Nazim û Cîhan nayên jibîrkirin

În 19 Kanûn 2025 - 17:00

  • Hevreyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan, Sorgul Şêxo û Osman Bulut destnîşan kir ku kesayetên wan xwedî taybetmendiyên cuda bûn û wan Cîhan û Nazim bi havîzeya Rojavayê Kurdistanê bi nav kirine.

Têkildarî kesayetên şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan, xebat û kêliyên ku bi wan re borandine, hevalên wan nûçegihana ajansa NûJinhayê Sorgul Şêxo û xebatkarê Ronahî TV’yê Osman Bulut axivîn. Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di 19'ê Kanûna 2024'an de dema êrişên li ser Bendava Tişrînê dişopandin, di bombebarana balafireke biçek û bêmirav a dewleta Tirk de hatibûn qetilkirin.

Sorgul Şêxo diyar kir ku salek li ser şehadeta Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan derbas dibin, lê ew hîs dikin ku tenê çend kêlî di ser şehadeta wan re derbas bûye. Şehadeta wan ne tenê gelên li Kurdistanê, gelên din jî pê xemgîn bûne û wiha got: “Dayik û xwişkên pêkhateyên li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê jî bi Cîhan Bîlgîn bandor bûn. Em dixwazin ji dayika Cîhanê re jî bêjin; Cîhan ne ew e ya ku dikare bê jibîrkirin.”

Sorgul Şêxo da zanîn ku kamera û rêya ku Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li ser dimeşiyan nehatiye windakirin, gelek hevalên wan li ser şopa wan dimeşin û wiha anî ziman: “Em ê têkoşîna xwe ya di qada ragihandinê de li ser rêya wan bidomînin.”

Sorgul Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan xwest heqîqeta xwe ya pêkanîna sûcan û komkujiyan veşêre. Sorgul Şêxo diyar kir ku Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ji bo wan hafîzeya ragihandina azad in û got: “Em ê her dem wan bidin jiyandin.”

Osman Bulut sala 2018'an Cîhan Bîlgîn nas kiriye, pê re êrişên dagirkeriyê yên li dijî Serêkaniyê şopandine û bi hev re li Til Temirê jî xebat dane meşandin. Osman Bulut da zanîn ku Cîhan Bîlgîn di milê ragihandinê de xwedî tecrube bû, lewma di nava xebatê de ew hêz û bawerî dida derdora xwe, her dikenî û henek dikirin, nedihişt mirov hîs bike ku ew ji kar hatiye û westiyaye jî, her li cebheyan dema şopandina êrişan de wê rastiya çeteyan vedigot û wiha got: “Hinek mirov hene kesayet û taybetmendiyên wan cuda ne, Cîhan jî yek ji wan kesayetan bû. Me navê Jiyan jî ji bo wê bikardiyanî, ew hema weke navê xwe bû. Danûstendinên wê bi xelkê re jî bi awayekî dilnizm û bê ku di dilê kesekî de bihêle de bû.”

Osman Bulut diyar kir ku Cîhan Bîlgîn di nava zext û astengiyên dewleta Tirk ên li Bakur Kurdistanê xebatên çapemeniyê kiriye, heta biryara girtina wê hatibû dayîn. Bi hatina xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê Cîhan Bîlgîn dixwest xebatên xwe yê şopandina heqîqeta dagirkeriyê berfirehtir bike. Ji bo qada ragihandinê û hevalên xwe bû destek û got: “Jiyan pir israr dikir di çûyîna hemleyan de û di xebatên xwe de bi giştî de jî wiha bû, neheqî ti carî qebûl nedikir. Heke li deverekê zanîba ew xwedî maf e heta dawiyê tawîz nedida. Digot `heke serê min jî bê jêkirin, ger bizanim ez rast im ez tawîz nadim`.”

Osman Bulut da zanîn ku bîranên wî yên bi Cîhan Bîlgîn re yên xweş, bi henek û êş jî hene û wiha got: “Dema herî dawî koçberên li Şehbayê koçî herêmên din bûn, Jiyan ji min re got `were bi min re mane tu jî koçberî û ti ji rewşa koşberan fêm dike`.” Dema ji bo şopandina êrişên li ser Minbicê ew bi hev re diaxivîn û li wê deverê jî moral û hêza Cîhan Bîlgîn hebû. Wê demê ew û Nazim Daştan bi hev re bûn.”

Osman Bulut behsa rojên dawîn ên ku bi şehîd Nazim Daştan re di nava têkiliyê de bû û da zanîn ku li şûna em jê re bêjin xwe biparêze,  her ji me re digot `xwe biparêzin` û wiha got: “Mîrasê ku Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li pey xwe hiştine, em ê bi israrek mezintir bidomînin.” ANHA/QAMIŞLO/SÎMA BIROKÊ

 

* * *

Bi Nazim re  mayina li ser piyan

  • Me bi hev re gelek bar rakir. Ne tenê barê fîzîkî; me carna tirs, carna westandin, carna jî bêdengî rakir. Hebûna Nazim di kêliyên herî zehmet de jî hesta 'em bi tenê nîne' dida mirovan.

Hin mirov hene; serketinê ne di kêliya dawî de lê di rêya ber bi wê kêliyê de hîn dike. Nazim yek ji wan bû. Dema ku me pê re derbas kir ne kêfxweşiya encamekê bû; ew dem serketina bêdeng lê belê kûr a berxwedanê û mayina li ser piyan bû.

Salekê me bi hev re li heman cihî; li heman warê teng, tarî û berxwedanê hilm stand. Dema di nava tarîtiyê de em dixebitîn, nizanîbûn bê dem çawa diherike. Ne saeta rojê hebû ne jî bêdengiya şevê, lê belê Nazim hebû. Hevokên wî yên kurt ên ku bêdengî ji holê radikir, biryardariya wî ya aram û kenê wî hebû ku li gel westandinê jî ji rûyê wî kêm nedibû.

Nazim di kêliyên herî nebaş ên demê de jî rû li ken bû, moral dida derdorê û rewşa tengav ji holê dida rakirin. Dema ku di tarîtiyê de em dixebitîn, wî bi şewqa di çavên xwe de ronî dikir. Ew ronahî û şewq nebûya, ew roj ji rojên piştre re nedihat dewrkirin.

Rojên ku nexweş ketim ji bîra min naçin. Dema ku nikarîbûn bimeşiyam, dema ku ji hal ketibûm ez li pişta xwe dikir û bi kîlometreyan dibir. Ne gilî dikir, ne jî ev weke fedakariyekê pêşkêş dikir. Weke ku ya divê bê kirin ev bû nîşan dida. Weke ku piştavanî ne dilpakiyek ku divê ew li ser bifikiriya bû; ji bo wî şêweyekî jiyanê bû ku veguherîbû refleksê.

Me bi hev re gelek bar rakir. Ne tenê barê fîzîkî; me carna tirs, carna westandin, carna jî bêdengî rakir. Gava ku em mil bi mil dimeşiyan, hîn bûm ku mirov çawa dikare pişta xwe bispêre mirovan û bi vî rengî xurt bibe. Hebûna Nazim di kêliyên herî zehmet de jî hestê 'em bi tenê nîne' dida mirovan.

Roj hebûn ku em digeriyan. Bi bêhnvedanên demkurt, di demên teng de. Di wan kêliyan de weke nefesên biçûk bû ku di nava şer û têkoşînê de asê mabû. Nazim di wan kêliyan de jî bi heman rengî bû; baldar bû, çavdêr bû, aram bû. Li her tiştî dinihêrî, lê belê ti tişt nediçikand. Weke ku wê rojekê vebêje tiştên didît di dilê xwe de vedihewand.

Bi şev dûr û dirêj me bi hev re sohbet dikir. Carna ji jiyanê, carna ji mirinê, carna jî bêyî axaftinê... Bêdengî bi wî re sohbetek bû. Nedilezand. Hevokên xwe diwezinand, fikrê xwe bi lez nediqedand. Wan şevan min fêhm kir: Nazim ne yekî welê bû ku ya heyî tenê qeyd dikir, her wiha barê jiyanê jî radikir.

Dema ku bi Nazim re derbas bû wateya serketinê jinûve hînî min kir. Serketin bi qasî saxmayinê her wiha mayina mirovbûyînê bû. Berxwedana bi hev re, meşa heta dawiyê ya bi hev re bû. Di nava tarîtiyê de jî parastina mirovbûyînê bû.

Nazim nîşanî me da ku rojnamevanî, xwegihandina nûçeyên mirovahiyê ji tarîtiyê bigihîne ronahiyê çiqasî girîng e. Di sekn, jiyana xwe de ronahî xwedî cihekî cuda bû. Wî her tim li dijî tarîtiyê şer dikir, di nava tarîtiyê de timî ronahî belav dikir. Pênûs, mîkrofon û kameraya wî îro jî hatiye rakirin, ronahiyê li mirovahiyê belav dike.

Dema ku îro li rabirdûyê dinihêrim, dibînim ku her kêliya min bi Nazim re parve kir mîrateyeke bi rûmet lê belê giran e. Dema ku me bi hev re derbas kir, ji kêliyên herî bedew ên serketina bidestketî bû. Ew kêlî winda nebûn. Hate veguhestin. Di bîranînê de, di şahidiyê de, di berpirsyariya mirovbûyînê de dewam dike. ANF/SILÊMANIYE/HUSEYÎN SONKAYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.