Keça min da ser şopa heqîqetê

Pêncşem 18 Kanûn 2025 - 15:00

  • Nesîm Bîlgîn diyar kir ku wê kêlê gora keça xwe jî nedîtiye û got, "Keça min da dû heqîqetê. Armanca xwe ronîkirina rastiyê bû. Bila navê wê neyê jibîrkirin."

Di ser qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn salek derbas bû ku dema êrişên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê û Qereqozaxê dişopandin ji aliyê SÎHA'yên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin.

Cenazeyên herdu rojnamevanan ji ber ku wergirtina wan ji aliyê dewleta Tirk ve hat astengkirin li Qamişloyê bi merasîmeke bi beşdariya bi hezaran kesî hate veşartin.

Li gel nerazîbûna gelek derdorên civakî jî ji Tirkiyeyê têkildarî vê komkujiyê daxuyaniyeke fermî nehate kirin. Rojnamevanên ku nerazîbûn nîşanî komkujiyê dan û daxuyanî dan ya hatin girtin yan jî ketin ber lêpirsînê.

Bavê Cîhan Bîlgîn Nesîm Bîlgîn anî ziman ku li gel saleke di ser bûyerê re derbas bûye hîn jî edalet pêk nehatiye û diyar kir ku di nava vê demê de wî nekariya serdana gora keça xwe jî bike. Nesîm Bîlgîn anî ziman ku ji keça wê tenê saet û alavên şexsî maye, ew jî bi van alavan hesreta xwe derbas dikin û got, "Bila Cîhan neyê jibîrkirin, bila têkoşîna heqîqetê dewam bike."

Piştî komkujiyê hevrêyên Cîhan alavên wê ji malbata wê re şand. Malbat jî salek bi van alavan li pey xwe hişt. Kinc, toqe, kamera, berguhk, çente û saeteke şikestî ku di dema qetilkirinê de di destê wê de bû, ji aliyê malbata wê ve hatine hilanîn.

Malbata wê dema Cîhan bi bîr tîne qala jêhatîbûn û durustiya wê ya di salên zarokatî û ciwantiyê de dike. Bav Nesîm Bîlgîn got, "Parçeyek nanê wê hebûya di çar hevalên xwe re parve dikir" û anî ziman ku saeta keça wê ya ku saet di 14:10'an de sekinî ji bo wan tê wateya her tiştî.

Nesîm Bîlgîn qala pêvajoya piştî mirina keça xwe, daxwaza aştiyê û lêgerîna li edaletê kir. Nesîm Bîlgîn diyar kir ku keça wî miroveke dilgerm bû, bi mirovan re têkilî datanî, karker û parvekar bû û got, "Hem li malê hem jî li derve xêrxwaz bû, miroveke piştevan bû. Gelekî kedkar bû, mirovên li taxê jê hez dikirin. Dema ku pere bi destê wê biketa tekez beriya xwe li xwişk û birayên xwe difikirî."

Nesîm Bîlgîn anî ziman ku ji bo dîtina gora keça xwe du caran çû ser sînor, lê belê ji Deriyê Sînor ê Sêmalka hate vegerandin û diyar kir ku êşa wan hîn jî dewam dike û got, "Em nikarin biçin ser gora keça xwe. Par ji bo anîna cenaze me gelekî hewl dan, lê belê nebû. Îsal ji bo dîtina gora keça xwe ez gelek caran çûm ser sînor, lê belê nehiştin derbas bibim. Dixwazim gora keça xwe bibînim."

Nesîm Bîlgîn qala dema çûyîna Cîhan Bîlgîn ji bo Rojava kir û ragihand ku keça wê piştî mejiyê DAÎŞ'ê û faşîzma wan dît, nekarî xwe rabigire û got, "Got, wijdanê min rê nade û ne çek lê rahişt kameraya xwe. Da pey rastiyê. Ne derew lê rastî vedigot. Armanceke xwe ya din tine bû. Ez gelekî bi derengî bi çûyîna keça xwe hesiyam.

Keça min li wê derê bi kameraya xwe têkoşîna ji bo rastiyê dimeşand. Qala rewşa jin û zarokan dikir."

Nesîm Bîlgîn anî ziman ku mirina keça wan bi rengekî fermî nehatiye qebûlkirin, ji ber vê jî nikarin belgeya mirinê derxînin, li gel ku gelek caran serlêdan kirin jî encam wernegirtin û got, "Em çi bikin jî ev der mirina keça min qebûl nake û belgeya mirinê dernaxîne." Bîlgîn diyar kir ku ji ber vê rewşa xitimandî ya hiqûqî wan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dane.

Nesîm Bîlgîn xwest, êşên heyî êdî bi dawî bibin û got, "Di vê demê de canê her kesî şewitî. Em naxwazin êdî canê kesî bişewite, em naxwazin xwîn birije. Ewqasî rijandina xwînê bes e, ewqasî şer bes e. Em dixwazin ev pêvajo bi rengekî erênî bi encam bibe. Bila êdî ji herdu aliyan xwîn nerije. Bila kes van êşan nekişîne. Rijandina vê xwînê bila êdî bisekine, ji bo vê jî çi ji destê kê tê bila bike. Em aştiyê bi vî rengî ava bikin."

Herî dawî jî Nesîm Bîlgîn bang li hempîşeyên Cîhan kir û got, "Bila li ser mijara mirina keça min bisekinin, keça min ji bîr nekin. Bila dest ji têkoşîna keça min bernedin û çi ji destê wan bê bikin. Bila her tim xwedî li navê wê derkevin." ANF / AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.