Rêgirtina cenazeyan sûc e
Duşem 13 Çile 2025 - 03:00
Rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêgirtina li ber veguhestina cenazeyên rojnamevan Cîhan û Nazim ji aliyê hikumeta AKP û MHP`ê ve, şermezar kir. Rojnamevanan got nehiştina derbasbûna cenazeyên rojnamevan Nazim û Cîhan ber bi Bakurê Kurdistanê ve sûceke dermirovî ye.
Sorgul Şêxo nêzîkatiyên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got:“Cîhan hemû dikare Nazim û Cîhan hembêz bike. Em bang li raya giştî dikin ku êdî li hember nêzîkatiyên dijî rojnamevanan helwestên xwe nîşan bidin. Nederbaskirina cenazeyan sûcek e dermirovî ye. Divê der barê vê de aliyê peywendîdar dozê vekin.” Alan Roj jî destnîşan kir ku rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî xebateke pir hêja bûn. Dixwestin li Bendava Tişrînê rastiya êrişên dewleta Tirk a dagirker ji bo raya giştî ragihînin." Alan Roj diyar kir ku ne cara yekemîn e dewleta Tirk a dagirker li herêmê rojnamevan û sivîlan hedef digire û got:’’Rastiya dewleta Tirk ev e, lê tişta ku em jê matmayî dimînin bêdengiya civata navneteweyî ye. Divê hemû rojnamevanên Kurdistanî bi yek dengî li hemberî sûcên li dijî rojnamevanan tên kirin, derkevin. Ajansa Hawar yek ji wan ajansên ku bi nav û deng e, gelek dezgehên navneteweyî weşana wê dişopînin. Ji ber wê em xerîb dibînin ku tu daxuyaniyên xwedî bandor li hemberî hovîtiya dewleta Tirk nehatin dayîn.” Alan Roj da zanîn ku di warê mirovahiyê de, ti qanûn tune ne ku rê li ber veguhestina cenzeyan bê girtin û got:“Tê xuyakirin ku dewleta Tirk ji kela di nava hinavên gelê Bakurê Kurdistanê de ditirse.”
ANHA/QAMIŞLO