Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz pêk tê
Şemî 28 Hezîran 2025 - 03:05
Festîvala jinan a ji bo bîranîna Sakîne Cansiz tê lidarxistin, vê Şemiyê wê li bajarê Zurich ê Swîsreyê pêk were.
Festîvala Jinan a Sakîna Cansiz bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi hevkariya zêdeyî 20 saziyên jinan îsal cara 12'emîn tê lidarxistin. Dirûşma festîvalê ya îsal bi vî rengî ye; "Em destketiyên jinan diparêzin, bi Jin, Jiyan, Azadî civaka demokratîk ava dikin."
Komîteya Amadekar a Festîvalê ji bo nirxandina kar û amadekariyên dawî yên teknîkî li qada Kasernenareal a festîvalê civînek lidar xist. Di civînê de plansaziya li ser wezîfeyê hate kirin.
Endama Komîteya Festîvalê û Hevseroka Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) Dîlan Çetînkaya û berdekva demê ya YJK-S'ê Selma Surer piştî civînê axivîn û li ser amadekariyan aagahî dan. Hate ragihandin ku li her devera Navendên Civaka Kurd hene otobus hatine amadekirin û li gorî ruhê dema nû wê festîvalê bi rengekî bi heybet bê lidarxistin.
Selma Surer jî anî ziman ku amadekariyên wan ên ji bo festîvalê qediya ne û li bendê ne ku her kes roja Şemiyê tevlî festîvalê bibin.
Ji bo zarokan jî diyar kir ku wê Zarok Ma tevlî festîvalê bibe û zarok pê şa bibin.
Di festîvala îsal de wê hunermend: Sasa Serap, Jala, Zerifa Zerrin, Gulan, Silav Rojava, Awaze Mitra û Koma Erebane ya ser bi Tevgera Çandê ya Mizgîn hunera xwe pêşkêş bikin.
Her wiha koma govendê ya jinê û koma govendên Kurdî ya Swîsreyê jî wê reng bidin festîvalê. Weke her sal wê konekî ji dengbêjên jin jî bê danîn.
Ji bo kesên tevlî festîvalê bibin wê li gel standên xwarinê standên agahdarkirinê yên saziyên jinan jî hebin.
ANF/BASEL/ERDOGAN ZAMÛR