PDK wezîfedara qirkirina Kurdan e
Yekşem 1 Gulan 2022 - 22:09
- Bayik: Ji bo tesfiyekirina PKK'ê û qirkirina gelê me, derfetên xwe hemû seferber kirine. Divê gelê me vê yekê baş fêhm bike. Statuya heyî ya Başûrê Kurdistanê di metirsiyê de ye.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, êrişên dagirkeriyê yên dawîn, parçeyekî konsepta qirkirinê ya li dijî gelê Kurd e: "Di vir de rolek dane dewleta Tirk û PDK'ê û ew jî vê mîsyona xwe bi cih tînin."
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV’yê bû û li ser êrişên dagirkeriyê, êrişên li dijî Şengalê û kampanyaya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan axivî.
Di bernameyê de Bayik bersiv da pirsan û got, "Demeke dirêj e, konseptek li ser tevgera me û gelê me tê ferzkirin. Dixwazin vê konseptê niha li Başûr bigihînin armanca xwe. Armanc ji vê konseptê ew e ka PKK'ê bêbandor bikin. Ew ê qirkirina li gelê Kurd ferz dikin ka çawa bibin serî?
Konsept li ser vî esasî tê meşandin. Li gorî vê konseptê jî li Zap û Avaşînê dest bi êrişeke nû kirin. Ev êriş ne tenê li dijî tevgera me ye, di heman demê de li dijî gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê ye. Ji ber ku dixwazin yên ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin tine bikin. Di vir de rolek dane dewleta Tirk û PDK'ê û ew jî mîsyona xwe bi cih tînin. Yên ku di şexsê Rêber Apo de li dijî tevgera me, gelê me û mirovahiyê Komploya Navneteweyî kirin, vê konseptê dimeşînin. NATO ji her alî ve piştgiriyê dide vê konseptê. DYE, Ingilistan û Elmanya di nava vê konseptê de ne.
Hewl didin astengiyên ku PKK datîne pêşiya modernîteya kapîtalîst ji holê rakin û qirkirina li dijî gelê Kurd bibin serî. Baş dizanin ku heta Rêber Apo, PKK'ê û gerîlayên PKK'ê bêbandor nekin, wê nikaribin vê qirkirina li dijî gelê Kurd, bibin serî. Bi heman rengî dizanin ku li Rojhilata Navîn wê dagirkerî neçe serî. Lewma, hedefa wan a sereke PKK ye. Ji ber ku PKK li pêşiya wan astengiya herî mezin e, heta ku vê astengiyê ji holê ranekin wê negihêjin armanca xwe."
PKK kelema çavê neyar e
Cemîl Bayik bal bire ser aliyê serwerkirina Osmaniyan nû li ser welatên ereban û Rojhilata Navî û wiha behsa girîngiya berxwedana li Zê (Zap) û Avaşînê kir: "Divê her kes vê bibîne; şerê li Avaşîn û Zê tê meşandin, şerekî berfireh e ku ne tenê bi vê herêmê ve sînordar e. Di vî şerî de weke gava destpêkê dixwazin li van herêman encamê bi dest bixin, di gava duyemîn de jî armanc Başûr e, niyeta wan bidestxistina Başûr e. Jixwe, li Başûr gelek baregehên leşkerên Tirk û MÎT'ê hene, yanî ji sê paran parekî Başûr di destê dewleta Tirk de ye. Tenê bi vê jî ne razî ne, niyeta wan ew e ku li temamê Başûr belav bibin. Rastiyeke bi vî rengî heye. Bi konsepta li Bakur, Başûr û Rojava dimeşînin, dixwazin Rojhilata Navîn bixin bin hegemonya xwe. Metirsî li ser tevahiya Rojhilata Navîn e. PKK li dijî vê metirsiyê têdikoşe."
PDK hemaliyê NATO´yê re dike
Li ser rola dewleta Tirk û PDK´ê di vê konseptê de jî Bayik got, "PKK, Rêber Apo û gerîlayên PKK'ê li hemberî xwe weke metirsiyeke mezin dibînin, dixwazin vê metirsiyê ji holê rakin. Ev wezîfe jî dane dewleta Tirk û PDK'ê. Dewleta Tirk û PDK vê planê ji bo wan dimeşînin. Di vê planê de berjewendiyên modernîteya kapîtalîst hene. Yên ku vê sîstema êrişê dimeşînin; lewma deng nakin. Heger wezîfeyek nedabûna Tirkiye û PDK'ê, ne pêkan bû ku Tirkiye û PDK li dijî tevgera me, gelê me vî şerî bimeşînin. Li pişt vê DYE, Ingilistan, Îsraîl û Elmanya hene. NATO ji her alî ve piştgiriyê dide Tirkiyeyê û PDK'ê. Eşkere ye ku Tirkiye û PDK jî bi vê piştgiriyê şer dimeşînin. Tirkiye û PDK'ê vê konseptê bi hev re dimeşînin, lewma jî bêdeng dimînin. Ji ber ku di nava vî karî de berjewendiyên wan hene. Ji bo wan a girîng berjewendiyên wan e, ji bo berjewendiyên wan pêwîstî bi çi hebe wê ji xwe re dikin esas."
Xeta gazê di Kurdistanê re derbas dibe
Bayik balê dibe ser aliyê jeostrateîk ê meseleyê jî û dibêje, "Ji ber şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê, dixwazin gaza xwezayî ya ji Rûsyayê diçe Ewrûpayê bibirrin û di ser Rojhilata Navîn re gazê bigihînin Ewrûpayê. Ev xeta gaza xwezayî jî di Kurdistanê re derbas dibe. Ji ber vê jî dixwazin PKK'ê ji holê rakin û gelê Kurd bêhelwêst bikin. Lê belê hesabê şaş dikin. Yên ku dijminatiyê li PKK'ê û gelê Kurd dikin, nikarin hesabê rast bikin, ev hesabên şaş in."
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Sîstemê bi xwe jî dît ku Tirkiye tevî piştgiriya wê jî nikare encamê bi dest bixe. Lewma Kurdên di xizmeta xwe de nêzî Tirkiyeyê kirin. Bi destê Kurdên niha xiyanetê dikin û Tirkiyeyê vê konseptê dimeşînin û dixwazin PKK'ê ji holê rakin. Lewma şerê ku niha tê meşandin, şerê man û nemanê ye. Hem ji bo desthilatdariya AKP-MHP'ê, hem jî ji bo yên di pozîsyona xiyanet-hevkariyê de ne. Derba ku li xayin û nokerên Kurd bikeve, tê wateya derbeke mezin a li sîstema modernîteya kapîtalîst dikeve. Ji bo tesfiyekirina PKK'ê û qirkirina gelê me, derfetên xwe hemû seferber kirine. Divê gelê me vê yekê baş fêhm bike. Bi taybetî jî gelê me yê Başûr divê vê yekê baş fêhm bike. Statuya heyî ya Başûrê Kurdistanê di metirsiyê de ye. Destketiyên ku li Başûr bi saya gelê Kurd û PKK'ê hatin bidestxistin, niha di metirsiyê de ne."
Êrişa li dijî Êzîdiyan zerar e
Cemîl Bayik li ser êrişa artîşa Iraqê li dijî Şengalê jî got, "Iraqê jî di vê demê de li dijî Şengalê û civaka Êzidî dest bi êrişê kir. Mirov nikare vê êrişê ji şerê li ser Zap û Avaşînê cuda binirxîne. Kazimî ji bo xwe weke firsendekê dît û xwest ji vê yekê sûdê wergire. Fikirî, heger êrişî Şengalê bike, kes wê bi alîkariya Êzîdiyan ve nikaribe biçe û bi vî rengî wê karibe hin tawîzan wergire. Ev yek ji bo Iraqê cihê şermê ye. Ji ber ku Êzîdiyan li dijî DAIŞ'ê şer kir.
Şerê ku Êzîdiyan li dijî DAIŞ'ê meşand, ji bo wan bû cihê rûmetê. Hem Iraq hem jî Başûrê Kurdistanê divê malavahiya wan bikin û daxwazên wan ên maqûl bi cih bînin. Civakeke mezlûm e, zerara xwe li kesî nîne. Dixwazin li ser xaka xwe li gorî bawerî û ola xwe bijîn. Ev daxwaz jî divê bê qebûlkirin."
NAVENDA NÛÇEYAN