Fransayê û dewletên Ewropayê ji bo ronîkirina komkujiyê ti gav neavêtine ku ev yek jî nîşan dide, Komkujiya Parîsê operasyoneke NATO-Gladioyê ye. Ji ber vê yekê divê komkujiya Parîsê bi her awayî bê ronîkirin. Kê alîkarî da dewleta Tirk û bi kîjan armancê bû hevkarê komkujiyê, divê bi hemû aliyên xwe bê ronîkirin.
Şehîdên Silopiyayê bibîr tînin
Komkujiyeke bi heman rengî di 3'ê Çileya 2016'an de li Silopiyayê hate kirin. Li vê derê jî sê jinên têkoşer ên pêşeng hevrê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar hatin şehîdxistin. Em van şehîdên xwe jî bi hurmet û minet bi bîr tînin. Gelekî bi wate ye ku gelê me di salvegera komkujiyê de şehîdên Silopiyayê careke din bi bîr aniye. Tenê bi fêhmkirina bîranîna şehîdan û xwedîderketina li bîranîna wan em dikarin xwe bigihînin azadiyê û bi rengekî rast bijîn. Heta ku ev nebe ne em dikarin bi rengekî rast û azad bijîn ne jî bi navê rastî û azadiyê qala tiştekî bikin. Rêber Apo her tim dilsoziya xwe ya bi şehîdan re destnîşan kir û anî ziman ku têkoşîna azadiyê têkşîna ji bo bîranîna dilsoziya bi şehîdan re ye. Divê bê zanîn ku li Kurdistanê her tişt li ser vê bingehê hatiye afirandin û bi nêzîkatiyeke rast a li rastiya şehîdan divê em li ser xeta wan têkoşîna azadiyê mezin bikin."
BEHDÎNAN