Pêwîstî bi yekrêziyê heye

Şemî 28 Kanûn 2024 - 03:05

KNK bi armanca nîqaşkirina nakokiyên di navbera partî û hêzên kurdî de û yekirina helwesta wan konferanseke giştî ya partiyên Kurdî yên li Sûriyeyê li dar dixe. Siyasetmendarên Kurd der barê girîngiya avakirina yekitiya partî û hêzên Kurdî de axivîn.

Ferhan Xelîl ê ji bajarê Hesekê girîngiya yekitiya neteweyî diyar kir û got:"Tevahî gelên cîhanê li hemberî astengiyan dibin yek. Em Kurd jî divê li hemberî zordestî û hewldanên dijmin ên qirkirina me yekitiya xwe ava bikin û li hemberî van komployan bisekinin. Hin kes hene ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî li hemberî yekitiya neteweyî dibin asteng. Divê gelê Kurd û partiyên wî ji bo avakirina yekitiyê zextê li wan kesan bikin."

Ferhan Xelîl diyar kir ku ev qonax, qonaxa hebûn û nebûnê ye û got:“Dagirkeriya Tirk hewl dide destkeftiyên şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bike, tam wek çawa pêşî li serxwebûna Herêma Başûrê Kurdistanê girt." Xelîl bang kir ku parçebûyîn partiyetiyê û takakesî derbas bikin û bingeheke gelêrî ya xurt ava bikin û got:"Divê em ji bo yekitiya nîştimanî dûrî silogan û kesayetan ava bikin. Ji ber, ger em bi bin ketin, dîrok li me nayê rihmê."

ENKS bersivê nade

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê ya li bajarê Dirbêsiyê Muslim Ebas diyar kir ku ENKS’ê xwedî li bangên yekitiya nîştimanî derneket û got:“Me beyannameyek ji bo yekrêziya Kurdî derxist, lê belê ENKS’ê xwedî lê derneket û tu helwest nîşan neda. Niha jî ji bo konferanseke giştî ku tê de nîqaşên li ser nakokiyên partiyan û yekkirina nêrînan PYNKˋê amadekariyan dike." Ebas destnîşan kir ku yekrêziya Kurdî di dan û standinên bi hikumeta demkî ya Sûriyeyê re ji bo misogerkirina mafên gelê Kurd pir girîng e.

Di gel gurkirina gefan û astengiyên li hember herêmê, ev bang û beyannameyên têkildarî yekrêziya Kurdî, ji bo gelê Kurd derfetên dîrokî ne ku nakokiyan derbas bike û mafên xwe yên rewa bi dest bixe.

ANHA/DIYAR EHMED-CAN ELEWÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.