Cîhan Bîlgîn kirine hedef û qetil kirine

Duşem 23 Kanûn 2024 - 03:10

Hate hînbûn ku rojnamevan Cîhan Bîlgîn a li Rojava hat qetilkirin, bûye hedef û hatiye qetilkirin. Bavê Cîhan Bîlgîn Mehmet Nesîm Bîlgîn, diyar kir ku MÎT'ê beriya ku Cîhan bê qetilkirin 20 roj berê li Qeymeqamtiya Mîdyadê bi wî re hevdîtin pêk anî.

Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yên yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Êrişên ser Pira Qereqozaqê û derdora Bendava Tişrînê jî di roja 13’emîn de berdewam in. Dema rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn geşedanên li herêmê dişopandin, di 19’ê Kanûnê de bi êrişan SÎHA’yan a dewleta tirk hatin qetilkirin. Di nava 5 salan de dewleta tirk 9 rojnameger qetil kir. 

Rêxistinên girseyî yên demokratîk û raya giştî ya hestiyar, bi taybetî hevkarên wan, ev 4 roj in li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo rojnamegerên ku di encama êrîşa balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê de hatin qetilkirin, çalakiyan li dar dixin.

Dema ku malbata Cîhan Bîlgîn li Mala Şînê ya Hacî Îsa ya navçeya Mîdyad a Mêrdînê serdan qebûl kir, derket holê ku Cîhan bi rojan bûye hedef û hatiye qetilkirin.

MÎT'ê telefon kir

Bavê Cîhan Bîlgîn Mehmet Nesîm Bîlgîn, anî ziman ku MÎT'ê beriya ku Cîhan Bîlgîn were qetilkirin bi qasî 20 rojan ji Qeymeqamtiya Navçeyê telefonî wî kiriye û pê re hevdîtin kirine her wiha 9 roj berê jî telefonî wî kiriye û der barê Cîhan Bîlgîn de agahî jê xwestiye û xwestine ew cihê Cîhan Bîlgin ji wan re bibîne. Mehmet Nesîm Bîlgîn bûyera qewimî wiha vegot: “20 roj berê ji telefona Qeymeqamtiya Midyadê telefonî min kirin û gotin ku em ji weqfê digerin û em dixwazin ji bo kurê min ê nexweş biaxivin. Ji ber vê yekê ez di saeta diyarkirî de çûm Qeymeqamtiya Navçeyê. Qeymeqam tune bû, lê ji îstixbaratê du kes hatin. Di destê wan de dosyayek û defterek hebû. Wêneyê Cîhan jî hebû. Wan ez birin oda li derveyî qeymeqamtiyê. Paşê dest bi lêpirsîna min kirin. Pirsên wekî 'Cihan li ku ye?' kirin. Her wiha zarokên min ên li Ewropayê jî pirsîn. Min ji wan re got zarokên min li Ewropayê ne. Bi israr pirsîn Cîhan li ku ye û min jî got ez nizanim li ku ye. Paşê wêneyê Cîhan nîşan dan û gotin ku ew li Rojava rojnameger e. Piştre ji min xwestin ku ez agahiyê ji Cîhan bistînim.”

JINNEWS / MÊRDÎN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.