Roboskî heqê xwe helal nake

Sêşem 28 Kanûn 2021 - 22:21

  • Bedran Ozturk: Êşa me kêm nabe û hêrsa me zêdetir dibe û êşa me wek a malbatên me hêj teze ye. Heta em hesabê van komkujiyan nepirsin, ne edalet wê were Tirkiyê û ne jî em ê li wan helal bikin.

Li gundê Roboskiyê 34 şehîdên komkujiya beriya bi 10 salan, li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Di bibîranînê de hat gotin, heta edalet li Roboskiyê bi cih nebe, edalet wê neyê Tirkiyê û heqê xwe jî helal nakin. Di bibîranînê de peyama hesabpirsîna ji berpirsiarên komkujiyê hat dayîn. 

Li gundê Roboskî yê ser bi navçeya Qilebana Şirnexê, di 28’ê Kanûna 2011’an de balafirên şer ên Artêşa Tirk, bombe li xelkê gund barandin û di encama êrişê de 19 jê zarok 34 welatî hatin qetilkirin. Bi rasthatina salvegera 10’an a vê komkujiyê de 34 şehîd li ser gora xwe ya li Goristana Gundê Roboskî hatin bibîranîn. Beriya bernameya bibîranînê, malbatên Roboskiyê rahiştin wêneyên xizmên xwe yên şehîd û meşiyan goristanê.

Malbatên Roboskiyê, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek, Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TTB) Erînç Sagkan, serokên baroyên bajarên bakurê Kurdistanê û bi sedan kes beşdarî bernameya bibîranînê bûn. 

Bernameyê bi rêzgirtinê dest pê kir.
 
Têkoşîn heta dadgehkirina kujeran

Ewilî Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz got, “Êdî li ser vê axê taqeta me ji komkujî, kuştin û bêedaletiyê re nemaye. Sed sal jî di ser vê komkujiyê re derbas bibin, em ê ji bîr nekin û heta kujer û berpirsiyar derkevin holê û werin dadgehkirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.” 

Serokê Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyeyê (TTB) Erînç Sagkan jî got, “Rêya pêçan û kewandina birînan di bicihanîna hiqûq û edaletê re derbas dibe. Ji bo ku birîna Roboskiyê were kewandin û rondikên çavên dayikan bisekine, em ê têbikoşin.” 
 
 Edalet nebe lihevhelakirin nabe

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî anî ziman ku dosyeya failan di qeydên dewletê de veşartî ye: “Heta îro em li ser vê erdnîgariyê li Kurdistanê hatin qetilkirin. Faîl diyar in, lê tên veşartin. Heta ku edalet neyê Roboskiyê kes nikare behsa edaletê û lihevhelalkirinê bike. Divê êdî edalet were gundê Roboskiyê.” 

Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari ya ku ji Komîsyona Baweriyan a HDP’ê Berpirsiyar e jî got, divê heqîqet derkevin holê da ku bêedaletiya li Roboskiyê bi dawî bibe. 

Serdestiya dewletê ne çareserî ye 

Pişt re Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk got, “Malbatên me hezkiriyên xwe winda kirin. Lê ji kesî deng dernakeve. Dinya alem dizane ka kî ev komkujî kiriye. Eşkerenekirina berpirsiyaran û kujeran, êşa malbatan qat bi qat zêdetir dike. Dibêjin ‘em ê Kurdan bikujin û bajaran bi ser serê we de xera bikin, em ê hesab nedin’. Dibêjin ‘em mêtinger in û hûn koleyên me ne’. Ev yek, çareser nake. Tenê ne ciwanên Roboskiyê hatin parçekirin, gelê Kurd û cîhan hatin parçeparçekirin. Yên ku lêborînê dixwazin û behsa lihevhelalkirinê dikin, divê ewilî hesabê Roboskî, Zîlanê, Dersimê bidin û wisa doza lihevhelalkirinê bikin. Birêz Ocalan xwestibû ku Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan bê avakirin. Lê nehat avakirin. Birêz Ocalan diyar kiribû ku ev komkujî berdewama tesfiyeya siyaseta gelê Kurd e. Êşa me kêm nabe û hêrsa me zêdetir dibe û êşa me wek a malbatên me hêj teze ye. Heta em hesabê van komkujiyan nepirsin, ne edalet wê were Tirkiyê û ne jî em ê li wan helal bikin.”  
 
Şîna 10 salan
Pişt re Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê, Ferhat Encu axivî: “Di van deh salan de me gelek komkujî dîtin. Me di van salan de hestên xwe û nihêrînên xwe ji raya giştî re eşkere kirin. Lê heta îro dilê malbatên Roboskiyê, dayikên me şa nebûye û aş nebûye. Hêj em di şînê de ne û cilên me reş in. Ev têkoşîna me têkoşîna ji bo heqîqet û edaletê ye. Dixwazin ser dosyeya Roboskî were girtin û tarî bimîne. Cihek nema ku me miracaet nekir, lê mixabin ti encam derneket. Heta em hesab ji berpirsiyarên komkujiya Roboskiyê nepirsin û komkujiyan dernexin holê wê têkoşîna me ya edaletê bi dawî nebe.” 

Ferhat Encu nameya Serokê Roboskî-Derê ya bi KHK’ê hat girtin, Velî Encu yê di Hepsa Bafrayê ya Samsûnê de girtî ye xwend. Velî Encu di nameyê de dibêje, ew ê bi wan kesan re ku li Roboskiyê beroşa zilm û bêedaletiyê didin kelandin, li hev neyên û li wan helal nekin. Encu di nameyê de diyar dike ku ew ê wek malbatên Roboskî bibin kelemê çavê berpirsiyarên Komkujiya Roboskiyê û wê her têkoşîna xwe bidomînin.

Piştî axaftinan li ser goran dua hatin kirin û beşdaran qerenfîl danîn ser gorên şehîdan û merasîma bibîranînê bi dawî bû.

ŞIRNEX

Heqîqetan eşkere bikin

Li gelek navendên Bakurê Kurdistanê, şehîdên Komkujiya Roboskiyê hatin bibîranîn. Di peyamên dema bibîranînan de hat gotin, “Bila heqîqetên di komkujiyê de werin eşkerekirin. Rêya edaletê di Roboskiyê re derbas dibe.” 

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li Parka Rojava ku wek parka Roboskiyê jî tê binavkirin, daxuyanî da çapemeniyê û pankarta li ser nivîsandî “Roboskiyê ji bîr neke” hilgirt. Berdevkê Demê yê Platformê, Mehmet Ceylan got, êriş û komkujiyên li dijî kurdan ti carî neqediyane û tevahiya dîrokê dewam kirine. 

Piştre jî Nûnerê DÎSK’ê yê Herêma Amedê, Hasan Hayrî Eroglu bal bire ser cezanekirin û nedîtina kujeran û xwest ku demildest faîl werin dadgehkirin û cezakirin. 

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî li Meydana Topçu daxuyanî da û şehîdên komkujiyê bi bîr anîn. Berdevka şaxê KESK’ê yê Rihayê Eylem Salar xwest berpirsiyar werin dadgehkirin. 

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan jî got, ji ber ku yên hatin kuştin Kurd bûn, kujerên Roboskiyê nehatine dadgehkirin. 

Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê jî li ber Kargeha Perîhanoglû daxuyanî da. Endamê Meclîsa Partiyê yê DBP’ê Ejder Ekîncî daxuyanî xwend û got, faîl nehatin dadgehkirin û hêj kesên fermana komkujiyê dane, li ser wezîfeyê ne. 

Şaxê ÎHD’ê yê Edeneyê û Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê jî li Parka Înonu daxuyaniyek dan. Serokê ÎHD’a Edeneyê Yakûp Ataş destnîşan kir ku ji bo Roboskiyê ew ê têkoşîna xwe ya edaletê dewam bikin. 

Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş jî got, Komkujiya Roboskiyê tabloya şermê ya dîroka siyaseta Tirkiyê ye û xwest berpirsiyar werin cezakirin. 

Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenter Pero Dundar û Hevserokê HDP’a Mêrdînê, Salîh Kuday gotin, heta edalet were dabînkirin ew ê li hesabê komkujiyê bipirsin. 

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê jî li Kuçeya Huner daxuyanî da. Hevseroka HDP’a Dersimê, Nurşat Yeşîl got komkujiyên Kanûnê, çi Mereş, çi li girtîgehan û çi li Roboskiyê, hemû bi heman hêncetê pêk hatine û tevî ku 10 sal derbas bûne jî kujer nehatine eşkerekirin û cezakirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.