Partiyên milîsan ên Iraqê

Pêncşem 4 Tebax 2022 - 22:12

  • Li Iraqê pêr Muqteda El-Sedr bangeke nû kir, xwest parlamen xwe fesix bike, û hilbijarinên nû çê bibin. Sedr ne kesekî hema ji rêzê ye.

LUQMAN GULDIVÊ

Li Iraqê pêr Muqteda El-Sedr bangeke nû kir, xwest parlamen xwe fesix bike, û hilbijarinên nû çê bibin. Sedr ne kesekî hema ji rêzê ye. Ew li ser tevgereke siyasî xwedçî hukm e ku di hilbijartinên beriya bi 10 mehan de weke hêza herî mezin a Iraqî kete parlamenê. Bi ya lêkolera li GIGA´yê Dastan Jasim, ev jî gaveke populîzma Sedr bû: “Ew doza hilbijartinên nû dike ji bo ku bibêje, binihêre min tiştek kir. Axir êdî bi ya wî divê yên din li hev bikin ji bo vê daxwazê û ew ê ji xwe re pal bide û li wan tameşe bike.”

Li ser rewşa siyasî ya li Bexdayê, me bi Dastan Jasim re sohbetek kir. Ew halê hazir li Înstîtuya Lêkolînên Rojhilata Nêzîk GIGA ya li bajarê Elmanyayê lêkoler e û xwendekara doktorayê ye jî. Pirraniya salê wê li Silêmaniyê bihurand. Li wir jî zanyara mêvan e li Zanîngeha Emerîkî. 

Gava ew behsa hêzên di zik hev de dike, ew ne tenê behsa aliyên siyasî dike, lê belê ew navên tesîrkerên sereke yên ji derve jî dike. Lê esas weke xisleta wan a sereke îşaret bi hêzên wan ên leşkerî dike. Bloka Şîî ya Çarçoveya Hevahengî bi tesîra Îranê bi nav dike. Bi tifaqa bi vê çarçoveyê re YNK jî vê tesîrê xira nake. 

Aliyên Sunî bi tesîra dewleta Tirk, û li tifaqa sêalî zêdebûna PDK´ê jî esas vê tesîrê xira nake. Tenê di tevgera Sedr de ev tesîr zelûl e. 

Leşkerîbûna partiyên siyasî

Tişta zelal jî ev e: “Ev alî hemû xwedî hêzên leşkerî ne. Di hilbijartinan çi dengî distînin ne girîng e. Ew di siyasetê de para xwe dixwazin.” Yanî jixwe Çarçoveya Hevahengî desthilateke weke berê elimandî dixwaze ku aliyên siyasî hemû tê de bin.

Belkî xisleta Tevgera Sedr, bi ya Dastan Jasim şiyana wê “seferberkirina xelkê” be, lê wê jî dikare li gorî dilê xwe bi kar bîne, mesela di dema xwepêşandanên xwendekaran ên sala 2019´an de gelek dibêjin “Wî ew kêliya diyarker a protestoyên xwendekaran ji dest wan girt, bi wê yekê ku wî destek neda wan.”

Herçî YNK ye, di hilbijartinan de derbeke mezin xwar: “Çarçoveya Hevahengî bi soza ku wê serokkomariyê bide YNK´ê ew kişand aliyê xwe”. Lê axir ev jî bi ser neket.

Li aliyê din jî helbet PDK heye, ya ku bi bloka sunî ya Helbûsî û tevgera Sedr xwest blokeke koalîsyona hikûmetê pêk bîne.

Bi qasî em ji gotinên Jasim têdigihin, yek ji meseleyên esasî ew e ku “Ev partiyên siyasî, yên welê ne ku tesîr û hêza wan ji ya partiyên siyasî yên asayî û wêde diçe. Yanî niha pirsa ka gelo YNK´ê gelek deng wergirtin yan na, tiştekî di wê rewşê de naguhere ku yek ji hêzên çekdar ên herî mezin ên welat di bin desthilata wê de ne. Di Çarçoveya Hemahengiyê de jî ev rewş wisa ye. Jixwe me dît, gava ku Malikî ji bo ku hêza xwe nîşan bide, bi komek zilamên çekdar li nava bajêr geriya. Yanî ev mirov hemû yên welê ne ku çekdarên wan hene, sîstema wan bi xwe heye û aktorên ji derveyê Iraqê destekê didin wan. Îran destekê dide bloka Çarçoveya Hemahengî, dewleta Tirk gelekî tesîrê dike li bloka sunî û PDK´ê. Ev jî nîşan dide ku rageşiya heyî gelekî elaqedarî şerekî bi wekîlan e jî.”

Dastan Jasim wekî din dibêje, ev mesele ne ya blokên Kurd, Şîî û Sunî ye, meseleya esas çînî ye û berjewendiyên çînî ne.

Sedr berhemeke populîzmê ye

Lê gelo Sedr li di vê meydana siyasî de li ku ye: “Ji bo Sedr, tesîra ji derve, zehmet e mirov tesbît bike. Li aliyekî, ew li dijî destwerdana ji derve ye. Gava destwerdanên Îranê û yên Tirkiyeyê çê dibin, bi daxuyaniyê xwe ew li ber wan radibe. Ew nexasim behsa yekparabûna erdên Iraqê dike. Lê belê esas, Sedr berhemeke klasîk a populîzma siyasî ye. Sedr wê ti carî serketî nebûya, heger ne di vê rola daimî ya yê lawaz de bûya. Ji ber vê jî ew naxwaze xwe bide ber berpirsiyariyan. Ji ber wê jî ew naxwaze bibe xwedî meqamekî. Lewma ev dikare bi lez sêhra fîgurekî populîst ji ser wî biavêje. Yanî ew dixwaze timî aliyên din ên Şîî û aliyên Kurd ewqasî linavhevketî bin da ku ben di destê wî de bin û rewşa niha jî ev e.”

Ji bo cihêtiya di navbera Elî El-Sîstanî û Muqteda El-Sedr de Dastan Jasim  dibêje, “Sîstanî esas dozeke yekser a desthilata siyasî nake. Ew doza desthilata dînî dike. Carinan hin daxuyaniyan bide û Heşd el-Şeabî li ser banga wî ava bûbe jî ew dozeke desthilata siyasî nake. Herçî Sedr e, ew esas weke serekekê çeteyekê ye. Stratejiya wî jî vê nîşan dide. Sedema ku xelkê wî hez jê dike jî ne ji ber jêhatîbûna wî ya dînî ye, lê ji ber bavê wî ye, yê ku li ber Sedam serî hilda û bi destê wî hat kuştin. Rewabûna wî ya dînî ya “merceiya” weke ya Sîstanî nîne.”

Lê belê çawa Sedr, aliyê Sûnî û PDK´ê blokek ava kirin: “PDK´ê dixwest li nava Kurdistanê bibe xwediyê pazîsyona xurttir be beramberî YNK´ê. Ji ber wê wan nedixwest ku serokkomarekî YNK´yî hebe. Vê bi berjewendiya Helbûsî û Sadr re li hev kir. Wan ji tesîra Îranê re digot, êdî bes e. Û YNK jî weke aliyekî bi tesîra Îranê tê dîtin. Vê yekê ew anîn cem hev. Lê ev jî zûzûka safî bû.”

Malikî meqamên dewletê dagir kirine

Em li rola serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî El-Malikî vedigerin: “Malikî di dema serokwezîrtiya xwe de gelek meqam dan zilamên xwe, nexasim di çerxa dadgeriyê de û li wezareta neftê de. Wî ji mêj ve ragêşî derdixistin pêş. Sala 2011´an operasyonên Dîcle hebûn. Hingê Malikî gotibû, em ê Kerkûkê dîsa bi dest bixin.”

Lê Sedr jî bi naveroka xwe ji wan ne dûr e. Naxwe mesele çi ye? Bi hizra Dastan Jasim mesele ev e: “Kêmtir ji sedî 40´ê Iraqiyan dengê xwe di hilbijartinan de da. Yanî pirraniya Iraqiyan wisa hîs dikin ku yek ji van partiyan jî nûneriya wan nake. Yanî mesele ev komên zêde xurtbûyî û mirovên ku êdî di jiyana xwe de naxwazin xwe li dora van koman bi cih bikin in. Ji ber vê jî ew dibin xwedî helwêsteke bêhtir pasîf da ku nekevin ber xezeba aliyan. Ev jî heyf û mixabin e. Lewma xwepêşandan hebûn û nexasim ên ciwanan. Lê pirr zehmet e ku beramberî komên çekdar ên bi vî rengî karibin tiştekî bikin.”

Pirraniya nerazî bû xwedî helwêsta pasîf

Lê ma ne protestoyên par kirin ku hilbijartinên nû pêk werin? Li gorî Dastan Jasim, xwepêşandanên ciwanan kirine ku qanûna hilbijartinan jî hingê bê guhertin: “Lê bi rengî avakirina sîstema siyasî ya li Iraqê, pirsgirêk ew e ku timî pêdivî bi rewabûneke ji derve dibînin. Di siyaseta reel de ti kesê ku pirraniyê temsîl bike nîne. Erê pirraniyek heye, li di siyaseta reel de hêza wan a siyasî nîne.”

Li Kurdistanê jî xwepêşandan hebûn, mesela yên xwendekaran: “Pirsgirêka wan jî heman tişt e. Ew dizanin ku li gorî statîstikan ew pirranî ne, lê belê ew dipirsin ka ew kî ye ku li joir pişta me digire. Heta wan qebûl nekir ku Şaswar (Abdulêwahîd, ji tevgera Nifşê Nû) nerazîbûna wan bi kar bîne. Wan got, ew jî ne pîr û pak e. Pirsgirêk ew e ku gelek mirov ewqasî aciz bûne ku êdî hîç dengê xwe bi kar naînin.”

Her kes razî bibe wê li hev bikin

Ji niha û pê ve wê çi biqewime? Dastan Jasim dibêje, “Ez dibînin ku di meseleya qanûna neft û gazê de hinekî rewş tê aramkirin. Yanî xwedê dizane hewl tê dayîn ku PDK û aliyên nêzî Îranê li hev bikin li dijî Sedr. Divê em êdî binihêrin, heger rewşeke welê bê dîtin ku Sedr xwe weke rigarkerê muxalif nîşan bide, ew ê jî vê lihevkirinê qebûl bike.”   

Hilbijartinên berê yên li Kurdistanê

Berê li Başûrê Kurdistanê beşdariya hilbijartinan zêde bû û sedema vê jî Dastan Jasim wiha rave dike:

“Hilbijartin bi dozên mezin ve girêdayî bûn. Hilbijartina pêşî ya 2005´an girêîdayî bû hem bi meseleya referandûma li ser Destûra Iraqê û rewşa deverên nakok. Hilbijartina 2009´an û ya 2013´an jî elaqedarî tevgera muxalefetê ya hingê Gorranê re elaqedar bûn. Hingê gelek kesan çû dengê xwe bidin, ji ber ku wan got, erê Gorran wê karibe tiştekî bi ser bixe. Lê tiştek ji wê jî derneket.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.