Pişemasiyeke kêmdîtî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 2 Tebax 2022 - 22:24

  • Di bin avê de gelek cûre masî û heywanên din hene ku em derbarê wan de bi kêm tiştan dizanin.

Di bin avê de gelek cûre masî û heywanên din hene ku em derbarê wan de bi kêm tiştan dizanin. Ev pişemasiya ku bi ber çavê kamerayê ketiye jî cûreyekî kemdîtî ye. Bi reng û xweşikiya xwe derdikeve pêş. Kameraman ew li Papua Gîneya Nû girtiye. Dema ev pişemasî di ber wî re derbas bûye, ew girtiye kamerayê û dîmenên wê yên xweşik nîşanî xelkê dide. Nexasim xêzên li ser pişta wê pirr xweşik in.

Navê van pişemasiyan “Chirodectes maculatus” e û ev bû cara diduyan ku dîmenên wan tên qeydkirin. Cara yekê, sala 1997’an, zanyarên Awustralyayî dîmenên wan girtibûn. Di sala 2006’an de jî ev nav lê hatibû kirin. Zanyar dibêjin, li gel ku ew bi gewdeya xwe mezin in jî, kêm caran tên dîtin û zû bi zû bi ber çavên kamerayan nakevin..

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.