Li pey şopa heqîqetê: Cîhan û Nazim
Pêncşem 18 Kanûn 2025 - 15:30

- Di ser kuştina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan de salek derbas bû. Rojnameger Ekrem Berekat qala bîranînên hevpîşeyên xwe kir û diyar kir ku bi saya wan derewên çapemeniya dewleta Tirk têk çûn û berxwendana Rojava bi serket. Ekrem Berekat got ku saziyên mafên mirovan û hiqûqî yên navneteweyî jî bi bêdengiya xwe piştgirî dan sûcê şer.
Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Cîhan Bîlgîn û rojnameger Nazim Daştan di 19'ê Kanûna 2024'an de di encama êrişa SÎHA ya dewleta Tirk de hatin kuştin. Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dema dewleta Tirk û hezên paralmîlîter ên giredayî dewleta Tirk êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikirin li qadê geşedanên li herêmê ji raya giştî ya cîhanê re radigihandin û derewên çapemeniya Tirk eşkere dikirin. Dema hezên paramîlîter ên giredayî dewleta Tirk êrişî Minbîcê kirin û çapemeniya Tirkiyeyê ragihand ku Minbîc ketiyê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn çûn Minbicê û ji raya giştî re ragihandin ku Minbic têk neçûye. Dema êriş li ser gelê Efrînê yê li Şehbayê pêk hatin Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li wir bûn û koçberiya wan û êşa wan ji hemû dinyayê re ragihandin.
Herî dawî dewleta Tirk di 12'ê Kanûna 2024'an de êrişî ser Bendava Tişrînê û Pira Qeraqozakê kir. Piştî êrişan çapemeniya Tirkiyeyê jî ragihand ku Bendava Tişrînê ji bin kontrola HSD'ê derketiye. Li ser vê yekê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn berê xwe dan Bendava Tişrînê weşan kirin û nûçe belav kirin. Ji ber ku wan derewên çapemeniya Tirkiyeyê derxistin holê ji aliyê dewletê ve bûn hedef. Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di 19'ê Kanûna 2024'an de dema ji bo şopandina nûçeyê çûn ser Bendava Tişrînê, bi SÎHA'ya dewleta Tirk êrişî wan hat kirin û di encama êrişê de hatin kuştin. Di ser kuştina Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan re salek derbas bû. Tevî ku li ser wesayita wan “Çapemenî-Press” dinivisî jî bûn armanca êrişê. Li gel vê yekê jî saziyên hiqûqê û medyayê yên navneteweyî derbarê Tirkiyeyê de tu lêpirsîn nedan destpêkirin. Lê di serî de gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî kuştina her du rojnamegeran li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat daketin kolanan û dewleta Tirk û êrişên wê şermezar kirin.
Êrişên dewleta Tirk a li ser Bendava Tişrînê tu encam negirt. Bendava Tişrînê neket. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî kuştina Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan berê xwe dan Bendava Tişrînê û berxwedaneke dîrokî dan nîşandan. Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan jî mohra xwe li berxwedana Bendava Tişrînê xistin û ji bo Çapemeniya Azad jî bûn cangoriyên nemir. Ji bo bîranîna rojnameger Cîhan û Nazim di serî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li gelek navendan bernameyên bîranînê tên lidarxistin.
Ji edîtorên ANHA'yê rojnameger Ekrem Berekat ku bi Cîhan Bîlgîn re bi salan xebitî û Nazim Daştan jî ji nêz vê nas dikir, qala bîranînên wan kir.
Ekrem Berekat diyar kir ku nêzî 10 sal berê wî Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn nas kiriye û bi hev re demek dirêj xebitîne. Ekrem Berekat anî ziman ku her dû jî di karê rojnemegeriyê de gelek serkêftî bûne û wiha qala wan kir: “Min ji berê ve navê heval Nazim bihîstibû. Heval Nazim têkiliya çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk derxistibû holê, me ji wir navê wî bihîstibû. Demekê em bi hev re jî xebitîn. Ji bo min şansek pir mezin bû ku min herdu heval nas kirin û em bi hev re xebitîn.”
Ekrem Berekat bal kişand ser bîranînên xwe û Nazim Daştan û got ku Nazim weke derweşekî xebata ragihandinê dikir û dijiya. Ekrem Berekat bîranînên xwe û Nazim Daştan bi van gotinan anî ziman: “Hem Nazim hem jî Cîhan li Bakurê Kurdistanê bi zor û zahmetî xwe gihandibûn Rojava û li vir jî di zor û zahmetiyan de dixebitîn, ev bi tena serê xwe cihekî taybet û bi qîmet e. Heval Nazim piştî hat Rojava hem tecrubeyên xwe bi me re parve dikirin û gelek sûd me ji wî girt.”
Ekrem Berekat derbarê hevnasîna xwe û Cîhan Bîlgîn de da zanîn ku Cîhan Bîlgîn di xebatên çapemeniyê de pir zû pêş ket û ji bo hemû hevalên xwe dibû moral. Ekrem Berekat ku bîranînên xwe û Cîhan Bîlgîn jî parve kir got ku xeyala Cîhan Bîlgîn ew bû ku rojeke bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rû bi rû biaxive. Ekrem Berekat axaftina xwe wiha domand: “Heval Cîhan jî di xebatên ragihandinê de pir zû pêş ket. Heke biçûna cihekî divê hebûna wê bi wate bûna yanî wisa dixebitî. Em demekê dirêj bi hev re jî xebitîn. Heval Cîhan hertim li dijî şaştiyan xwedî helwest bû. Heval Nazim çawa ku tekiliya çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk ji raya giştî re parvekir heval Cîhan jî tekiliyên sixurtiyê yên herêmê bi raya giştî re parve kir. Hertim mijara azadiya fizîkî ya Rêber Apo mijara wê ya sereke bû.”
Ekrem Berekat anî ziman ku piştî êrişên dewleta Tirk û hêzên paramîlîter ên giredayî dewleta Tirk li ser herêmê zêde bûn herdu rojnamegeran jî li qadê rastiya şer ragihandin û wiha axivî: “Li ser Bendava Tişrînê erka herî mezin rakirin ser milê xwe. Di asta Bakur û Rojhilata Sûriyeyê de bûn stûn. Di êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de li her alî cih girtin. Dema êrişên çeteyên DAIŞ li ser Kobanê heval Nazim li vir bû, operasyonên rizgarkirinên weke herêmên Minbîç, Derêzor û Tebqayê jî li wir bûn. Digotin divê em vê berxwedanê hemû kesan re ragihînin.”
Ekrem Berekat anî ziman ku piştî şehadeta Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan gelên Bakur û Rojhilatê Sûrieyeyê bi berxwedaneke mezin xwedî li mîreteya wan derketin û wiha got: “Bi saya hevalên me ragihandina dewleta Tirk û ya di bin sîwana kapîtalîzmê de kar dike têk çû. Ruh û berxwedana Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî geş kir. Dema hevalên me şehîd ketin gel bi qefle bi qefle ber bi Bendava Tişrînê ve çû. Ew hem xwedî derketina berxwedana şervanên YPJ, YPG û HSD'ê bûn û hem jî xwedî derketina hevalên me bû.”
Ekrem Berekat bal kişand er bêdengiya saziyên hiqûq û mafên mirovan ên navneteweyî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Saziyên navneteweyî ji ber xeta xwe ya desthilatiyê bêdeng man. Li cîhanê du xet hene. Yek xeta Civaka Demokratîk e yek jî desthilata kapîtalîst e. Ragihandina Azad jî xebata Civaka Demokratîk dike. Ji bo wê jî dibin hedef û ew saziyên navneteweyî jî li gorî desthilatan tevdigerin.” AW/MAHMÛT ALTINTAŞ/ ENQERE















