Me Roboskî ji bîr nekir
Çarşem 31 Kanûn 2025 - 03:30

Di ser qetilkirina 34 sivîlan a bi balafirên şer de ku 19 ji wan zarok bûn, 14 sal derbas bûn. Berpirsyarên komkujiyê hîn jî nehatine darizandin. Malbatan li ser gorên xizmên xwe ew bi bîr anîn û daxwaza xwe ya edaletê dubare kirin.
Li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê di 28'ê Kanûna 2011'an de di encama bombardûmana balafirên şer ên artêşa Tirk de 34 sivîl hatin kuştin, ku 19 ji wan zarok bûn. Di komkujiya Roboskî de ku rayedarên hikumeta wê demê û medya navendî bi gotina 'qezaya operasyonê' hewl dan binixumînin, li gel salên di ser re derbas bûne jî lêpirsîneke bi bandor nehate meşandin, berpirsyar nehatin darizandin. Ji bo malbatên ku daxwaza wan a ji bo edaletê bê bersiv hate hiştin, Roboskî bû yek ji nîşaneyên herî giran ên polîtîkayên bêcezahiştinê.
Malbatên Roboskî ku xizmên xwe li ser gorên wan bi bîr anîn axivîn.
Medîne Urek: Em tenê edaletê dixwazin. Em dixwazin edalet bi cih bê anîn. Beriya 14 salan xizmên me hatin qetilkirin, lê belê edalet bi cih nehat. Birînên me hîn jî teze ne. Weke dayik êdî bêhna me diçike. Em dixwazin edalet bi cih bê anîn û zarokên me bi dilrehetî razên. Em her sal şehîdên xwe li ser gorên wan bi bîr tînin.
Vahîde Encu: Li ser gora birayê xwe bi salan e li benda edaletê me. Çar zarokên birayê min hebûn, hemû sêwî man. Me tiştek ji vê dewletê nedît. Ti carî guh nedan daxwazên me. Berpirsyarên komkujiyê dernexistin holê. Dewletê 14 salan daxwaza me ya ji bo edaletê bê bersiv hişt. Ti ji rayedarên dewletê rojekê nehat serdana me.
Taybet Encu: Em tenê edaletê dixwazin. Heta ku edalet bê em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Heta ku berpirsyarên vê komkujiyê bêne darizandin lêgerîna me ya li edaletê wê dewam bike. Em dixwazin aştî bê vê xakê. Lê belê vê dewletê zarokên me û 14 salên me ji me stand. Bila dewlet destpêkê hesabê vê bide. Zarokên me ji ber nanê xwe hatin qetilkirin. Me ev komkujî ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin.
ANF/ŞIRNEX













