MEHRAN REMEZAN/ROJNEWS/SILÊMANÎ
Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd ew navende ku têde xewn û xeyalên jina şoreşgera Kurd Nagîhan Akarsel û jinên din yên şoreşger yên Kurd pêk hat.
Çend sal beriya niha jina şoreşger û azadîxwaza Kurd şehîd Nagîhan Akarsel fikra navenda akademî û pirtûkxaneyekê xist serê xwe ku bibe navendek ku jinên Kurd berhem, nivîs û pirtûkên xwe têde arşîv bikin û ji windabûnê biparêzin.
Jinên xwedî pênûs û welatparêz yên her çar parçeyên Kurdistanê dest dan destê hev û berê bingehîn yê yekemîn pirtûkxaneya jinên Kurd li bajarê Silêmaniyê danîn. Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd di destpêka sala 2020’ê de bi hewla gelek jinên azadîxwazên Kurd hatiye avakirin. Xwediya fikra vê projeya dîrokî û binirx şehîd Nagîhan Akarsel bû ku rolekê serekî di avakirina vê pirtûkxaneyê de hebû.
Şehîd Nagîhan Akarsel di wê baweriyê de bû ku bajarê Silêmaniyê ji bo vê projeyê cihek guncan e. Ji ber ku Silêmanî bajarê rewşenbîriyê ye, di vê pirtûkxaneyê de gelek jinên azadîxwaz û alîgirên wê hebûn û dest dan destê şehîd Nagîhan û bi vî awayî dest bi pêkanîna xeyala wê kirin. Tişta ku her kes êşand û xemgîn kir, şehadeta vê jina têkoşer û rewşenbîr Nagîhan Akarsel bû ku di 4’ê Cotmehê de li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê di destê dagirkerên Tirk û hevkarên wan yên noker şehîd bû.
Piştî şahadetê pirtûkxane vekirin
Beriya ku xewna jiyana xwe ya vekirina pirtûkxaneyê pêk bîne, her çend destê reş yê Tirk nehişt ku pirtûkxaneyê bi çavên xwe bibîne jî, lê piştî şehadeta wê pirtûkxane hate vekirin û bi vî awayî hêvî û armanca dewleta Tirk hatin pûçkirin. Dijminên Kurd gelek keyfxweş bûn û fikirîn ku wê bi şehîdkirina Nagîhan Akarsel şoreşa jinên Kurd lewaz bikin. Lê şoreş bi coştir bû, jinên her çar parçeyên Kurdistanê ji bo pêkanîna xewna Şehîd Nagîhan Akarsel dest dan destê hev û di 25’ê Hezîrana 2023’an de bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd li bajarê Silêmaniyê vekirin.
2 hezar pirtûk kom kirine
Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd li bajarê Silêmaniyê ji aliyê çend endamên damezrêner ve tê birêvebirin. Rojane diçin navendê û bi awayek dilsozane xizmeta pirtûkxaneyê dikin û pêşwaziyê kes û aliyên ku serdana pirtûkxaneyê dikin, dikin ku bi mebesta sûd ji pirtûkxaneyê wergirtin an jî bexşîna pirtûkên xwe ji pirtûkxaneyê re.
Li pirtûkxaneya navbuhirî nêzîkî 2 hezar pirtûkên nivîskarên jinên Kurd yan jî pirtûkên behsa jiyana jinên Kurd dikin, hene. Ev pirtûkane ji aliyê nivîskarên jin yên Başûrê Kurdistanê yan jî jinên her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat pêşkeşî pirtûkxaneyê têne kirin. Pirtûkên Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd li ser civak, zanist û hûnerî bi zimanên Kurdî, Erebî, Îngîlîzî û Almanî ne bidest dikevin.
Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd hewl dide dengê jinên Kur dli gund û deverên bindest ku hîn dengê wan negihiştiye ber destê nivîskaran kom bikin, binivîsin û di pirtûkxaneyê de bicih bikin.