Roboskî 12 sal in birîndar e

Pêncşem 29 Kanûn 2022 - 01:16

  • Hevserokê bajarê Stenbolê yê HDP’ê Ferhat Encu ku di komkujiya Roboskî de xizmên xwe wendakirin got; ‘’Em hîn jî qala Roboskî dikin, lê di vê pêvajoyê de gavek jî pêş de neçûne. berovajî rastiyeke Roboskî ya ser hatiye girtin heye. Ev jî êşa me zêdetir dike.’’ 

ERDOGAN ALAYUMAT/STENBOL

 

Li gundê Roboskî ya navçeya Qilaban a Şirnexê 28’ê Kanûna 2011’an balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker 19 jê zarok 34 kes qetilkirin. Di ser vê komkujiyê re 11 sal derbas bûn. Tevî vê jî ne kujer diyar bûn ne jî doz hate vekirin. 

Malbatên Roboskî li bendê bûn ku kujer bên dîtin û cezakirin, lê di vê pêvajoyê de hatin binçavkirin, girtin û rûbirûyê lêpirsîn û zextan bûn. 

Bendewariya edaletê ya malbatan di refên bi toz ên dewletê de wenda bûn, şopên komkujiya Roboskî hîn bêhtir kûr bû. Êşa wan hîn nû ye. 

Dayîkên Roboskî bi cilên reş ên beriya 11 salan li xwe kirine, hîn jî şînê dikin.

Me bi Hevserokê bajarê Stenbolê yê HDP’ê Ferhat Encu ku li Roboskî birayê xwe û xizmên xwe ji dest da, li ser komkujiya Roboskî ku dikeve sala 12’an axivî.

 

Destpêkê ez dixwazim qala şimaqa li we dane bikim. Polêsan êrişê we kir, li pêş kamerayan şimaq li we da. Ev êrişa ku beriya salvegera komkujiya Roboskî pêk hat, hûn çawa şirove dikin?

Xizm û malbatên girtiyên nexweş û yên înfazên wan hatin şewitandin, ji bo balê bibin ser vê rewşê, 11 meh bûn çalakî dikirin. Hertim polêsan êrişê vê çalakiya ku bi pêşengiya dayîkan dihat kirin, dikirin. Me jî wê rojê ragihand ku em dixwazin daxuyaniya çapemeniyê bidin û meşekê lidar bixin. Me got, ev mafekî me yê destûra bingehîn e. Derbarê qedexekirina çalakiyê de, polêsan ti hincet nîşan nedan. Min jî got, ev yek ne hiqûqî ye. Min xwest biryara qedexeyê nîşan bidin. Min hewl da muzakereyê bikim. Lê êdî êriş kirin, ciwan bi erdê re kaş dikirin, şîmaq li wandidin û li erdê pehîn li wan didan. Dema ku min nerazîbûn nîşanî vê rewşê da, ev rayedar -ku di her çalakiyê de pêşengiyê dike ev rayedar- xeber kirine min. Ji bo xeberan neke min ewhişyar kir. Tam li pêş Rêveberê Şaxa Ewlekariyê Hanîfî Zengîn, şîmaq li min da. Wî ev cesaret ji telîmatên Zengîn wergirt. Ji ber vê sedemê ez wisa difikirim, teqez ev tiştekî bi pîlan bû. Ew bi xwe baş dizane ez kî me. Gelek caran em hatin beramberî hev. Vî kesî beriya wê jî tiliya xwe hejandibû û gotibû; 'ez ê hesabê wê bipirsim. Piştî şîmaqê Zengîn bi xwe hat û ez kirim binçavan. Di dema binçavkirinê de jî, êşkence kirin. Di salvegera komkujiya Roboskî de, pêkhatina êrişeke wiha, ne tesaduf e. Ev encama bê perwabûna dewleta polêsan e ku desthilatdariya AKP û MHP’ê li welat afirandiye. Ev şîmaq destpêkê li gelê Kurd, li herkesekê ku daxwaza aştî, demokrasî û azadiyê, daxwaza jiyana mirovî dike, ketiye. Em ê tekoşîna xwe ya di qada siyaseta demokratîk de bilind bikin, hesabê vê şîmaqê di sandoqan de û li her qadê bipirsin.

 

Roboskî weke komkujiyên herî mezin ên di dîroka komarê de kete nava dîrokê. Balafirên şer 34 mirov li pêş çavên mirovan qetilkirin. Hûn dikarin Roboskî deynin ku dera van komkujiyên di nava dîrokê de?

Di dîroka komarê de gelek komkujiyên mezin çêbûn, lê komkujiya Roboskî komkujiyek bû ku cara yekem dewlet li ser sûc hate girtin, dîmen û wêneyên wê ji rayagiştî re hate nîşandan. Di dîrokê de gelek komkujiyên bi êş ên weke Dêrsim û Zîlanê hene. Em van komkujiyan ji şahidên wê demê dizanin. Lê komkujiya Roboskî ne wisa ne. Komkujiya Roboskî dema hat kirin, bi wêne û dîmenan ji bo hemû cîhanê hate pêşkêş kirin. Ji ber wê jî me dît ku êş û hovîtiya komkujiyê ji aliyê civakê ve çawa tê bi dest girtin ê li hemberî vê reflekseke çawa hate nîşandan. Em herdu rojên ku li Roboskî cenaze hatin otopsiyê û hatin veşartin vebêjin jî, em dikarin nîşan bidin ku komkujiyeke çiqasî hovane bû. Komkujiya Roboskî komkujiyeke wisa bû ku ji saet 21.30’an pê ve, bi qasî 40 deqeyan 38 mirov ji aliyê balafirên şer hatin bombarduman kirin, bi tenê 4 kes jê filitîn, 34 kesan jiyana xwe ji dest dan. 

Mirovên ku agahiya komkujiyê wergirtin, hin ji wan bi lingên tazî ber bi sînor ve bezî, hin ji wan çakêtek jî li xwe nekirin meşiyan ber bi herêma komkujiyê. Dema em gihîştin herêma komkujiyê, em rastî bedenên parçebûyî hatin. Komkujiya Roboskî komkujiyeke wisa bû ku, parçeyên mirovan û yên hêstiran tevlîhev bibûn. Hovîtiyeke wisa bû ku, me nekarî ji hev derxin bê ka ev parçeyê mirovan e yan yê hêstiran e. Mirovan hewl dida bi neçarî yên birîndar bigîhîne nexweşxaneyan.Herkesekê li xizm, hevjîn û birayê xwe digeriya. Şeveke wisa bû ku heta serê sibehê parçeyên cenazeyan dihat komkirin, bedenên ku di bin zinaran û axê de mane, bi destên tazî dixwestin derbixin. Di encamê de piştî ku cenaze hatin komkirin, li ser pişta hêstiran hate birin, di romorkên traktoran de li ser hev hate komkirin. Ev wêne hem ji bo malbatan hem jî ji bo civakê rê li ber travmayeke gelekî mezin vekir. Ev travma hîn jî dewam dike.

 

Ji ser komkujiyê 11 sal derbas bûn. Di vê pêvajoyê de li Roboskî çi hat jiyîn? Van 11 salan ji Roboskiyiyan çi stendin?

Me 11 sal li şûn xwe hişt, em ketin sala 12’an. Komkujî di şexsê xelkê Roboskî de, di nava gelê Kurd de rê li ber travmayeke gelekî mezin vekir. Îro hîn jî dayîkên Roboskî cilên reş li ber dikin. Hîn jî li ser gorên zarokên xwe şînê dikin. Hîn jî şopên vê komkujiyê hene. Hîn jî êşa vê komkujiyê ji kûrahî dijîn. Hîn jî dema diçin dawetekê, cejnekê pîroz dikin, bi êşa komkujiyê diçin. Tevî ku 11 sal derbas bûn, li Roboskî şahî û dawet weke berê çênabin. Hîn jî bav û birayên ku tevlî şahî û govendan nabin hene. Ji ber wê jî gelek tişt guhertin. Dayîkên ku nekarîn xwe li ber komkujiyê bigrin û krîza dil derbas kirin çêbûn. Mirovên ku temenê wan têrê nekir ku bibînin hesab ji kujeran hatiye pirsîn. Mirovên ku bi hêrs û êşa komkujiyê, berê xwe dan çiyayan çêbûn û ji ber vê yekê birayên ku li çiyê jiyana xwe ji dest dane hene. Herwiha mirovên ku ji ber hêrs û helwesta xwe ya li hemberî vê komkujiyê nîşan dan tên darizandin, yên hîn jî di girtîgehê de hene û yên ku hîn jî tên darizandin hene. Komkujiyê gelek tişt ji Roboskiyê birin. Hem zaroka ji bo paşerojê hêviyên xwe hebûn, hem kêfxweşiya xwe ya li hemberî cîhanê, hem jî nêrîna xwe ya li jiyanê ji dest wan hate girtin. Ji ber travmaya ku ji ber komkujiyê çêbûye, dayîkên ku ji ber dengê topan an jî ji dengekî herî biçûk ditirsin û diqêrin hene. Em hîn jî qala Roboskî dikin, lê pêvajoyeke bihêlin gavekê pêş de çûbe, berovajî rastiyeke Roboskî ya ser hatiye girtin û xistine bin betonê heye. Ev jî êşa me zêdetir dike.

 

Herî dawî di salvegera 12’an a komkujiya Roboskî de, hûn dikarin çi peyamekê bidin rayagiştî?

Ev mijar heta ku ev êş û bê hiqûqî ji holê neyê rakirin, divê di rojeva herkesekê de be ye. Ji ber wê jî pêwîstî bi piştgiriyeke hîn xurttir heye.           

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.