3 kes hatin binçavkirin
Şemî 23 Kanûn 2023 - 00:35
Leşkerên Tirk li Roboskî avêtin ser malan û 3 kes binçav kirin.
Artêşa Tirk a dagirker li gundê Roboskî yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê avêtin ser malan. Piştî lêgerînê Zekî Tosûn ê ku kurê wî di Komkujiya Roboskî de hatin kuştin, Necmî Tosûn û Abdullah Encu hatin binçavkirin. Hate ragihandin ku hersê kes birin Qereqola Roboskî. Hinceta binçavkirina hersê kesan nehate hînbûn.
NAVENDA NÛÇEYAN