PDK şerê qirêj dike

Sêşem 9 Tebax 2022 - 22:18

  • Çekdarên PDK´ê û çeteyên wê yên bi navê Roj, li ser Gundên devera Zêbariyan û li gundên Şêladizê ambargoya erzaq ferz kiriye. Hinceta wê jî ew e ku ev gundî erzaq didin gerîlayên Kurdistanê. 

PDK jî ji bo ku kêmî cerdevanên Bakur nebe, dest pê kir bi çekdarên xwe heman zilmê li gelê Kurd dide kirin. Hat zanîn ku li Akrê û Amediyê li gelek gundan çekdarên PDK´ê ambargoya erzaq danîne ser gundiyan.

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya hêzên PDK´ê şerekî dagirkirina Başûrê Kurdistanê ji demeke dirêj ve bi rê ve dibin û ji 17´ê Nîsana îsal ve jî ev şer veguheriye şerekî mezin ê bereyê. Heta niha, di şerê bergiriya Kurdistanê de gerîlayên azadiya Kurdistanê bêhtirî 1800 dagirkerî kuştine. Dagirker di her tevgera xwe de berdêlê didin. Ji bo xilaskirina dagirkeran ji vê rewşê, PDK´ê pêşî herêmên xwe li artêşa Tirk vekir, da ku leşker û lojîstika xwe veguhêze, piştre ji bo dorgirtina li gerîla bi xwe gav avêtin, û destûr da ku li her deverê baregehên dewleta Tirk bên ava kirin.

Li gorî nûçeyeke Rojnewsê, niha derketiye holê ku çekdarên PDK´ê li Akrê û Amediyê ambargo danîne ser xelkê, bi hinceta astengkirina gihandina erzak, zad û qût a gerîlayên Kurdistanê. 

Rojnews nûçeya xwe disipêre çavkaniyên ji cihê cih. Li gorî çavkaniyên ji deverê, çekdarên PDK’ê li devera Akrê û Amediyê qaşo ji bo erzaq negihije gerîla, ambargoya erzaq li ser xelkê herêmê danîne; û ev çekdar rê nadin xelkê ku bi azadî pêwîstiyên xwe peyda bikin û bibin malên xwe.

Ji dema ku êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî Behdînanê dest pê kirine û vir ve, PDK jî hemwext polîtîkayên şerê taybet li ser xelkê devera Behdînanê ferz dike.

Li gorî agahiyên ji xelkê deverê û hinek çavkaniyên ji deverê, ji bahara îsal ve çekdarên PDK’ê û çeteyên Roj ên ser bi PDK´ê destûrê nadin ku gundiyên herêma Behdînanê bi azadî tiştan ji xwe re bikirrin û pêwîstiyên xwe yên ji bo jiyana rojane dabîn bikin.

´Hûn erzaq didin gerîla´

Berê, xelkê gundan ji ber nebûna derfetan ji bo mehan û salan erzaqê xwe dikirrîn. Lê îsal, çekdarên PDK´ê û çeteyên Roj yên ser bi wan xelkê neçar dikin ku bi kîloyan erzaq bikirrin û nekarin ji bo demeke dirêj pêwîstiyên xwe dabîn bikin.

Li ser pirsa, çima PDK ambargo daniye ser xelkê jî, xelkê deverê da zanîn ku hinceta PDK´ê ew e ku ew erzaq didin gerîlayên Kurdistanê. Yanî çekdarên PDK´ê ji xelkê Kurdistanê re dibêjin, "Hûn erzaq didin gerîla" û ji ber vê jî kirrîna erzak a li ser hev li wan qedexe dikin!

Li Zêbariyan û Şêladizê zilma PDK´ê 

Xelkê herêmê da zanîn ku çekdarên PDK´ê, heta destûrê nadin malek ji tûpekî zêdetir ji bo xwe tijî bike û dibêjin, neçar in timî yek tûpê xazê zû zû bibin tijî bikin û bînin.

Çavkaniyan da zanîn ku ev polîtîka nexasim li herêma Zêbariyan a gundên Akrê û piştre jî bi dijwarbûna êrişên dewleta Tirk re li ser hinek gundên Şêladizê jî xistine meriyetê.

Li ser pirsa ka çima ev mijar qet nehatiye bihîstin û nebûye rojev jî, çavkaniyên deverê dan zanîn ku PDK destûrê nade ragihandin bi azadî bikeve van deveran û bixebite: “Heger bên jî xelk ji ber tirs û gefên dewleta Tirk û PDK’ê newêre biaxive.”

Çekdar etar û kasibkaran jî asteng dikin

Ji bo ambargo li ser hemû herêmê were zal kirin jî li gel nuqteyên kontrolê yên çeteyên Roj ku ji bo astengkirina gerîla danîne herêmê, gelek caran mûfrezeyan jî derdixin pêşiya kasibkar û gundiyan û seyareyên wan kontrol dikin.

Her wiha hate zanîn ku ev demek e, rê nadin etar û dûkanên seferî jî bi rehetî bikevin gundan û heger bikevin gundan jî divê ev yek di bin çavdêriyeke pirr tund de pêk were.

Artêşa Tirk a dagirker jî di salên 1990’î de ji bo erzaq ji gerîla re neçe û ambargo deynin ser gerîla, rê nedida gundiyên herêmên Botan, Amed, Colemêrg, Serhed, Xerzan û wekî din ku erzaq bi kîsan ji bo xwe bibin û kesên erzaq ji bo çend mehan ji bo xwe dibirin jî zilm li wan dihat kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.