Paşeroj di Rêveberiya Xweser de ye
Pêncşem 9 Çile 2025 - 02:25
Aktîvîsta mafên mirovan a ji Tûnisê Umeyma El Cebenuni û endama Yekîtiya Jinan a Sehrewi ya Fasê Mina Aba Ali ji ANF'ê re axivin. Aktîvîstan di axaftinên xwe de li ser rewşa jinên Sûriyeyî û jinên li herêmên Rêveberiya Xweser nirxandin kirin.
Umeyna El Cebenuni bal kişand ser raperîna li welatê wan ku bi guhertina rêveberiyê bi encam bû û got:"Hin derdoran hewl dan ku vê şoreşa ji bo daxwazên gelan destpê kir ber bi aliyekî cuda ve bikişînin, lê belê nekarîn ji xeta wê dûr bixînin." Umeyma El Cebenuni got, dema ku ew bala xwe didin ser rastiya civakî, dibînin ku baweriya bi azadî û wekheviya jinê nîne û got:"Ev pirsgirêk ne tenê ya Sûriyeyê ye, pirsgirêka civakên cîhanê ye. Lê belê rastiyeke bi vî rengî jî heye; çi di nava şoreşên rizgariya neteweyî çi jî di nava şoreşên guherîna demokratîk de jin di nava gelek şoreşan de bi roleke mezin û bi bandor rabûn, di avakirina saziyên cemaweriyê û dewletê de kedeke mezin dan."
Divê jin di meclîsê de bin
Umeyma El Cebenuni anî ziman ku di nava kesayetên wan civakan de yên ku ji sala 2011'an û vir ve serî hildane piştevanî heye û di vê mijarê de serhildana gel a li Tûnisê weke mînak nîşan da û got:"Li Tûnisê tevgerên xurt ên civakê û mafên mirovan hebûn û rengê sivîl ji destûra bingehîn re hatibû dayin. Bi taybetî di nivîsandina xala 46'an a destûra bingehîn a Tûnisê de ku wekheviya jin û mêr destnîşan dike, mirov dikare hêza van tevgeran bibînin." Umeyma El Cebenuni anî ziman ku xala navborî heta sala 2024'an di meriyetê de bû, lê belê piştre nekarî bê parastin û got:"Me ev ders ji vê yekê wergirt, mafên jinan jî di nav de hemû maf di destûra bingehîn de bêne nivîsandin û bicihanîn jî tenê bi biryardariyê dikarin bêne parastin. Di vê çarçoveyê de hebûna jinan li meclîsa Sûriyeyê ya bê hilbijartin, ji bo azadiya jinê wê bibe esas û di pêkanîna azadiya jinê de xwedî roleke mezin be. Divê mafên jinan bi qanûnan bêne destnîşankirin ku dewlet neçar bimîne mafên jinan biparêze. Li Sûriyeyê mifteya çareseriyê bi qebûlkirina hemû pêkhateyên çandî, siyasî û neteweyî ya civakê dibe."
Rêveberiyê serketin îspat kir
umeyma El Cebenuni li ser tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî got:"Tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî avaniyeke welê ye ku hemû pêkhateyên civakê, mezheb, bawerî û etnîsîteyan di nava xwe de vedihewîne. Ev modela ku weke tecrûbeyeke pêşeng tê dîtin, di her karî de ji bo her kesî serketina xwe ispat kiriye. Her pêkhate jî piştgiriyê dane serketina vê tecrûbeyê. Bi vî rengî ji bo gelên Sûriyeyê weke modela çareseriyê ya paşerojê tê dîtin. Têkoşîna li hemberî binpêkirina mafên jinan weke projeyeke neteweyî ya ku yekîtiya Sûriyeyê diparêze dikare bi ser bikeve. Her kes pê zane bê li ser rêya azadî û rizgariyê rola jinan çiqasî girîng e." Mina Aba Ali jî anî ziman ku piştî hilweşîna rejîma Baasê di nava civaka Sûriyeyê de hêviyên li ser azadî, pirrengî, aramî û baweriyê zêde bûn û got:"Her hikumet divê xwedî wan polîtîkayan be ku mafên jinan, hindikahiyan û azadiya wan ewle bike, ji bo hemû Sûriyeyiyan vê yekê bike." Mina Aba Ali destnîşan kir ku jinên Sûriyeyî divê karibin xwe li gorî bûyerên li welêt bi rêxistin bikin, zanibin ku nîvê civakê ne û li ser vê bingehê hebûna xwe bidin qebûlkirin.
ANF/NÛJIYAN ADAR