Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku xebatên xwe yên di warê jinan didomîne, bi projeyeke resen û yekem ve pirtûkxaneyeke jina ya li ser avê pêk anî. Pirtûkxaneya bi navê “Pirtûkxaneya Jinan” bi dizaynkirina keştiya Şaredariya Bajarê Mezin a ku di dema rêveberiya berê de weke keştiya protokolê dihat bikaranîn, hat avakirin.
Bi pirtûkxaneya li ser avê a ku bi hevkariya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin û Serokatiya Daîreya Veguhastinê hatiye amadekirin, jin wê di ava şîn a Gola Wanê de derfeta xwendinê bibînin. Jin wê karibin li qada rehet a ku bi kursiyên binefşî hatiye çêkirin li ser vê keştiya taybet a ku wekî pirtûkxane hatiye çêkirin, pirtûkan bixwînin. Proje ji bo ku jin ji hêwirzeya bajêr dûr bikevin, li cihekî tenahî û di xwezaya bêhempa ya Gola Wanê de demên baş bijîn hatiye amadekirin.
Bi perspektîfa jinê ji nû ve ava dikin
Hevberdevka Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Leyla Çelîk derheqê projeya ku berdewam dike de agahî da û diyar kir ku projeya “Pirtûkxaneya Jinan” a ku bi xebatên Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê û Meclisa Jinan a Bajarê Mezin hat meşandin gaveke girîng e ji bo jinan. Leyla Çelîk diyar kir ku wan di demeke kin de gelek proje pêk anîne û bi taybetî li navçeyên navendî bal kişand ser xebatên derbarê jinan de. Çelîk got: “Me bi projeyên ku pêk anî jiyana bi hezaran jinan bandor kir. “Em bajarê xwe bi perspektîfa jinê ji nû ve ava dikin”.
Leyla Çelîk bal kişand ser wê yekê ku jin ji gelek qadên jiyanê tên dûrxistin û wiha got: “Jinên ku di qadên siyasî, civakî, çandî û aborî de tên dûrxistin; Em bi piştgiriya feraseta xwe ya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê derfetên jiyanê yên alternatîf pêşkêş dikin. “Em ê bi hemû jinên re torên xwe yên hevgirtinê xurt bikin. ”
Leyla Çelîk, diyar kir ku Pirtûkxaneya Jinan berdewamiya “Pirtûkxane û Navenda Lêkolînê ya Xebatên Jinê” ye ku berê li Taxa Akkopru ya Navçeya Tuşbayê hatibû vekirin û diyar kir ku tê plankirin ku ev proje li hemû navçeyan bê meşandin.
WAN