Em têkoşîna hevpar dimeşînin

Şemî 11 Çile 2025 - 03:15

  • Çalakiyên bîranînê yên ji bo 6 şehîdên ku li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, dewam dikin. Di vê çarçoveyê de li avahiya Şaredariya 10’emîn a Parîsê civîn hate lidarxistin. Herwiha li seranserî Ewrûpayê jî çalakiyên cihêreng hatin lidarxistin.

Çalakiyên bîranînê yên ji bo 6 şehîdên ku li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, dewam dikin. Di vê çarçoveyê de li avahiya Şaredariya 10’emîn a Parîsê civîn hate lidarxistin.

PARÎS

Şaredara 10’emîn a Parîsê Alexandra Cordebard, ji Belçîkayê Parêzer Selma Benkhelifa, Parêzer Christian Chariere Bournazel, Parêzer Slyvie Boitel, siyasetmedarên Fransizî, parêzerên dozê, parêzerên ji Îtalya û Galiçyayê hatin, malbat, nûnerên saziyên Kurdan û gelek kes beşdarî civînê bûn.

Sara Marscha moderatoriya panela ku di çarçoveya biranînê de hat lidarxistin kir. Şaredara 10’emîn a Parîsê Alexandra Cordebard axaftina vekirinê kir û çalakiya bîranînê ya vê siharê pêk hat bi bîr xist û wiha got:“Em di çalakiya bîranînê de bi hev re bûn, ez keyfxweş im ku em bi hev re ne. Di Şaredariya 10’emîn a Parîsê de bi we re jiyan kirin ji bo me şanazî ye.” Alexandra Cordebard bi bîr xist ku ew bi Kurdan re têkoşînekî hevpar dimeşînin.

STRASBOURG

Siyasetmedarên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de û Evîn Goyî, Abdurrahman Kizil û hunermend Mîr Perwer ên di 23'ê Kanûna 2022'an de li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li Strasbourgê hatin bibîranîn. Bîranîn ji aliyê Komuna Jinê ya Zîn û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasbourgê ve li Place Kleberê hat lidarxistin. Di bîranînê de ji bo şehîdan mûm hatin pêxistin û wêneyên şehîdan bi gulan hatin xemilandin.

STUTTGART

Şehîdên Parisê bi pêşengiya TekoJin û Komuna Jinan a Meryem li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê bi çalakiyekê hatin bibîranîn. Çalakiya bîranînê li Rotebuhlplatzê hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de hat xwestin ku Komkujiya 9’ê Çileyê ya Parisê di salvegera xwe ya 12’emîn de bê ronîkirin.

ATÎNA

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Atinayê jî bi boneya salvegera Komkujiya 9’ê Çileyê ya Parisê çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Di bîranînê de axaftin hatin kirin û bal kişandin bi ser têkoşîna şehîdên Parisê. Di bîranînê de hate gotin ku em ê ala têkoşînê ya şehîdan bilind bikin.

KOPENHAG

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, ji bo pêşengên gelê Kurd ên li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin çelenga reş danîn pêşiya Konsolosxaneya Fransayê. Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinên Kurd a li Kopenhagê xebat dike, hat lidarxistin. Di çalakiyê de daneza bi nivîsa “Kujer diyar in û Fransa bêdeng e. Bêdengiya li hemberî komkujiyê, şirîkatî ye” jî danîn.

ROMA

Bi wesîleya salvegera şehadeta 3 jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê şehîd bûn, li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li paytexta Îtalya Romayê çalakî hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ên Îtalî bi daxwaza edaletê li qada Campo de' Fîorî hatin ba hev.

Çalakî bi pêşengiya Komîteya Jineolojiyê ya Kurdistanê, Rete Kurdistan û Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî (UKI) hat lidarxistin. Gelek kes, gelek nûnerên sendîka û saziyên çep-demokratîk beşdarî çalakiyê bûn.

HESEKÊ

Bi boneya 12'emîn salvegera qetilkirina 3 têkoşerên azadiyê, bi pêşengtiya Kongra Star li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê meşek girseyî hat lidarxistin. Di meşê de hemû nûner, sazî û dezgehên jinan û pêkhateyên ji Til Temir, Dirbêsiyê, Hesekê, Hol, Şedadê û Til Birakê amade bûn. Di meşê de wêneyên her sê têkoşeran û pankartên bi nivîsa "Ji komplogeran re na" hatin hilgirtin. Meş ji xaçerêya Kevokê dest pê kir û li xaçerêya Şehîd Serhed a li taxa Miftî veguherî mitîngê.

DÊRAZOR

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê şehîdên Parîsê bi bîr anîn. Merasîm li hola Desteya Jinan a herêma Meamil bi beşdariya endamên jin ên ji tevahî sazî, meclisên jinan û endamên kombûnê hat lidarxistin. Di merasîmê de şêwirmenda Akademiya Civaka Demokratîk a Dêrazorê Bihar Ehmed bal kişand ser rola her sê şehîdan di parastina mafên jinan û astengiyên li pêş wan derketine û got bi saya wan îro jinan gelek destkeftî pêk anîn. Di dawiyê de jinan mûm ji bo bîranîna her sê şehîdan vêxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.