Qetilkirina rojnamegeran sûc e

Duşem 23 Kanûn 2024 - 02:45

Rojnamegeran bi bîr xistin ku Îsraîl li Xezeyê rojnamegeran hedef digire û wiha gotin: “Tirkiye jî heman tiştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Hedefgirtina rojnamegerên li qadê nûçeyan dişopînin, sûc e." 

Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yên yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Êrişên ser Pira Qereqozaqê û derdora Bendava Tişrînê jî di roja 14’emîn de berdewam in. Dema rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn geşedanên li herêmê dişopandin, di 19’ê Kanûnê de bi êrişan SÎHA’yan a dewleta tirk hatin qetilkirin. Di nava 5 salan de dewleta tirk 9 rojnameger qetil kir. 

Rojnameger Încî Hekîmoglû, Candan Yildiz û Hakki Ozdal bertek nîşanî qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dan. 

Qetilkirina rojnamegeran sûc e 

Rojnameger Încî Hekîmoglû, bi bîr xist ku Îsraîl li Xezeyê rojnamegeran hedef digire û wiha got: “Tirkiye jî heman tiştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Hedefgirtina rojnamegerên li qadê nûçeyan dişopînin, sûc e. Mixabin em di pêvajoyeke wisa de ne ku sûcên navneteweyî jî ‘rewa’ tên nîşandan. Lê ev sûc e.” 

Kuştina rojnamegeran nayê qebûlkirin

Rojnameger Candan Yildiz da zanîn divê rêxistinên serbixwe têkevin meriyetê û wiha pê de çû; “Mirina her rojnamegerekê/î mirina rastiyê ye. Nayê qebûlkirin ku rojnameger li qada şer bên qetilkirin. Nazim Daştan bi nûçeyên xwe yên têkildarî Komkujiya Şengalê ya ji hêla DAIŞ’ê ve hatiye kirin, di bîra min de ye. Em ji bîr nekin ku yek ji dewletên herî zalim Îsraîlê jî rojnameger Şîrîn Ebû Akîle dema peywira xwe dikir bi zanebûn hedef girt û qetil kir. Rêxistinên serbixwe lêpirsîn dan destpêkirin û derxistin holê ku Akîle bi zanebûn hedef hatiye girtin. Divê heman lêpirsîn ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn jî were kirin.” 

Naxwazin agahî bên bihîstin 

Rojnameger Hakki Ozdal jî anî ziman ku ew bi xemgînî û bihêrs hîn bûn ku rojnameger hatine qetikirin. Hakki Ozdal wiha got: “Di nava van 10 salan de bi hezaran sivîlan û bi dehan rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan. Bîlgîn û Daştan ji hewayî ve hedef hatine girtin û xuyaye ku bi zanebûn hedef hatine girtin. Ev cînayet, ji hêla hêzên li herêmê bêîstîqrariyê çêdikin û naxwazin agahiyên rast bên bihîstin ve tên kirin. Ev cînayet, xeleka dawî ya zextên li ser çapemeniya Kurd e. Ev, di heman demê de sûcekî şer e.”

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.