Banga Însiyatîfa Navneteweyî!

Duşem 30 Îlon 2024 - 02:45

Însiyatîfa Navneteweyî ‘Ji Nagîhan Akarsel re Edalet’, der barê doza rojnamevan, akademîsyen û çalakvana mafên jinan Nagîhan Akarsel ku beriya 2 sal li Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû qetilkirin, daxuyaniyek da. Daxuyaniya Înîsiyatîfa Navneteweyî 'Ji Nagîhan Akarsel re Edalet' bi vî rengî ye:’’Sala borî zêdetirî 150 rêxistinên jinan ji hemû parzemînan û pîşeyên cuda nameyek vekirî ji NY’ê, Konseya Ewropa û Hikûmeta Iraqê re nivîsandin û daxwaza zelalkirina piştperdeya vê kuştina siyasî û dadgehkirina berpirsan kirin. Di 24’ê Kanûna 2023’yan de, qatîl Îsmaîl Rasîm Rifat Peker ku hemwelatiyê Tirkiyê ye, li gorî xala 2.2 ya Yasaya Têkoşîna li Dijî Terorê ji aliyê Dadgeha Bilind a Herêma Kurdistanê ve bi îdamê hat mehkûmkirin. Lê ne ji raya giştî û ne jî malbat û xizmên Nagîhan Akarsel re der barê lêpirsîn û pêvajoya dadgehê de agahî nehat dayîn. Bi vî awayî malbata wê ji mafê beşdarbûna dozê bi rêya nûnertiya hiqûqî bêpar kirin. Li gorî biryara dadgehê û agahiyên ji çapemeniyê hatin girtin, Îsmaîl Peker beriya niha li Tirkiyeyê bi hinceta ku di Kanûna 2017’an de bi satûrê êrîşî jinekê kiriye hatiye girtin.   Peker tevî ku 12 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, piştî 4 sal û 2 mehan di sala 2022'yan de hat berdan. Îsmaîl Peker piştî kuştina Nagîhan Akarsel, di daxuyaniyên xwe yên ji rayedarên Başûrê Kurdistanê re li xwe mikur hat ku, di dema girtina wî ya li Tirkiyeyê de, ji aliyê 'rayedarekî dewleta Tirk' ve ji bo kuştina Nagîhan Akarsel biçe Silêmaniyê û pere jî jê re hatiye dayîn. Wî destnîşan kir ku di dema plansazkirin û pêkanîna vê cînayetê de ji aliyê endamên MÎT'ê ve ve hatiye birêvebirin û di dema ku li Silêmaniyê maye jî bi wî re di nava danûstandinê de bûye. Ji bo ku sûc bike çek dane wî. Rastiya ku Peker di MÎT'ê de dixebitî, bi daxuyaniya Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Alî Riza Guney jî ku çend roj piştî qetilkirina Nagîhan Akarsel hat qetilkirin hat piştrastkirin. 

Delîl jî hene lê nayên darizandin 

Tevî ku gelek şahid û delîl hebûn ku rayedarên dewleta Tirk qetilkirina Nagîhan Akarsel organîze kirine û gelek kes tevlî sûcê bûne jî, tenê Îsmaîl Rasîm Rifat Peker hat mehkûmkirin. Heta niha jî der barê teşwîqkarên kuştinê yan jî hevkarên din de jî ti tedbîrên hiqûqî nehatine girtin. Nûnera Rêveberiya Yekitiya Ewropayê ya Karûbarên Derve li Iraq, Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê di bersiva nameya me ya sala borî de wiha got, ’Yekîtiya Ewropayê li Hewlêrê li ser şopandina pirs û lêkolînên cuda yên derbarê vê kuştinê de dewam dike’. Lê xuya dike ku ji bo parastina jiyan û azadiya ramana parêzvanên mafên jinên Kurd ti tedbîr nehatine girtin. 

Em daxwazên xwe yên ji bo parastina jiyan û mafên parêzvanên mafên jinên Kurd û rojnamevanan dubare dikin:

* Dadgehkirin û mehkûmkirina tawanbarên ku di kuştina Nagîhan Akarsel û hemû berpirsên kuştinên din ên bê dadwer û her wiha kesên tevlî van suîqastan bûne. 

* Girtina qada esmanî ya Iraq û Sûriyê ji bo Hêzên Esmanî yên Tirkiyê. 

* Bang li Tirkiyê were kirin ku dawî li êrîş, polîtîkayên dagirkeriyê, şer û kuştinên sîstematîk ên li dijî gel û parêzvanên mafên jinan ên li her herêmeke Kurdistanê, bi taybet li xaka Iraqê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bîne. 

* Sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê -di nav wan de qirkirin û kuştina jinan- ji aliyê Erdogan û desthilatdariya AKP-MHP’ê ve li gorî hiqûqa navneteweyî bên darizandin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.