- Mihrîcanê duh na pêr saet di 12.00’an de li ber Komeleya Ahmet Kaya bi coşeke mezin dest pê kir. Kurd bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî mihrîcanê bûn.
Mihrîcana Çanda Kurd a Parîsê ya îsal bi hevpariya Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F), Instîtuya Lêkolîn û Ramanên li ser Kurdistanê (IREK), Komeleya Çand û Huner a Kurdistan (ACK) û Weqfa Danielle Mitterrandê dest pê kir.
Mihrîcanê duh na pêr saet di 12.00’an de li ber Komeleya Ahmet Kaya bi coşeke mezin dest pê kir. Kurd bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî mihrîcanê bûn. Jinên ku cilên neteweyî li xwe kiribûn, bi lêdana erbaneyan di korteja pêşî de meşiyan.
Di meşê de hunermendên TEV-ÇAND'ê bi stranên xwe meşvan coşandin. Her wiha belavokên bi Fransî di meşê de hatin belavkirin. Kurdistanî ber bi Les Hallesê ve meşiyan û bênavber dirûşma “Bijî berxwedana gerîla” gotin.
Dema ku meşvan gihiştin salona Les Halles-Forum des Imagesê, li wir axaftin hatin kirin. Dawiyê belgefilma ji hêla Rojnameger Alî Guler ve li ser dîasporaya Kurd a li Fransayê hatibû amadekirin, hate nîşandan.
Piştî nîşandana filmê, ciwanên ku li avahiyên komeleyan mezin bûne, di çarçoveya Tev-Çandê de xebatên xwe dimeşînin, performansa xwe Dilana Roj Ariya nîşan da û kela canê xelkê rakir.
Mihrîcan bi konsera muzîkê ya înstrumantal a Koma Ahengê dewam kir. Piştî konserê govend hate gerandin.
Doh jî (15’ê Gulanê) Lîstika Teatra Arîn “Gul bê strî nabe” saet di 15:00'an de li Navenda Çandê ya Sidney Bechetê hat nîşandan.
Mîhrîcan dê heta 28’ê Gulanê dewam bike.
PARÎS