Roboskî li dû xwe 13 sal hişt
În 27 Kanûn 2024 - 02:55
Dayika Serhat Encu yê di komkujiya Roboskî de hat kuştin Halîme Encu bilêv kir ku tevî 13 sal derbas bûn jî êşa wan weke roja ewil e û got:"Me parçeyên bedena wan li ser pişta hespan anîn. Wê çawa ji bîr biçe. Lê em ê heta dawiyê bibêjin edalet û edalet.”
Balafirên şer ên artêşa Tirk li gundê Roboskî yê navçeya Qilebana Şirnexê di 28'ê Kanûna 2011'an de bombe barandin û 19 jê zarok 34 welatî kuştin. Di ser komkujiyê re 13 sal derbas bûn. Di van 13 salan de kiryar hatin parastin û der barê xizmên kuştiyan de doz hatin vekirin.
Di komkujiyê de yek jî zarokê hat kuştin Serhat Encu yê 16 salî bû. Serhat Encu jî tevî temenê xwe yê biçûk ji bo debara malê bike çû Başurê Kurdistanê. Ew jî bi 34 hevalên xwe ve dema vêgerê li ser sînor di êrîşa hewayî de hat kuştin. Ji ber ambulans ji wan re nehat şandin, cenazeyên wan bi betaniyan pêçan û li ser pişta hespan anîn gund.
Dayika Serhat Encu Halîme Encu ku li gundê Roboskî dijî bi boneya salvegera komkujiyê axivî. Halîme Encu, anî ziman ku ew tu car komkujiyê ji bîr nake û edalet xwest.
Kujer nehatin cezakirin
Halime Encu diyar kir ku li şûna ku kujeran ceza bikin, zarokên wan ceza kirin û wiha pê dê çû: “2 kurê min Ferhat û Velî piştî qetilkirina birayê xwe dev ji zanîngehên xwe berdan û ji bo kujer bên ceza kirin li pêy doza edaletê bûn. Zarokê min Velî ji bo kujer bên cezakirin pir hewl da lê dawiyê hat girtin. 4 salan di girtîgehê de ma. Zarokê min Ferhat Encu jî parlamenter bû. Ew jî ji bo edalet bê Roboskî têdikoşiya. Lê parlamenteriya wî xistin û ew jî hat girtin. Kujerên zarokên min ceza nekirin lê bi ser de 2 zarokên min ceza kirin.”
Wê çawa ji bîr biçe
Halîme Encu bi lêv kir ku zarokê wê ji bo debara malê çû başûr û wiha qala roja komkujiyê kir: “Li wî aliyê sînor jî xizmên me ne. Em diçûn serdana wan jî. Dema zarokê min diçû wî alî sînor di vegerê de em digeriyan digot xwarina min amade bikin ez têm malê. Me jê re xwarin amade dikir û em li bendê disekinîn. Dema dihat malê ji ber sermayê destê wî nedihatin ber. Seat di 7 û nîvan de dihat malê. Lê wê rojê wisa nebû. Wê rojê derengiya şevê bû nehatin malê. Di nava gund de jî milet kom bibû. Min jî pirsî ew milet çima kom bûye. Lê qet nedihat hişê me ku tiştekî wisa wê bê serê me. Me nizanîbû 4 balafîr şandine ser wan û ew parçe parçe kirine. Seat 9 bû agahî hat. Em hemû dayik bi rê ketin û çûn ser sînor. Hawar û qêrîna me bû. Nehiştin ku ambolans bê alîkariya me bike. Me bi derfetên xwe cenaze xistin nava betaniyan. Me parçeyên bedena wan li ser pişta hespan anîn. Wê çawa ji bîr biçe. Lê em ê heta dawiyê bibêjin edalet û edalet.”
AJANSA WELAT/ŞIRNEX