Keştiya tije heywan a ji Hindistanê bi rê ketiye li ser derya û umanên bêserûbin ber bi Kanadayê ve diçe. Di keştiyê de li gel heywanan gelek mirov jî hene ku rewş û timtêla keştiyê yekser keştiya Nuhî tîne bîra mirovî. Lê ev keştî ne bi rist û wezîfeya Nuhî rabûye, baxçeyê heywanan a li Hindistanê ku nekariye debara xwe bike, vediguhêze Kanadayê. 

Malbata Hindî ya Buzî ku pêşengiya vê rêwîngiyê dike û xwediyê Baxçeyê Heywanan e ji çar kesan pêkhatî ne. Dê, bav û du kurên wan jî li gel wan in. Malbat û zarok tevde di nav xemgîniyeke dijwar de li asîmanê bê stûn û deryaya bê bin temaşe dikin. Dilê wan, mêjiyê wan û ruhê wan li welatê wan maye, lê ew neçar mane terka welatê xwe bikin. 

Di keştiyê de ji her heywanê yek du cure hene. Ya ku dê mohra xwe li vê serpêhatiyê bide piling, çeqel, meymûn û zebra ne. Nexwasim piling serkêşî û sergovendiyê dîsa nade heywanên din. Lewra, ew ji malbata pisîkên gir, hêzdar, jîr û xurt e. 

Piling dirinde ye, ji bo zikê xwe têr bike, dikare her cure tundî, xerabî û dijwariyê bike. Ew di siruşta wî de hatiye afirandin û guherîna wê rastiyê jî ne pêkan e. 

Her wisa keştî li rastî bahozeke dijwar tê. Bahozeke wisa ye ku çiya nikarin li ber bisekinin, wê keştiya ji destê benî ademî derketî, çawa li dijî wê li ber xwe bide!

Asîman ji nişkeve qul dibe, baraneke nedîtî xwe bera ser deryayê dide. Derya û asîman hevdu hembêz dikin. Mîna ku di navbera wan de xêzeke herî piçûk jî nebûye. 

Ji keştiyê tenê xortê Hindî, çekel, meymûn û Zebra karine xwe bigihînine qayiqa felatê. Dûvre pilingê serdar jî tevli wan dibe. Ji vir şûnde têkoşîna man û nemanê ya di navbera wan de dest pê dike. 

Bêguman lihevkirin û bi hev re jiyana wan hemûyan ne pêkan e. Nakokiyên kûr, nelihevker û dijber di nav wan de hene. Her wisa çeqel hîna ji destpêkê ve li wan dibe bela. Di encama liberxwedaneke kin de zebra, meymûn û çeqel ji nav diçin. Dûvre dor tê ser çeqelî. Êdî piling û xort bi tenê ne.

Xortê Buzî û giyaxur neçar dimîne goşt jî bixwe. Lê ya herî dijwar jî piling e. Qayik piçûk û teng e. firax, aman û xurek di nav de ne û piling jî ew der ji xwe re kiriye baregeh. Kêlî bi kêlî, bi şev û rojan ew li hemberî hev in, yek saniyeke xefletê dikare bibe dawiya jiyana xortî. Lê ew li gel ku dem bi dem hêviya xwe ji dest dide jî, li ber xwe dide. Di nav demê de piling jî û ew jî bê taqet dimînin, xort masîyan digire û pê re parve dike. Ji ava deryayê avê dipalîne û dideyê. Her wisa lihevkirineke ji neçarî tê himatê. 

Lê di her kêliya fersendê de piling li benda xwarina wî ye. Ew vêna bi matmayî tespît dike. Wisa jî dikeve nav fikir û gumanan. Di zaroktiya xwe de bandora dînên serdest Buzî, Îslam û Xirîstiyaniyê lê bûbû. Rojekê ji keşe re gotibû, "Xwedê çima kurê xwe ji bo rizgariya mirovan bişîne û dûvre wî bi destê wan bide kuştin. Ev ji min re pirr tewşomewşo tê."

Lê rewşa wî kambax e, asîman, stêrk, derya, masî, teyr, av, candarên bêhejmar û pirrcure û piling. Xort bê çare ye, esil vê gavê pêdiviya wî bi Xwedê heye, lê çawa? 

Di encama serûwena dirêj a 226 rojan de xortê bi navê Pî û pilinga Bengalî xwe digihînin qiraxên Meksikayê. Herdû jî li ber mirinê ne. Gava rûyê xortî digihe qûmên qiraxê, dibêje, "Belê, min hîs kir ku ev xweliya nerm û germ hinarikên Xwedê ne." Lê piling hîç berê xwe nadeyê. Rasterast diçe di nav daristanê de wenda dibe. 

Dilê Pî diêşe, li ber dikeve. Piştî hinde ked ku zaroktiya wî jî pê re derbas bûbû. Carekî jî berê xwe nedayê û çû. 

Ev çîrok ji filma bi navê Jiyana Pî ye. Film Oscar jî di nav de gelek xelat wergirtine. Filmeke ji her aliyî ve fewqulade ye. Çîrok, hûnandin, efektên hişbir, heywanên dirinde, xwezaya herî bedew û di heman demê de kujer, tenê ewqasî bi hostetî dikare li ser perda spî bê veguhestin.

Ji bo herkesî pêşniyaz dikim, wê kesî poşman neke. (Life of Pi)

Weke encam herkes dikare jiyana Pî li gorî xwe şirove bike. Rista Pî û pilingî çi ye? Lê bi rastî gava film qediya, min carekî din PDK û malbata Barzaniyan li ber çavên xwe dîtin. 

Rast e, piling her cure xerabî dikir, lê ew bû sedem ku Pî li jiyanê ma. Eger ew nebûya belkî Pî hinde hewcedarî bi têkoşîneke dijwar nedîtiba û nejiya. Lê ferqeq di navbera PDK û pilingî de heye. Piling bi dijminan re hevkariyê nake. Piling bi qasî zikê xwe têr bike, nêçîrê dike. Lê PDK ne wisa ye. PDK pilingê li ser jiyana Kurdan e, ji bo dijminan dost e. Dîsa jî Kurdistan neçar e bi wan re bijî. Lê divê dev ji têkoşînê neyê berdan. Her kêliya piçûk a xefletê dawiya jiyanê ye.