ZEYNEB DURGUT / MA
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19’ê Kanûna 2024’an de dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçe dişopandin, di encama êrîşa dewleta Tirk a bi Balafira Bêmirov a Çekdar (SÎHA) de hatin qetilkirin. Rojnameger Daştan di sala 2012’an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi rojnamegeriyê kir û piştre jî cihê xwe di Çapemeniya Azad de girt. Daştan li gel vê gavê her nûçeya ku çêkir rastî û heqîqetê eşkere kir, li her qadên ku şer lê diqewime bi kameraya xwe amade bû. Di serpêhatiya xwe ya rojnamegeriyê de ji Kobanê heta Efrînê û ji wir jî heta Reqayê cihê xwe girt. Lêbelê herêma ku herî zêde lê bandor bûyî jî Şengal bû.
Şengal di sala 2014'an de ji aliyê DAIŞ'ê ve hat dorpêçkirin û êriş hatin destpêkirin. Di vê êrişa ku weke fermana 74’an a li dijî Êzidiyan tê binavkirin, bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin û bi hezaran jî dîl hatin girtin. Jin û zarokên dîl hatibûn girtin, li bazaran hatin firotin. Nazim Daştan ku ji vê pir bandor bû, yekemîn belgefilma xwe li Şengalê çêkir. Belgefilma bi navê "73" ku derhêneriya wê Daştan dikir, li ser fermana 73'an a DAIŞ'ê ya li dijî Êzidiyên Şengalê hate çêkirin. Ev belgefilm a bi navê 73, li ser çîrokên jin û şahidên ku ji komkujiya DAIŞ’ê rizgar bûne hate çêkirin û Daştan di vê belgefilma xwe de bal kişand ser bawerî, berxwedan û êşa Êzidiyan. Belgefilm di mîhrîcanên navneteweyî de hat nîşandan. Daştan, bi vê belgefilmê careke din komkujî ronî dikir.
Rojnameger Argeş Şengalî ku di dema çêkirina belgefilma "73" de bi Daştan re xebitî, behsa dilsoziya Nazim a ji bo Şengalê, belgefilma ku çêkiriye û şahidiya wî kir.
Xwest rastiyê qeyd bike
Argeş Şengalî, anî ziman ku Nazim Daştan xwest êş û azar û azadiya Şengalê bi belgefilmekê ji raya giştî re ragihîne û got: "Heval Nazim di dawiya sala 2017'an, serê sala 2018'an de hat Şengalê. Em wî ji wê demê pê ve nas dikin. Berê me ew nedîtibû lê bi raya çapemeniyê me ew nas kir. Nazim ji ber ku civaka êzidî û êşên wê bihîstibûn û naskiribûn pir hestiyarî nêzikî jin, zarok û extiyaran dibû. Em wê demê di nav xebatên çapemeniyê de bûn lê şer hebû. 4 sal derbas bibûn lêbelê Şengal hê bi temamî azad nebûbû. Dema ku heval Nazim hatî vê derê me pirsên weke ku ew kî ye û ji ku derê ye kirin. Ji bo statu û rêveberiya xweser gavên girîng hatin avêtin. Heval Nazim jî bi vê hestê hat Şengalê. Ji aliyekê ve xwest ku belgefilmek êşên civaka Êzidî çêbike, ji aliyê din ve jî têkoşîn, berxwedana Şengalê ji raya giştî re ragihîne. Bi belgefilmekê xwest dîroka Şengalê, şêwaza jiyana wê, civaka Êzidî, rêveberiya wê ya xweser, hêzên wê yên leşkerî û şerê gerîlayên HPG'ê û hêzên YPG'ê bi belgefilmekê qeyd bike.”
‘Divê cîhan vê bibîne’
Şengalî, da zanîn ku Daştan ji bo temamkirina belgefilmê pir têkoşîn daye û wan bi hev re li gelek çiyayan wext derbas kiriye. Şengalî, da zanîn ku Daştan dixwest ku êş û berxwedana Şengalê bigihîne hemû cîhanê û wiha pê de çû: “Şert û mercên ku em weke Çapemeniya Azad a Şengalê tê de bûn, gelekî xerab bûn. Ji komkujiyê nû xilas bibûn. Û me ji bo xweseriyê gavên girîng diavêt. Lê ji bo temamkirina belgefilma heval Nazim em bi peyatî çûn gelek gund, herêm û çiyayan. Me xwest em bi vî awayî li Şengalê karekî biqedînin ji xwerêveberiyê, ji rêveberiya xweser bigire heta baweriya Êzidiyan û ji raya giştî parve bikin. Armanca belgefilma wî jî ev bû. Tiştê ku bandor li Nazim kir ew bû ku civaka Êzidî di Komkujiya 74'an de koç nekirin û xwe parastin. Rewşeke din ku bandor li wî kir jî tevlibûna jinên ku piştî ku hatin rizgarkirin di nava saziyên Rêveberiya Xweser de bûn. Her tim digot,' Civaka Êzidî xwe ji nû ve afirand, divê cîhan vê bibîne.' Armanc ew bû ku civaka Êzidî çawa li hemberî qetlîaman li ber xwe da û Rêveberiya Xweser a ku hatiye avakirin ragihîne û bi hemû cîhanê bide naskirin."
‘Em ê xebatên nîvco temam bikin’
Şengalî destnîşan kir ku ew ê kameraya Nazim Daştan a ku hiştiye li erdê nehêlin, ew ê têkoşîna wan a heqîqetê bimeşînin û axaftina xwe wiha qedand: “Heta şehadeta xwe heval Nazim, zilm û zordariya ku li ser civak dihate kirin ji raya giştî re parve kir. Ji ber ku xwest hemû cîhan bibîne ka dewletên kapîtalîst çawa herêmên Kurd dagir dikin. Nazim jî bi vê hesasiyetê karê xwe dikir. Di oxira vê de jî canê xwe da. Em nahêlin pênûs û kamerayên wan bikevin erdê. Xebata ku wan neqedandiye em ê temam bikin. Em şagirtên wan in û tiştek ku em ji wan fêr bibin dê bigihînîn armancê.”