Komkujî li dijî Şoreşa Jinê ye

Nûçeyên Jin

Sêşem 9 Çile 2024 - 16:47

Endama Akademiya Jineolojiyê, Şervîn Nûdem a ku Sakîne Cansiz nas kiribû, behsa hin xisletên wê kir û got, armanca komkujeran ew bû ku derbê li şoreşa jinê bidin.

Yek ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileyê 2013’an li paytexta Fransayê Parîsê ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. .

Ji Akademiya Jineolojiyê Şervîn Nûdem, derheqê şehîdên komkujiya Parîsê Sara (Sakîne Cansiz), Rojbîn (Fîdan Dogan), Ronahî (Leyla Şaylamez) û Evîn Goyî de got, van çar jinên şoreşger bi têkoşîna xwe dîrok nivîandine: “Hevala Sara, bi tekoşînê xwe ji paşverûtiya civakê azad kir û bi tekoşîna xwe li hemberî pergaleke faşîst sekinî, pergaleke ku dixwaze nasnameya Kurd ji holê rake. Em dikarin bibêjin, heval Sara li hemberî neheqiyên li dijî surişta jinê û mirovahiyê, serhildanek e. Her wiha bi vê serhildanê re, xwe berpirsiyar didît ku tiştên nû bi afirîne.”

 

Nûnera bîrdoziya jina azad bû

Şervîn Nûdemê xweşik rave kir ku Sakîne Cansizê xweş pê dizanî ka ji bo şoreşa jinê û Kurdistanê çi hewce ye: ‘‘Mînak, em behsa pênc rêgezên bîrdoziya jina azad bikin. Di milê welatparêzî, avakirina evîn û fikreke azad, hêza têkoşînê, xwerêxistinkirin, etîk û estetîka jiyanê de; heval Sara bi kesayata xwe temsîla van pênc rêgezên bîrdoziya jina azad dikir, bi van rêgezan diijiya û bi kelacaniyeke mezin ev dida derdora xwe jî.”

Endama Akademiya Jineolojiyê, Şervîn Nûdem, Sakîne Cansiz berê nas kiribû. Xasma piştî komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz timî lê digeriya ku li dijî komployê bibe bersivek: ew çawa dikarin ji hêla fizîkî ve Rêberê Gelê Kurd azad bikin.

 

Wê nîşan da timî rêbazên berxwedanê hene

Nûdem bi berdewamî behsa pêvajoya zindanê ya Sara kir û got, “Em ji kesayata heval Sara hîn dibin ku li her deverê û her demê, rê û rêbazên berxwedanê hene. Dema êşkenceya li Zindana Amedê, dema ku êşkenceyên herî giran li dibûn, digot,‘Ez ê bi nîşandana êşa xwe dijmin şa nekim‘ û tifî ser çavê Esat Oktay kiribû.”
Nûdem da zanîn ku Sakîne Cansiz ji bo hevalên xwe dibû hêzeke pirr mezin a manewî û got, “Ne tenê di warê kesayatiyê de pêşengî dikir, her wiha rêxistinî jî dikir. Ji gelek kesan re bû hêz da ku bibin xwedî helwêst di têkoşîna azadiya jinê de. Bi vî rengî di nav jinên pêkhateyên cihê jî hate naskirin.”

 

Komkujî pîlankirî bû

Şervîn Nûdem pêvajoya siyasî ya dema komkujiyê bi bîr xist û got,‘‘Pêvajoya ku heval Sara kirin hedefa komkujiyê, qewmînên li Rojava û Bakurê Kurdistanê ne tesadûf bûn. Heval Sara û her du heval di 9’ê Çile de bûne hedef. Wê demê jî kampanyaya “An Azadî, An Azadî” hatibû destpêkirin û destketiyên gerîla di qada leşkerî de hatibû bidestxistin, her wiha dengê lingê Şoreşa Rojava dihat bihîstin û berxwederên zindanan dest bi çalakiya greva birçibûnê kiribû, dawiyê dewleta Tirk mecbûr mabû carekî din biçe Îmraliyê. Bê guman armanc ne çareserî bû, lê pêngaveke nû hatibû destpêkirin. Bersiva Rêber Apo bi pêş xist û parastina şoreşê bersiv da şahadeta heval Sara. Jixwe Rêber Apo got, ‘Êrîşa li dijî haval Sara di eynî wextê de êrişa li dijî min bû jî’.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.