Piştî 7 salan zilma xwe kêm kirin

Duşem 7 Adar 2022 - 22:18

  • Rûniştina doza 16 kesên ku xizmên xwe di Komkujiya Roboskî de ji dest dabûn, doh pêk hat û heyeta dadgehê biryar da ku zilma bi ser zilmê de piştî bi 7 salan bi dawî bike.

Rûniştina doza 16 kesên ku xizmên xwe di Komkujiya Roboskî de ji dest dabûn, doh pêk hat û heyeta dadgehê biryar da ku zilma bi ser zilmê de piştî bi 7 salan bi dawî bike. Dadgeha dewleta dagirker û qatil, biryara bereatê ji bo her 16 kesan da. 

Bi hinceta ku di bibîranina Komkujiya Roboskiyî ya sala 2015’an de “propagandaya rêxistinê kirine” dozgerên dagirkeriya Tirk, doz li 16 xizmên şehîdên Roboskiyê, vekiribûn. Rûniştina biryarê ya dozê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Şirnexê bi rê ve çû. 

Her 16 kes jî li rûniştinê amade nebûn. Serokê Baroya Şirnexê, Rojhat Dîlsîz û parzerên malbatan di rûniştinê de amade bûn. 

Piştî parastinên parêzeran, heyeta dadgehê biryara baraetê ji bo malbatên şehîdên Roboskiyê da. 

ŞIRNEX 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.