Li Zurîchê Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz

Pêncşem 12 Hezîran 2025 - 03:05

Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz a 12'emîn wê 28'ê Hezîranê li Zurîchê bi mijara rêxisitniya jinê û piştevaniya çandî pêk were.

Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz ku ji bo bîranîna yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara) her sal tê lidarxistin, îsal cara 12'an pêk tê. Festîval wê li bajarê Zurîch ê Swîsreyê di 28'ê Hezîranê de li qada Kasernenarealê pêk were û bi dirûşma 'Bi Jin, Jiyan, Azadî em rêxistiniya demokratîk ava dikin' wê jin li hev kom bibin.

Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) wê pêşengiyê ji festîvalê re bike û gelek saziyên jinan tevkariyê jê re bikin. Amadekariyên ji bo festîvalê dewam dikin.

6 meclîs, 5 komun û 5 înîsiyatîfên ser bi YJK-S'ê seferberî ragihandin û beşeke mezin a amadekariyên teknîkî qedandin.

Ji bo zarokan wê qadên lîstikê û standa Zarok Ma jî hebe. Her wiha ji bo mirovên serdana festîvalê bikin standên xwarinê û agahdarkirinê yên saziyên jinan wê bêne danîn.

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.