Ji bo hesabpirsînê tevlî meşê bibin

Pêncşem 9 Çile 2025 - 03:15

  • Koordînasyona KJK’ê û Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê daxuyanî dan û bang kirin ku ji bo hesabê komkujiyan bê pirsîn, tevlî meşa mezin a li Parîsê bibin.

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî bi vî rengî ye:"Tevgera azadiyê ya Kurd ji roja destpêkirina têkoşînê û vir ve di her kêliyê de berdêlên giran da, li ber xwe da û ewladên xwe yên herî hêja di vê oxirê de şehîd da. Ew ne tenê jinên Kurd an jî ewladên herî hêja yên gelê Kurd bûn, ew ewladên herî hêja yên mirovahiyê û jin ên pêşeng ên şoreşger bûn ku ji bo nirxên mirovahiyê û jinên cîhanê têkoşiyan. Yek ji hevrêyên me yên bi têkoşîna xwe cihê xwe di nava dîrokê de girt, ji pêşengên tevgera jinê û tevgera azadiyê ya Kurd hevala Sara ye. Hevala Sara hîmên têkoşîna azadiya jinê danî ku îro ji jinên cîhanê re bûye çavkaniya sûdwergirtinê, ji bo mezinbûna vî hîmî jiyana xwe feda kir, ji partîbûna jinê heta bi artêşbûn û avakirina sîstema konfederal a jinê di her kêliya dîrokî de kedeke mezin da. Rêya ber bi formula 'Jin, Jiyan, Azadî' bi ked, îrade, bawerî û têkoşîna xwe afirand ku li her devera cîhanê jinên azadîxwaz diqîrin. Ji ber vê yekê li Rojava di kesayetiya jinên ku şoreş kirine şoreşa jinê û jiyan bi rengê jinê ava kirin, li Şengalê di şexsê jinên ku bi wêrekî li ber kuştin, firotina li bazaran û fermanan rabûn, li Rojhilat di kesayetiya jinên ku li dijî qanûnên qaşo exlaqê dibêjin 'Jin, Jiyan, Azadî', li Bakur û Rojhilat di şexsê jinên ku li hemberî êşkenceyên li zindanan li ber xwe didin, em têkoşîna hevala Sara dibînin. Rêber Apo bi gotina 'Em tevgera azadiyê ya jinê dijîn. Sakîne Mînak e. Jiyana Sakîne mînak e. Azadiya jinê têkoşîna Saknîne ye' têkoşîna hevala Sara weke mînak nîşanî hemû jinan da ku dixwazin azad bibin. Hevalên Rojbîn û Ronahî jî li Ewropayê neketin xefika azadiya sexte ya ku jinan tine dike û bûn mînakên herî bedew ên dilsoziya bi jin, xak û welêt, bûn mînaka welatparêziyê. Hevala Rojbîn bi karên xwe yên dîplomasiyê hewl da bibe dengê gelê Kurd, dengê gel û jinên Kurd ji cîhanê re ragihîne. Hevala Ronahî jî temenê xwe yê ciwan bi karên gelekî girîng û mezin derbas kir û di serî de jin ên ciwan ji bo hemû jinan bû çavkaniya sûdwergirtinê.

Mîna Komkujiya 1938’an e

Rêber Apo ev komkujiya qirêj a 9'ê Çileya 2013'an hate kirin, qetilkirina Sakîne şiband komkujiya duyemîn a 1938'an û diyar kir ku wê hesabê Sakîne bipirse, vê yekê eşkere bike û bi vî rengî bal kişand ser girîngiya ronîkirina vê komkujiyê. Hevala Sara bi têkoşîna xwe ji kesekê wêdetir bû kesayet û nasnameyeke dîrokî. Ji ber vê yekê di şexsê hevala Sara de êrîş li dijî tevgera azadiyê ya Kurd û jinên Kurd hate kirin. Rêya herî bi wate ya pûçkirina van êrîşên qirker û faşîst bêguman mezinkirina wê têkoşînê ye ku hevala Sara da destpêkirin. Bi avakirina sîstema konfederal a jinê, bi rêxistinkirin û têkoşînê têkoşînên van jinên şoreşger dikarin bêne mezinkirin û hesab ji kujeran bê pirsîn. Em bang li gelê xwe û dostên xwe yên li Ewropayê dikin ku tevlî meşa mezin a 11'ê Çileyê ya li Parîsê bibin ku wê bi dirûşma 'Kujer diyar e, Fransa çima bêdeng e' bê lidarxistin. Em bang dikin ku bi tevlîbûna li meşa mezin bikin ku dewleta Fransayê bi berpirsyariya xwe rabe û hesabê komkujiyên yekemîn û dueymîn ên Parîsê bipirsin."

Divê Fransa kujeran darizîne

Komîteya Rêveber a PKK'ê şehîdên komkujiya Parîsê bi hurmet û minet bi bîr anî û got:"Em di salvegera 12'emîn a komkujiyê de ne ku 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hate kirin û di encamê de hevrê Sara (Sakîne Cansiz), Rojbîn (Fîdan Dogan) û Ronahî (Leyla Şaylemez) şehîd bûn. Di vê salvegerê de jî ji bo hesabpirsîna komkujiya Parîsê em qad û kolanan dadigirin. Bi zanebûn êrîş li dijî sê hevrêyên me yên hêja hate kirin. Bi taybetî hevrê Sara ji ber ku yek ji damezrînerên partiya me bû, li dijî rejîma faşîst-leşkerî ya 12'ê Îlonê yek ji hevrêyên pêşengî ji Berxwedana Zindanê ya Mezin re kir û tevkariya herî zêde li pêşketina xeta azadiyê ya jinê ya partiya me kir, bû hedefa êrîşê. Di vê çarçoveyê de ya ku bû hedefa êrîşê gelê Kurd û têkoşîna wê ya hebûn û azadiyê ye. Ya rast, hîn di rojên destpêkê de eşkere bû bê kê komkujiya 9'ê Çileya 2013'an a li Parîsê kir, kê da kirin. Lê belê rêveberiya Fransayê ku li ser bingeha berjewendiyan bi berpirsyarê komkujiyê re li hev kiriye, ev rastî ti carî bi şênberî eşkere nekir û kujer mehkeme nekir û hesab nepirsî. Eger di dema xwe de ev kiribûya di 23'ê Kanûna 2022'an de komkujiya Parîsê ya duyemîn rû nedida ku di encamê de yek ji fermandarên şerê li dijî DAÎŞ'ê Evîn Goyî û du welatparêzên Kurd şehîd bûn. Bi wesîleya salvegerê em careke din bang li Rêveberiya Fransayê dikin ku bi rengekî demokratîk tevbigere, hiqûqê bi cih bîne û hemû sûcdarên herdu komkujiyên Parîsê darizîne. Bi taybetî em dibêjin, destnîşankirina para rêveberiya Tayyîp Erdogan a di van komkujiyan de û darizandina wan wê pêşî li qirkirina Kurdan bigire, wê xizmetê ji demokratîkbûna Tirkiye, Sûriye û tevahiya Rojhilata Navîn re bike.

Em hertim li pişt Rêber APO ne

Di vê demê de ku em dikevin sala 13'an a Komkujiya Parîsê, weke gel û tevger li gel derfet û firsendan her wiha bi gelek rîsk û metirsiyan re jî rû bi rû ne. Bi hilweşîna rejîma Baas a li Sûriyeyê re sîstema netewe dewletê ya piştî şerê cîhanê yê yekemîn li Rojhilat Navîn hate danîn li qada Ereb hilweşiya, li Îran û Tirkiyeyê dawiya vê yekê tê. Di avakirina sîstema Rojhilata Navîn a nû de Kurd û Kurdistan xwedî roleke kilît û diyarker e. Ji bo mifteya Rojhilata Navîn ber bi aliyê demokrasî û azadiyê ve veke, Rêber Apo dest bi hewldaneke nû kiriye. Bi rêya têkoşînê zext li deriyên Îmraliyê hate kirin ku vebe. Daxuyaniya Heyeta DEM Partiyê ya ku 28'ê Kanûna 2024'an bi Rêber Apo re hevdîtin kir, hem kêfa Kurdan û dostan anî, hem jî atmosfera siyasî ya li Tirkiyeyê bi rengekî cidî guhert. Em gel û tevger, bêguman vê pêvajoyê û van nîqaşan girîng dibînin. Em her tim li pişt biryarên Rêber Apo sekinîn, bêguman ji niha û pê ve jî em ê bi heman rengî tevbigerin. Ji bo têkoşîna Rêber Apo bi ser bikeve, em ê her wezîfeya dikeve ser milê xwe bi cih bînin. Di heman demê de li hemberî lîstik, fen û fûtên siyasetê û mejiyê qirker-faşîst jî em ê baldar û hişyar bin. Yên ku ji bo me dibêjin 'wê me binax bikin', em ji wan re pêşniyar dikin ku halê xwe bibînin, ew li ber binaxkirinê ne."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.