Peyama Ocalan riyek nû nîşan dide

Pêncşem 11 Kanûn 2025 - 03:50

Hevseroka Partiya Volt a Îtalyan Danîela Pattî da zanîn ku têkoşîna gelê Kurd êdî ne şexsî mîsyonek siyasî ya kolektîf e û got. “Ji bo piştgiriya pêvajoya aştiyê hewce bi tifaqên xurt ên di navbera gelê Ewropa û Rojhilata Navîn de heye. Peyama Abdullah Ocalan ji bo Ewropayê riyek nû nîşan dide.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Stenbolê di 6-7’ê Kanûnê de “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar xist. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de dabû destpêkirin, di konferansê de tevî tecrûbeyên cîhanê hatin nîqaşkirin. Ji Baskê heta Efrîqeya Başûr, ji Sinn Feinê heta Ingilistanê, Qazaxistan û Belçîkayê dê gelek kes tev li konferansê bûn.

Bandora konferansê didome. Yek ji kesên tevli konfernasê bû Hevseroka Partiya Volt a Îtalyan Danîela Pattî bû. Danîela Pattî axivî. Danîela Pattî balkişand ser pirsgirêka kurd û got riya ku civaka Kurd dişopîne û peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di konferansê de daye gelek girîng e û got: “ Di vê dema ku demokrasiya Ewropayê de şikestinek tê jiyîn, li gorî min em dikarin ji tiştên li vir pêk tên gelek tiştî fêr bibin. Mînak pêvajoya konfederalîzma demokratîk, ev ji bo civakek nû derfetek mezin e. Ev derfet ji bo demorkasiya Ewropayê jî girîng e. Têkoşîna gelê Kurd ne mijarek şexsî ye, mîsyonek siyasî ya kolektîf a ku Ewropa jê pir tiştî fêr bike ye.”

Danîela Pattî bi lêv kir ku pirsgirêka Kurd tenê wek mijarek navxweyî nayê nirxandin û wiha bi lêv kir: “Pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê gelek girîng e. Di asta global de jî girîng e. Ev pêvajo wê ji guherîna herêmê re bi rêve bike. Lê tişta em dibînin hewce bi piştgiriyek xurt a Ewropayê heye. Piştgiriya ji bo doza Kurd gelek girîng e.”

Danîela Pattî balkişand ser peyamên Abdullah Ocalan a di konferansê de û di vê mijarê de jî wiha anî ziman: “Peyama Birêz Abdullah Ocalan ya ji bo avakirina ‘riyeke nû ya diçe sosyalîzmê’  gelek girîng e. Heyeta navneteweyî ya ji bo piştgiriyê hatiye vir, di esasê de ji bo fêrbûnê û tiştê fêr bûye bibin Ewropayê hatine vir. Ji ber hewcedariya me bi van pêvajoyan bi van nîqaşan heye."

JINNEWS/STENBOL/MELEK AVCI/ELFAZÎ TORAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.