Ew bûn dengê gel û jinan
Duşem 23 Kanûn 2024 - 03:05
- Kurdistanî û dostên wan li gelek navendên Ewropayê qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bilgin protesto kirin.
Li seranserî Ewrûpayê Kurd û dostên xwe hêrsa xwe ya li dijî qetlkirina rojnamevanên Kurd bi çalakiyên cihêreng nîşan dan.
BERLÎN
Qetilkirina rojnamevanên Kurd Nazim Daştan û Cîhan Bilgin ên ji aliyê dewleta Tirk ve, li Potsdamerplatza paytexta Elmanya Berlînê bi mîtingekî hate protestokirin. Di daxuyaniyê de bang li Elmanya û Yekîtiya Ewropayê hate kirin û hate gotin:“Divê ji aliyê dewleta Tirk ve qetilkirina xebatkarên Çapemeniya Azad a Kurd ku li pey heqîqetê ye û weşangeriya demokratîk kiriye rêgez re bêdeng nemînin.” Di daxuyaniya li ser navê Women Defen Rojava de wiha hate gotin:“Eger em dengê xwe bilind nekin em ê bibin şirîkê sûcê û van kuştinên armanckirî rewa bikin.” Li ser navê Meclîsa Jinê ya Êzidî Nurê Aliş jî got:’’Bi sedan peyrêwên şehîdên çapemeniya azad a Kurd Cîhan û Nazim wê nivîsandina heqîqetê bidomînin.” Dîroknas û Rojnamevan Nick Brauns jî got:“Çapemeniya azad a Kurd bi salan in bûye hedefa Tirkiye û hikûmetên NATO’yê. Ji ber ku ev hikûmet ditirsin rastiyên wan derkeve holê.” Susanne Roßling jî got:“Dewleta Tirk sûceke nû li ser sûcên xwe yên şer zêde kir.”
KASSEL
Li bajarê Kasselê jî ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Rojava li Rathausê mitîng hate lidarxistin. Di axaftinên çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê û qetilkirina rojnamevanan hate şermezarkirin.
Di çalakiyê de êrîşa ku li bajarê Magdeburg ê Elmanyayê hate kirin, hat şermezarkirin.
KIEL
Li bajarê Kielê bi armanca şermezarkirina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava, meşek hate lidarxistin. Di meşê de ev bang li dewleta Elman hate kirin:’’Divê dewleta Elman êdî çekan nefroşe dewleta Tirk; ji ber ku dewleta Tirk van çekan di kiryarên hovane de li dijî Kurdan bi kar tîne." Di meşê de rojnamevan Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn jî hatin bibîranîn û êrîşên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî rojnamevanan û Rojava hatin şermezarkirin.
ASCHAFFENBURG
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Aschaffenburgê ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Rojava mîtîng lidarxistin. Çalakvanan diyarkirin ku di encama êrîşên ku bi rojan in dewam dike de gelek sivîl hatin qetilkirin û bang li dewleta Elmanyayê kir ku firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestîne.
PARMA
Kurd û dostên wan li bajarê Parma ê Îtalyayê ji bo Rojava û Filîstinê daketin qadan. Li ser navê Komîteya Kurd a Îtalyayê axaftin hate kirin. Di axaftinê de geşedanên li Rojava û Sûriyeyê hatin ragihandin û peyama berxwedana bi ruhê Kobanê hate dayîn.
ZURÎH
Li bajarê Zurih ê Swîsreyê ji aliyê Konfederasyona Yekîtiyên Elewî yên Swîsreyê (IABF), CDK-S, Komeleya Suryaniyên Swîsreyê, Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsreyê û xebatkarên çapameniya azad a Kurd ve ku koçberên Swîsreyê ne, Komkujiya Mereşê û êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin.
Di çalakiyê de Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, hatin bibîranîn.
CHUR
Kurd û dostên wan li ber stasyona trenê ya bajarê Chur ê Swîsreyê hatin ba hev û qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şermezar kirin. Siyasetmedar Ayşe Acar Başaran got:“Em bang li raya giştî ya navneteweyî jî dikin; divê li hemberî van komkujiyan bêdeng nemînin.” Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Churê Kureyş Doymaz jî got, “Em bang li PDK’ê û malbata Barzanî dikin; dev ji peymanên xwe yên qirêj ên bi dewleta Tirk re berdin. Kobanê xeta sor a gelê Kurd e.”
PARÎS
Qetilkirina rojnamevanên Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve, li banliyoya Villeneuve-Saint-Georges a paytexta Fransa Parîsê hat protestokirin.
NAVENDA NÛÇEYAN