Me komkujiya Roboskî ji bîr nekir

Duşem 29 Kanûn 2025 - 03:55

PÎK'ê qurbaniyên komkujiya Roboskî bi bîr anî û got, "Heta ku dewleta Tirk bi komkujiyên ku li gelê Kurd kiriye rû bi rû nebe, ne li Tirkiyeyê ne jî li Kurdistanê wê aramî nebe; wê meseleya Kurd jî çareser nabe."

Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) ji ber salvegera 14'an a Komkujiya Roboskî daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 28'ê Kanûna 2011'an li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê di encama bombardûmana balafirên şer ên Tirk de 34 sivîlên bêguneh bi xwînxwarî hatin kuştin ku 17 ji wan zarok bûn.

PÎK'ê got, "Li gel 14 salên di ser re derbas bûne, têkoşîna edaletê ya malbatên dilşewat hîn bê encam e; kiryar nehatine darizandin, bêcezahiştin dewam dike.

Ev komkujî di dema desthilatdariya AKP'ê de hate kirin ku ji bo Kurdan dibêje 'birayên me' ne. Desthilatdariya AKP-MHP'ê îro jî dijminatiyê li destketiyên gelê Kurd dike û bi zimanê şer û nefretê diaxive.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku piştî hilweşîna rejîma Esad, dewleta Tirk li Rojava heman siyaseta înkar û dagirkeriyê dewam dike û hate gotin, "Bi lîderê çeteyan Ahmed Şara re li dijî gelê Kurd gefên bêexlaq li gelê Kurd dixwe; Wezîrê Karên Derve bi rengekî eşkere zimanekî welê bi kar tîne ku gelê Kurd dike hedef. Heta ku dewleta Tirk bi komkujiyên ku li gelê Kurd kiriye rû bi rû nebe, ne li Tirkiyeyê ne jî li Kurdistanê wê aramî nebe; wê meseleya Kurd jî çareser nabe."

ANF  NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.