Em bi têkoşîna Kurdan serbilind in
Duşem 13 Çile 2025 - 03:15
- Li Parîsê her du komkujiyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kirin, hatin protestokirin. Di çalakiya ku bi deh hezaran kesên ku ji seranserî Ewrûpayê beşdar bûn de hate diyarkirin ku jin wê li hemberî komkujiyan bêdeng nebin û peyamên mezinkirina têkoşînê hatin dayîn.
Li Parîsê ji bo şehîdên komkujiyên ku di 9’ê Çileya 2013’yan û di 23’yê Kanûna 2022’yan de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kirin, piştî meşa li Stasyona Trenê ya Bakûr heya Qada Repucliqueyê mitîngek hate lidarxistin. Meşa navendî bi pêşengtiya TJK-E û KCDK-E‘yê hate lidarxistin û Kurdistaniyên ji gelek deverên Ewropayê beşdarî meşê bûn. Kurdistanî û dostên wan di çalakiyê de dirûşmeyên; ‘’Şehid namirin’’, ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Kujer diyar in Fransa çima bê deng e?’’ û ‘’Bijî berxwedana QSD’ê’’ hatin berzkirin.
Ji bo azadiyê şehîd bûn
Piştî merasîma rêzgirtinê ya li Qada Republiqueyê Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut axivî û wiha got:’’Em kujeran nas dikin. Em dizanin çima jinên Kurd hedef digirin. Jinên Kurd û jinên şoreşger mîrateyeke mezin hiştin û îro bi pêşengtiya vê mîrateyê têkoşîna me berdewam dike. Ev şer û zulm berdewam dike. Li Rojava li hemberî gelê me êrîşên bi balafir û çeteyan berdewam dikin. Dixwazin me tune bikin. Jinên Kurd li Rojava li ber xwe didin, ji bo nirxên mirovahî û demokrasiyê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li ber xwe didin. Hakan Fîdan gef li Fransayê xwarin. Em ji vir bang dikin, divê îro hemû cihan, welatên Ewropayê; li hemberî têkoşîna gelê Kurd bê deng nemînin. Em bang li Fransayê dikin; divê ev dosyayên qirkirinan werin eşkerekirin. Îstixbarata dewleta Tirk ev komkujî pêk anîn. Dewleta Fransayê dizane bê ka ev komkujiyê ji aliyê kê ve hatine kirin. Baweriya me bi têkoşîna me heye. Heya ku em edaletê dabîn dikin, em ê li ber xwe bidin. Em ê bi têkoşîna xwe edaletê dabîn bikin. Em ê bi têkoşîna xwe azadîya fîzîkî ya Rêber Apo dabîn bikin.’’
Fransa çima bêdeng e?
Endamê Meclîsê Genevieve Garrigos jî li ser navê Şaredariya Parîsê axivî û got:’’Ev 12 sal in têkoşîna me ya ji bo edaletê didome. Parîs, di heman demê de bajarê Kurdan e. Em li vir in, em dixwazin çand û nirxên xwe yên hevpar biparêzin. Em li gel Kurdan in û ev yek wê berdewam bike. Divê em xwedî li têkoşîna gelê Kurd derkevin. Gelê Kurd li dijî çeteyên DAÎŞ’ê têkoşîneke mezin meşand.’’ Malbatên şehîdan jî derketin ser dikê gel silav kirin. Zeynep Kara ya ji malbata Evîn Goyî li ser navê malbatan axivî û got:’’Em dixwazin edalet pêk were. Ji bo vê yekê divê têkoşîn were mezintirkirin. Em weke gelê Kurd dibêjin ku; kujer diyar in, Fransa çima bê deng e? Em ê têkoşîna xwe bidomînin.’’
Kujer diyar in divê bên darizandin
Parlamentera HDP’ê ya berê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî got:’’Em li hemberî veşartina van komkujiyan li ber xwe didin. Dewleta Fransayê li hemberî komkujiyan bê deng e. Em dizanin ku ev komkuji li Enqereyê hatine plankirin. Em kujeran nas dikin û daxwaz dikin ku kujer werin darizandin.’’ Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan jî got:’’Berjewendiyên polîtîk û aborî nikarin van komkujiyan veşêrin. Lê belê em dibînin ku hem li Rojava hem jî li Başûr hêza ku gelê Kurd bi komkujiyan re rû bi rû dihêle, dewleta Tirk e. Kujer Erdogan û Hakan Fîdan in. Divê ev werin darizandin. Ez bang li Fransayê dikim ku bila berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.’’ Parlamenter Pourra Amirshahi jî axivî û got:’’Gelê Kurd ji bo mirovahiyê şer dike. Em bi têkoşîna gelê Kurd serbilind in.’’
Em destketiyên Rojava biparêzin
Endamê Konseya Rêveberiya KCK’ê Zubeyir Aydar jî ev peyam dan:’’Em careke din bang dikin; Pêvajoyeke weke ya Kobanê li pêşiya me ye, çawa em xwedî li Kobanê derketin, divê em wisa xwedî li Rojava jî derkevin. Bi Rêber Apo re hevdîtin pêk hatin. Peyama Rêber Apo eşkere ye û bang kir ku ev mesele bi diyalog û aşitiyê were çareserkirin. Tevî ku Erdogan û hevalên wî têkildarî vê mijarê pêngavan naavêjin, herweha tiştên xirab dikin, şaredariyan desteser dikin, êrîşî Başûr dikin û çekên kîmyewî bi kar tînin. Di pêvajoyeke wiha de em qebûl nakin ku gef li gelê Kurd werin xwarin. Em ji bo aşitiyê amade ne lê belê ger li dijî me gefan bixwin, em ê jî heya dawiyê li ber xwe bidin. Divê gelê me ji bilî gotinên Tevgerê guh nede tu gotinên din. Ji Rêbertî û Tevgerê bi bawer bin, em ê heya dawiyê ji bo vî gelê xizmetê bikin.’’
Divê Fransa Kurdan biparêze
Laurence Cohen ve Yann Brosa jî derketin ser dikê û gotin:’’Kujer Erdogan e. Divê ev yek bê ceza nemînin. Em daxwaza edaletê dikin, divê dewleta Fransayê milîtanên Kurd biparêze. Nabe ku Kurdên li Fransayê dijîn, ji Tirkiyeyê re werin şandin. Nirxên ku hûn diparêzin nirxên me ne.’’ Arnaud Regall jî li sernavê Insoumisê got:’’Di demên dawîn de li Sûriyeyê êrîşên dijwar hene û divê Fransa li hemberî vî şerî derkeve. Divê li hemberî çeteyên ku dewleta Tirk wan diparêze, derkeve.’’ Ji Partiya Çepgiran Jean Christophe Senat jî got:’’Em daxwaza edalet û heqîqetê dikin. Çareseriya pirsgirêka Kurd bi azadiya fîzîkî Abdullah Ocalan û çareseriya polîtîk pêkan e. Herwiha çareseriya siyasî, bi derxistina PKK’ê ya ji lîsteya terorê pêkan e. Divê em vê projeya demokratîk û ya daxwaza azadiya jinan dike, biparêzin. Kurd hevalbendên me ne û li Rojhilata Navîn gelê Filîstînê jî di bin zextê de ye. Divê li Rojhilata Navîn Kurd û gelê Filîstînê werin qebûlkirin û edalet were dabînkirin. Ji ber vê yekê bernameya Tevgera Azadiyê rizgariyek e.’’ Mîtîng bi stranên Koma Hunera Mizgîn bidawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN