Pêşangeha wêne û pirtûkên Ocalan

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 16 Cotmeh 2024 - 00:35

Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşma "Bi şoreşa Jin, Jiyan, Azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin" pêşangeheke wêne û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan vekir. Pêşangeh li Hola Telet Heleb a taxa Şêxmeqsûdê bi amadebûna şêniyên taxê, nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên jinan hat vekirin.

43 wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û gotinên wî bi zimanên kurdî li ser tabloyan hatin nivîsandin û 70 pirtûkên wî hatin pêşandan.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Ronahî Yûsif axivî û diyar kir ku Komploya Navnteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi bin ket û got: “Bi milyonan gel û ciwan li ser fikrên azad ên Rêbertî dimeşin."

Ronahî bal kişand ser berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li hemberî pergala qirkirin û îşkenceyê û got: "Rêbertî bi ramênên xwe yên ronak û analîzkirina sedemên komployê, komplo li komplogeran zivirand. Belavbûna ramanên wî yên azad jî îsbata pûçbûna komployê ye."

Piştre sînevîzyonek li ser qonaxên komployê û hêrsa gel a li hemberî wê hat pêşandan.

ANHA/HELEB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.