Xwedawenda berxwedanê
În 10 Çile 2025 - 03:15
Ji fermandarên YJA Starê Asrîn Semsûr û gerîlaya YJA Starê Sara Serdar di 12'emîn salvegera komkujiya Parîsê de ji ANF'ê re axivîn. Fermandara YJA Starê Asrîn Semsûr bi bîr xist ku şehîd Sara (Sakîne Cansiz) di şertên zehmet de tevlî têkoşînê bû û got:"Kes ne li bendê bû ku li Kurdistanê tevgerek weke PKK derkeve holê. Bi taybetî jî kesî texmîn nedikir ku di nav vê tevgerê de jin wê rol û mîsyonek wiha rabin. Heval Sara, li gel her cûre zehmetiyan jî têkoşînek xurt raber kir. Bi berxwedana xwe li Kurdistanê ji gelek têkoşînan re pêşengî kir. Ked û têkoşîna heval Sara ji aliyê hemû jinên cîhanê ve mînak hat girtin. Em hemû mîlîtanên Rêber Apo ne û di heman demê de mîlîtanên fermandar Sara ne. Ev yek nîşan dide ku hevala Sara felsefeya Rêber Apo di kesayetiya xwe de şênber kir.
Heval Sara, hem bi hebûna xwe hem jî bi berxwedana xwe têkoşîna azadiyê bêhtir watedar kir. Rêber Apo şehadeta heval Sara weke duyemîn komkujiya Dersimê bi nav kir. Ev pênase wateyek dîrokî û kûr e. Rêber Apo berî bi salan ji Sara re gotibû, 'tu yê bibî jineke ku di cîhanê de tê nasîn.' Lewre Rêbertî jiyan, potansiyel û enerjiya heval Sara dîtibû. Bi rastî jî heval Sara li hemû cîhanê weke pêşenga jin a azad tê nasîn. Em wek mîlîtanên PKK û PAJK'ê rêz û hezkirinek mezin ji heval Sara re digirin. Şehîd Sara remza bawerî û xîretê ye. Şehîd Sara ji ber felsefeya Rêbertî esas werdigirt hate qetilkirin. Lê belê, wê berxwedana heval Sara hebûna xwe bidomîne. Erka me ya ku xwedî li nixên wê derkevin û têkoşîna wê dewam bikin. Sekna wê her tim rêya me ronî bike."
Ji bo tolê têkoşîn mezin dibe
Gerîlaya YJA Starê Sara Serdar jî got ji bo tola hevreyên xwe yên pêşeng bigirin têkoşînê hîn mezintir dikin û got:"Bi hezaran jin ji têkoşîna wê îlham girt û tevlî têkoşîna azadiyê bû. Bi saya têkoşîna Şehîd Sara jin hem li nav tevgerê hem jî li nav civakê fêrî berxwedanê bûn û hêza xwe naskirin. Heval Sara jinên ku destpêkê tevlî PKK'ê bûne yek ji wan e. Partiya me PKK partiya jinan e. Ji ber vê em berpirsyartiyek pir mezin radikin ser xwe. Her şehîdek dibe hinceta mezinkirina têkoşînê. Çalakiya fedaî ya heval Asya Alî û Rojger Helîn piştrastbûna vê ye. Weke gerîlayên YJA Starê soza ku me daye hevreyên şehîd em ê pêk bînin. Em ê teqez Kurdistanek azad ava bikin."
ANF/BEHDÎNAN