Festîvala Sakîne Cansiz

Çarşem 26 Hezîran 2024 - 01:25

ERDOGAN ZAMÛR / ZURÎH

Li bajarê Zûrîh ê Swîsreyê her sal Festîvala Sakîne Cansiz a Jinan tê lidarxistin. Îsal jî ya 11’an wê were pêkanîn. Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz ku bi pêşengiya YJK-S’ê pêk tê û gelek saziyên jinan jî piştgiriyê didinê, 30’ê Hezîranê bi dirûşmeya ‘Bi Jin Jiya Azadî Em Ber Bi Şoreşa Jinê Dimeşin’, li qada Kasernenareal a bajarê Zûrîhê tê lidarxistin. Komîteya festîvalê ragihand ku wan amadekariyên festîvalê bidawî kirine. 

Endama Komîteya Amadekar a Festîvalê Sîdar Aydin ji bo rojnameya me axivî û got:’’Festîval weke navneteweyî tê dîtin. Bi pêşengiya YJK-S’ê ji aliyê 30 sazî û înîsiyatîfên jina tê organîze kirin.’’

Tevî zarokên xwe werin

Aydin destnîşan kir ku bernameya festîvalê hem ji aliyê siyasî û hem ji aliyê çandî dagirtî ye, li qada festîvalê wê standên agahdarkirinê hebin, li gel vê jî wê standên xwarinê û yên çandî bên danîn. Aydin da zanîn ku wê pêdiviyên beşdarên festîvalê bên pêşiwazîkirin û got:’’Ew ê li qada festîvalê 8 standên agahdarkirinê hebin. Standên jinên enternasyonalîst ên Swîsreyî hebin. Weke her sal wê konê Dengbêjiyê bê danîn. Em zarokên xwe jî ji bîr nakin. Wê ji bo zarokan qadên lîstikê hebin. Ji bo vê jî divê herkes zarokên xwe jî bîne û werin festîvalê. Aydin da zanîn ku bernameya hunermendan jî dagirtî ye û got:’’Ew ê hunermend Sûna Alan, Şeyda Qavamî, Cemîle Dînçer, Bêrî Van, Pîa û Dîda, Colla Bostorena De Sants (Koma Dansê ya jinên Katalan), Koma Erbanê ya Jinan, Koroya Zarokan a Wînterthur, Koma Govendê ya Zarokan a Bîelê, derkevin ser dikê.

Festîvala Zîlan a Londonê

Îsal weke her sal, li paytexta Îngîlîstan Londonê, ji aliyê Meclîsa Jinê ya Jiyan, 19’emîn festîvala Zîlan a Jinê tê lidarxistin. Festîval bi dirûşmeya ‘Bi Jin Jiyan Azadî Em Ber Bi Şoreşa Jinê Dimeşin’ ew ê di 30’ê Hezîranê de pêk bê. 

Di çarçoveya festîvalê de, wê li navnîşana Kurdish Community Centre, 11 Portland Gardens, Harringay Ladder, London N4 1HU, di saet 15.00’an de, hunermend Kewê, Jala û hunermendên surprîz, derkevin ser dikê. Di festîvalê de wê komên jinan ên femînîst ên ji gelên cuda biaxivin, li gel mûzîkê, wê govend, dahol û zirne û sînevîzyon bên nîşandan. Herwiha wê standên xwarin û cilûbergan hebe û ji bo zarokan jî kreş û çalakî hebin. Di daxuyaniya Meclîsa Jinê ya Jiyan de hate gotin:’’Ew ê gotinên me, stran û dirûşmeyên me li ser berxwedanê be. Ev bi tenê çalakiyek nîne, ji bo hîn bêhtir xurt bibin, em têne ba hev.’’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.